4 deqîqe xwendin

Însiyatîfa Gel: Divê her derê Amedê bibe qada çalakiyê, dijmin nikaribe di kolanan de bigere

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Însiyatîfa Gel: “Divê li her kolan, taxên Amedê barîqat bên danîn, li her derê agirên berxwedanê bên pêxistin. Kî çi ji destan tê divê wê bike. Pêwîst e her kes derkeve devê deriyê xwe û mal, kolan, taxa xwe biparêze.”

AMED - ANF Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Amedê li hember terora dewletê ya li Cizîr û bajarên din ên Kurdistanê dewam dike banga berxwedanê kir.

Însiyatîfa Gel wehşeta li Cizîrê bi bîr xist, banga berxwedan û çalakiyê li gelê Amedê kir.

Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Amedê wiha got: “Divê ji îro û şûn de her derê Amedê veguhere qada serhildanê. Divê li her derê barîqat bên danîn. Pêwîst e destûra gera rehet a dijmin a li kolanên me neyê dayîn.”

Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand, destnîşan kir ku li dijî terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê gelê Kurdi berxwedanek destanî nîşan dide. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Gelê me li Cizîrê, Silopiya, Nisêbîn, Sûr, Hezex û Geverê ku berxwedana xwerêveberiyê lê dewam dike, dîrokê dinivîsîne. Gel û şoreşger çawa di komuna Parîsê, Vîetnamê li ber xwe dan û bi ser ketin, îro jî, şoreşgerên Kurdistanî wê li ber xwe bidin û bi ser kevin.”

‘EGER EM ÎRO LI BER XWE NEDIN SIBEHÊ EM Ê ZÊDETIR BÊN QETILKIRIN’

Însiyatîfa Gel qetlîama li Cizîrê bi bîr xist, bal kişand ku li Cizîrê li hember gel ev 2 meh in êrîşên bi tank, top û bi deh hezaran çeteyên tîmên taybet ve pêk tên. Însiyatîfê daxuyanî wiha domand:

“Mirovên me yên li jêrzemînek Cizîrê 15 rojan bi birîndarî hatin rewastandin li ber çavên her kesî hatine qetilkirin. Duh êvarî li Cizîrê, 60 mirovên me ji aliyê dewleta AKP’e ya faşîst hatin qetilkirin. Em ê heta kengî li vê qetlîamê binêrin? Îro li Cizîrê qetlîamê dikin. Eger em temaşevan bimînin, em ê bingehê bidin qetlîamên sibehê li Amed, Wan, Êlih û li her derê Kurdistanê re . Li hember vê zilmê roj roja berxwedanê ye. Eger em îro li ber xwe nedin sibehê em ê hê zêdetir bên qetilkirin. Kî çi ji destan tên divê îro pêk bîne. Roj roja mil bi mil berxwedanê ye. Roja li hember faşîzmê li barîqatan berxwedanê ye.”

‘DIVÊ HER DERÊ AMEDÊ VEGUHERE QADA ÇALAKIYÊ’

Însiyatîfê di dawiya daxuyaniyê de têkîldarî çalakiyan bal kişand ser van xusûsan:

“Gelê Amedê divê layiqî dîroka xwe be û îro raber serhildanê, pêşengiyê ji tevahî Kurdistanê re bike. Divê ji îro û şûn de her derê Amedê veguhere qada serhildanê. Ji sibehê û şûn de divê 3 rojan jiyan li Amedê bê rawestandin. Pêwîst e tevî qetlîama li Cizîrê ti kes jiyanek normal dewam neke. Pêwîst e esnaf derebayan veneke, ajokar qontaxan lê nede, karker neçin kar. Divê her derê Amedê veguhere qada çalakiyê. Pêwîst e heta dawî li vê qetlîamê bê bêdem rabe serhildanê. Divê hêzên dijminê faşîst bi ti awayî nikaribin bikevin kolanên me, bi rehetî negerin.

Divê li her kolan, taxên Amedê barîqat bên danîn, li her derê agirên berxwedanê bên pêxistin. Kî çi ji destan tê divê wê bike. Pêwîst e her kes derkeve devê deriyê xwe û mal, kolan, taxa xwe biparêze. Divê tevahî rê bi barîqatan bên girtin. Ji bilî berxwedanê ti rêyên jiyana men emaye. Yê dikare keviran bavêje divê keviran bavêje, yê dikare daran bikar bîne bi daran, yên dikarin çekan bikar bînin bi çekan tevlî berxwedanê bibin. Roj roja li polîsên faşîst tengkirina Amedê ye. Roj roja bi ruhê serhildanê ve di pêşengiya ciwan û jinan de daketina qadan e. Faşîzm wê têk biçe, azadî bi ser keve.”