Şaneşîn Performansê ji bo lîstika "Sera Pîra" kampanyaya "Bilêteke Din" da destpêkirin
Koma şanoyê ya Şaneşîn Performansê ji bo zindîhiştina dika xwe û lîstoka "Sera Pîra" daxwaza destekê kir.
Li Mêrdînê koma şanoyê ya Şaneşîn Performansê ji ber qeyrana aborî û barê giran ê lêçûnan bi metirsiya girtinê re rû bi rû ye. Komê, ji bo perdeya dikê neyê daxistin û lîstoka komediyê ya bi navê "Sera Pîra" bê lîstin, banga piştevaniyê kir û kampanyaya bi navê "Bilêteke Din" da destpêkirin.
Di daxuyaniya Şaneşîn Performansê de hat gotin, barê giran ê kirê, deynên kom bûne û lêçûnên rojane xebatên şanoyê xistine rewşeke dijwar. Koma hunerî di banga xwe de ragihand: "Em di pêvajoyeke pir giran a aborî re derbas dibin. Barê giran ê kirê, deynên li ser hev kom bûne û lêçûnên rojane mixabin Şaneşînê dixin ber metirsiya girtinê. Em li ber xwe didin ji bo ronahiya dikê neyê vemirandin, ken, çepik û çîrokên vê dikê tijî dikin nîvco nemînin. Lê em nikarin vê têkoşînê bi tenê bidomînin; lewma em kampanyaya 'Bilêteke Din' didin destpêkirin."
Li gor agahiyên kampanyayê, lîstika komediyê ya bi navê "Sera Pîra" dê di 8'ê Kewçêrê de li ser dika Şaneşînê were pêşkêşkirin. Komê ji bo tevlêbûn û piştgiriya temaşevanan sê riyên cuda diyar kirine: Temaşevan dikarin rasterast werin lîstikê temaşe bikin, ji bo hevalên xwe bilêtan bikirin yan jî heke nikaribin amade bibin, tenê ji bo zindîhiştina sehnê bilêtên piştevaniyê bistînin.
Şaneşîn Performansê eşkere kir, weke nîşaneya spasiyê ew ê ji bo hemû kesên ku bilêtan dikirin vexwendnameyekê û diyariyeke biçûk a bîranînê ya Şaneşînê bidin. Komê banga xwe bi van hevokan bi dawî anî: "Werin, em nehêlin perdeyên me werin daxistin. Bilêteke din bistînin, em bi hev re sahneyeke zindî bihêlin."
Ji bo kirîna bilêtê vir bitikîne.
Wêne: Şaneşîn Performans / Amîda Kurd