1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Xelîl Semed
  4. Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî
Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî,pêşbaziya,çîrokên,neqediyayî

Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî

A+ A-

“Pêşbaziya Çîrokên Neqediyay” çîroka  Merasîmê û Sertac Karanî ye. Nivîskar bi zimanekî ku car caran vediguheze devkî, gotinkî, xwe bera nava kûrahiya giyanê xwînerên xwe dide. Bênasnamebûn,-bêyî ku zimanê maxdûriyetê bi kar bîne- dikare di giyanê zilamekî têkçûyî de çendîn birînan veke radixe ber çavan.

      Pirtuk ji 6 paran pêk tê;  Destpêk, Para yekem “Îman”, Para duyem “Guman”, Para sêyem “Ziman”,  Para çarem “Raman” û Jêrenotên Neqediyayî .-Ev sernavên parên Romanê qodên êşên kurdan bi xwe ne-.

          Di destpêkê de qala Merasîmê dîke; Merasîm li Mêrsînê xwendekar e. Berî ku Sertac Karanî nas bike û dil bidine hev  bi mamosteyekî bi navê Onder re hevaltiye dike,  Merasîm gazinc û nerazîbûnên xwe yên derbarê tekiliya wê û Onderî digihîne me bi ya wê –eta wê Yasemînê  jî wisa difikire-  ew xwe li ba Onder wek “demirbaş” dibîne. Onder li zaningehê hîndekar e û hew bi kare xwe yî zanistî re eleqedar dibe ya ku Merasîmê ji îmanê derdixe jî ev e;  
           ‘’ Belkî jî yê ku xweliya sar bi serê xwe de kirî ez bûm , ne ew . Onderê min  di mitaleya ezmûna doçentiyê de bû. Şev û roja xwe kiribû yek da îngilîziya xwe ya lawaz hebekî bi pêş de bibe dabû navê û ji navê dernediket . Awayê dersxebitîn û hînbûna wî jî seyr bû, desteyek ji wan pelên zelqokî anîbûn û li ser her pelkêkî îcar bi îngilîzî hevokin nivîsandibûn lê aqilê min jê nedibirî tirsa min ew bû ku yekê ji wan bi min jî veke.’’ (rp14)  
        Merasîma gazinok nerazîbûna xwe ji Onderî re tîne zimên, daxwaza terka wî dike, Onderê ji doh de amade, bêyî ku serê xwe rake  bersiva “Tu bi kêfa xwe yî” didê. Di vê parê de em li lehenga giyani  pîra NAyê nas dikin, ya ku dê tim li ser serê serlehengên me Merasîm û - bi piranî- Sertac Karanî be. Vê karektera giyanî wek tirs an binhişê Sertac Karanî derdikeve pêş.

        ‘’Pîra NA nizanin bê wê êvarê ji ku derketibû, hatibû li ser milê min ê çepê veniştibû, min du sê caran tepa xwe jî lê xistibû ji bo ku biqeşite here ji ser mile min lê wê pûtê bi min û halê min nekiribû "Tu bi kêfa xwe yî…. Tu bi kêfa xwe yî…. Tu bi kêfa xwe yî…. Welê welê em heta rawestgehê hatibûn."(rp. 16)
          Di para yekem de qala Sertac dike. Di vê parê de nivîskar pirsgirêkên civata leheng tê de dijî bi şêwazeke giran û bi tevneke şolî vedibêje- piştre zelal  dibe-  mirov tê nagihêje  gelo ev gotin bûyer û diyalog û monologên Sertacî  xewn in an rast in, û di hundir vê rastiyê de gelo parek ji çîroka ku dinivîsîne an parek ji zaroktiya wî ye nediyar e.- dibe ku ev herdu yek bin jî- Ya ku vê  romanê dike romanek psîkolojîk jî ev e.

           Sertac li îmam xetîbê mamoste ye.  Ew, bavê wî Fethiyê postecî, diya wî, û birayê wî yê mezin Nîzam bi hev re dijîn. Sertacê di derbarê tevgera Îslamê û dînê Îslamê de hema hema bi tiştekî nizane, zilamekî çepgirparêz e, bi zora bavê xwe naçar maye ku  li îmam xetîbê dest bi karê mamostetiyê bike.
 
