Deprecated: html_entity_decode(): Passing null to parameter #1 ($string) of type string is deprecated in /www/htdocs/w00ecc9d/site/mod/index/helper/mod_news.helper.php on line 31
- Amîda Kurd
2 deqîqe xwendin

Çalakiyên piştevaniyê didomin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Li gelek nokteyên Stenbolê ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya di roja 60'emîn de didome çalakî pêk hatin. Malbatên girtiyan jî li ber Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya nobedariya greva birçîbûnê ya li taxa Gazî di 4'ê mijdarê de bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan dest pê kir didome. Gelek welatî, nûnerên saziyan û komeleyan çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a ji 3 rojan pêk tê ziyaret kirin. Şevê din welatiyan li konê berxwedanê agir hilkirin û govend girtin û sloganên "Bijî Serok Apo" û "Ji rêhevalên di girtîgehan de berxwedidin hezar silav" berz kirin.

Endamên Meclîsa HDK'ê ya Eyupê jî bi heman ramancê li Kolana Cengîz Topel hatin cem hev û dest bi meşê kirin. Di meşê de pankrata "Çalakiya greva birçîbûnê di roja 59'an de ne deng bide mirinan rawestîne" vekirin û sloganên "Em mirinê na çareseriyê dixwazin." û "Girtiyên li berxwedidin rûmeta me ne" hatin berzkirin.

Li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya grevê

Malbatên girtiyan jî bi heman armancê li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. Rêveberê TUAD'ê Nurettîn Kiliç, diyar kir ku ew xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derdikevin û xwest ku hemû raya giştî bi hestiyar bin. Piştî daxuyaniyê ji malbatên girtiyên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin Nevroz Bozkurt, Gulbahar Aksoy û Mulkiye Dogan li ber girtîgehê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Malbatên dixwastin li ber girtîgehê kon vedin bi hinceta biryara walî û dozger heye polîsan destûr neda. Welatiyên derdorê ji malbatên dest bi çalakiyê kirin re çay û av birin û polîsan wêneyên welatiyan kişandin. Pişt re malbat derbasî avahiya Rêxistina BDP'ê ya Gebzeyê bûn.

(bd)