          Para yekem bi qalkirina  nezaniya wî ya li îmam xetîbe dest pê dike, li wir di nava ew çend şagirtan de Elî Osman bala mirov dikşîne, Elî Osman nerazîbûna xwe ya derbarê dema ku mamosteyê wî ku navê Hz. Adem li textê dinivîse  - li gor mamosteyê wî afirînere hemû nivîsan Hz. Adem e.- dema ku ji bîr dike  ‘’aleyhî’s selam’’  binivîsse Elî Osman: “Yahû vî Xoceyî dîsan “aleyhî’s selam” ji bîra kir … ev bû  çend?”

           Wek ku me li jorê gotibû car caran qala zaroktiya xwe jî dike Sertac. Di zaroktiya xwe de bi Neîl Amstrongê stêrger(astronot) re hevaltiyê dike. Ew gelekî bisiûd bû ku roja ku ew ji dayik bûbû Neîl jî pê li axa heyvê kiribû (20 tîrmeh 1969). Neîl hevalê wî yê heyvê bû û şevê bi caran li “Apollo 11”ê siwar dibû dihat ba wî, û jê re qala heyvê dikir heta ku ew diket xewê.
           Carekê di çûna xwe ya Amedê de pêrgî çend xanimên ji bo zilma Îsraîlê ya li ser Filîstîniyên reben îmza berhev dikin tê. -yek ji sedemên şîzofreniya Sertac ev e.- Meseleya zilma li ser kurdan û newekheviyê. Sertac nezîkî wan xaniman dibe û;
        "Qewet be xwişkê … Bi qasî ku ez dibînim tu daxwaza piştgiriyê ji me dikî. De baş e. Bi rastî jî gelê Filîstîn tûşî zilm û tadeyeke nedîtî hatiye û hê jî têt. Gava ku min we dît tiştek hat bîra min tiştekî ku ne ew çend dûr e.Li gorî ku dibêjin Kont Sedam di pêvajoya Enfalê de sed û heştê hezar kurdên misilman qetl kirine û heke ku te navê Helebçeyê  bihîstibe ku bêguman te bihîstiye, ne pêwîst e ku ez duvdirêj bikim . Pirsa min ev e, Filîstînî jî tê de gelo çend dewletên Ereb li hemberî vê qirkirina ku Hîroşîma li ber ne tiştek bû, dengê xwe blind kirine û nerazîbûna xwe nîşan dane?" (rp.43)
 
          Di vê parê de li ser xalê xwe Brehîm yê ku tê kuştin wisa gotîye: ‘’Naxwe mesele bi tevahî ev bû, mesele ‘’Evîn û Şoreş’’ bû naxwe. Naxwe xalê wî ji bo rizgariya wî, ji bo ku ew di rojên xweş û geş û germ de bijî, di rojeke zivistanê  ya bêxêr û bêqidoş de bi bêbextî  hatibû kuştin û li gorî gotegotan, ew endamekî tevgereke Kurd î ‘’Maocî’’ (maoparêz) bû û ne haya Maoyê di gora xwe de ji mirina wî çêbûbû ne jî ya Çîna kominîst.(rp.57)
          
        Di para duyem de  em tê digihêjin ku Merasîm û Sertac zewicîne, lê ne zewacek bi rêkûpêk e. Merasîmê li komaleyekê ku mafên jinan diparêze de dixebite Sertac jî her dem li malê ye, naxwaze derkeve derve. Di vê parê de hinek diyalogen di navbêna Sertac û hevalên wî, çîroka ku bi zora Merasîmê bi naçarî dinivîsîne heye, vegotinên Sertac giş monolog in.

Nivîskêr ji vê parê û bi şûnde ji bo her rewşa Sertac rengdêrek peyde kirîye ‘’ Sertacê Entîke, Sertacê Mazoşîst, Sertacê Neçutişt, Sertacê Berê, Sertacê Erêûerê, Sertacê Evîndar, Sertacê Navbirî, Sertacê Yekedo, Sertacê Jidostênxweveqetiyayî, Sertacê Şevşevok pîşêpîşê, Sertacê sernivîş… Roman bi vî aliyê xwe di nav romanên kurdî de dê dibe xwedî cihekî girîng-  û zêdeyî sed rengdêrî hatiye bikaranîn.

    Hema her roj şer li mala wan heye. Her dayim Sertac dixwaze têkeve odeya xwe ya xebatê û derî li xwe kilîd bike, li ser maseya kevnare ya ku bavê wî diyarî wî kiribû rûnê û bi saetan li bergê pirtûkan an jî li qoziya maseya xwe binêre. Merasîmê jî bi vê tevgera wî pir dikeribe û çi dikeve ber destê wê davêje wî. Sertac di vê parê de hew qala serpêhatiyên xwe dike. Qala bahoz û bagerên xwe yên hundirîn jî dike. Hew qala bûyerên li wî qewimîne nake, sedem û encamên wan bûyerên civakî ku çawa tesîr li giyanê wî kirine jî dike.
 
      Di para sêyem de Sertac Karan, ligel wergêra wan Ozlem û Frau Muller (Lîlî Muller) Munsterêya Elmanyayê ne. Di derheqe hatina wî yî vir tiştek nayê gotin lê mirov te digihêje ku bi daxwaza psîkologa wî Dr. Sarîn ve hatiye sazkirin. Frau Muller ew bi destê xwe li mêvanxaneya bajêr bi cîh dike û di zerfekê de şeş hezar awro dide wî.
 
        Sertac Karanî di bîreke bêbinî yî fetsînok deye. Li wir ti karî nake. Ji bilî bara ku çend caran diherê ti carî dernakeve derve, ew çîroka ku jê xwestibûn jî xelas nake, ya ku dê di rojnameyeke herêmî de bihata weşandin û pê re jî dê bi wî re roportajek  bihata kirin. Sertac di roja yekem a di hevdîtina wan û ya çend  nivîskar û helbestkarên biyan a ji bo xwarinê de ji wan mêvanan ên ji Iraqê bi navê “Sadik El Behr” ji bo ku pirsa wî ya ji Frau Muller kiribû: “Te ev Kurdê feodal ji ku aniye” serê wî dişkîne.  Sedema buhrana ku ketibûyê bi hêrseke mezin xwe dide der. Ew kurd bû û wek yekî/e Iraqî, Efxanî, Elmanî mafê wî ku bi zimanê xwe bi nasnama xwe bijî, li tu cih, li tu deran ne hov û ne gundî be hebû.!

         Di para çaremîn de em te digihêjin ku Sertac Karanî ji aliye şagirtê xwe Elî Osman ve hatiye kuştin. Elî Osman sedema kuştina Serdar Karanî ji hucreya ku niha têde ye ji me re vedibêje: Ew Elî Osmanê ku Qur’ana Kerîm diyarî Sertac Karanî kiribû bi peyva kesên wek mele Îdrîsê pirtûkfiroş bûbû  qesasê wî…

         Di para bi navê Nîşeyên Neqediyayî de şazdeh nîşe hene,  ev nîşeyên bi  hostetî hatine nivîsîn  romanê ji nefamkirine xelas dike. Ji nav van nîşeyanan a herî dirêj û dibe kilîda famkirinê ya sêzdehemîn  e. Ev nîşe monologên  Merasîmê ne. Di van monologan de em fam dikin ku hinek nivîs û beş ên para yekem ji çîroka Sertacî ya ji bo Merasîmê dinivîse ne. Di pêşbaziye de yê bibe yekem dê bibe xwediye sî mîlyar Lîreyê Tirkî. Ev xelat xeyalên Merasîmê dixemilînin û kelecana wê bilind  dike, Em  di van nîşeyan de karekterên wek Pîra Nayê,Xalê Sertac Brehîm yê ku  tê kuştin û sedema kuştina wî hîn dibin….
 
      Nîşe: Di romanê de du dîyalogen balkêş û têra xwe qomîk hene; Yek  jê di rûpelên 138,139  an de di navbêna Pîra NA yê û Sertacî de ye, Ya duyem jî di rûpelên 170,171,172 an de di navbêna Sertac û xortê kurd ê li Munsterêya Elmanyayê karê nêrevanîyê dike derbas dibe.


*: Şener Özmen, Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, Weş. Lîs, Roman, 2010