28 deqîqe xwendin

Şerê Kurdan yê îradê li dijî dîkdatoriya AKP/Erdogan- Dosya (1,2,3)

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

ROJNEWS/ ALÎ KOÇER / AMED

 

Dîroka siyasî ya Tirkiyê, serdema xwe ya herî zorbe dijî. Tirk ku netewa desthilatin, êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd di hemû qadan de pêşve dibe. Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), di hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîrana 2015’an de, bi serkeftineke ji sedî 13 re karî partiya desthilat AKP’ê ku tenê desthilat bû asteng bike. Her wiha ne hişt bi tena xwe bibe hikûmet. Nûnerê dewleta Tirk dîkdatoriya Erdogan, vê binkeftinê hezim nekir, pêvajoya çareseriyê ya di navbera Tevgera Azadiya Kurd û dewleta Tirk de ew du salbû berdewam dikir, hîn dema xebatên hilbijartinan berdewam dikir de, bi êrişên bombeyî û zextên siyasî re di fermiyetê de bidawî kir.

 

Destê xwe yê rastê ji bo aşitiyê, destê xwe yê çepê jî ji bo tinekirinê dirêjkirin!

 

Hevdîtinên Ehmed Tirk û Ayla Akat Ata ya di Çileya 2013’an de li greva Îmraliyê bi Ocalan re kirin, dîsa di Newroza heman salê de xwandina peyama Ocalan serdemeke nû ya da destpêkirin. Hevdîtinên aşitî û mûzakereyan a di navbera Tevgera Azadiya Kurdistan û dewleta Tirk de ku navê wê weke ‘pêvajoya çareseriyê’ binavdikirin di asteke hîn pêşde berbi başiyê ve diçû. Ev hevdîtinên bi vê armancê, 22 meh ajot û dewleta Tirk di nava vê demê de ji ber berpirsyariyên xwe bicih ne dianî ji lewma hindek caran di hevdîtinan qutbûn çêdibû. Lê, di 30’ê Cotmeha 2014’an de ev pêvajoya çareseriyê bi biryareke di Desteya Ewlekariya Neteweyî ya Tirk de (MGK)’ de hate girtin de, di pratîk de bidawîkirin. Plana siyaseta ‘hilweşandin’ û ‘tinekirinê’ bi hemû şêweyan li hember Kurdan xistin meriyetê. Deklerasyona jêre dibêjin ‘mutabaqata Dolmabahçe’ û çend hevdîtinên din yên lewaz, tênê ji bo dirêjkirina temenê aşitî û mûzakereyan bû. Hikûmeta ku destê xwe yê çepê ji bo aşitiyê dirêj kir, bi destê çepê jî êrişan rêxistin dikir.

 

 

‘Pêvajoya çareseriyê’ xilas bû

 

Di encam de dema wexta hilbijartinên 7’ê Hezîranê hat, bi êrişên bombeyî yên li dijî avahiya rêxistina HDP’ê ya Edene û Mêrsînê dihate fêmkirin ku pêvajoya çareseriyê bi temamî bi dawî bûye. Piştre êrişa bixwîn a li hember mîtînga hilbijartinê ya 5’ê Hezîranê li Amedê, pêkhat. Ev mîtîng beriya hilbijartinên giştî hatibû kirin. Di vê êrişa li hember mîtînga Amed’ê de 5 kesan jiyana xwe jidestdabû û bi sedan kes jî birîndarbûbûn. Armanc ew bû ku zext li girseya biçe ser sandoqan bikin bû. Hema li piştre teqîna Sirûcê ya 20’ê Tîrmehê pêkhat. Ya herî girîng jî di 24’ê Tîrmeha 2015’an de di şevekî de li hember Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên hewayî yên bi 400 balafiran pêkhat. Ev jî êdî fitîla pêvajoyeke nû ya şerê qirêj yê hikûmeta AKP’ê li hember Kurdan pêxistibû!

 

 

Tolhildana serokatiyeke ‘Tîpê Tirk’

 

HDP di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de 80’ê parlementer şand parlementoyê û AKP’ê di sandoqê de têkbir. Ev bû sedem ku hevsengên siyasî yên Tirkiye jî serûbinî bibe. Serkeftineke ji sedî 13 bidestxist. HDP bi 80’ê parlementeran re hebûna xwe ya li parlementoyê çend qad zêde kir. Hemû planên AKP’e ya ku dixwast bi tena xwe bibe îxtîdar û rejîma Tirkiyê careke din dîzayn bike, xirap dikir. Serkeftina mewzûbehs a HDP’ê, ne hiştiye ku AKP bi tena xwe bibe desthilat û rêjeya dengan a AKP’ê ya li 81 bajarên mezin jî daxistibû. Li piştî vê rewşê AKP’e ya dibin serokatiya Ahmed Davudoglu de, kete nava lêgerîna koalîsyonên sexte, hewlda hevkarê hikûmetê peyda bike. Hîn ev hevdîtin berdewam dikir, serokê fiîlî yê welat lê di fermiyetê de Serokomar Receb Tayîb Erdogan, bi nîqaşa hilbijartinên pêşwext re rojevek nû ava kir. Piştî wê demekî kûrt jî dîroka hilbijartinên pêşxwest diyar bû: 1’ê Mijdar 2015.

 

 

Pêvajoya dinavbera herdu hilbijartinan de bênavber êrişên hikûmeta AKP’ê yên siyasî, eskerî, civakî û bîrokratîk li hember gelê Kurd pêşketin. Êrişên herî berbiçav jî ya li hember navenda giştî ya HDP’ê û rêxistinên wan yên bajar-bajarokan ku ji aliyê faşîstên sivîl ve hatin şewitandin bû. Her wiha dû êrişên bombeyî yên li hember mîtînga  aşitî û demokrasiyê ya di 10’ê Cotmeha 2015’an li Enqerê çêbû ku piraniya wan ji saziyên Kurdan pêkdihat bû. Di vê êrişê de 100 kesî jiyana xwe ji destda. Bi sedan kes jî birîndarbûn. Serokwezîrê demê Ehmed Davutoglu, pirsa; ‘dihate zanîn herdu êrişkar jî xwekujên DAIŞ’ê yên li wan dihatin gerînbû, çima biryara girtinê di derbarê van de derneket?’ bi bersiveke tirajîkomîk ya dibêje; “Heya çalakî nekin em nikarin bigirin”da. Ya rastîn bi vê bersivê re failên vê komkujiya 10’ê Cotmehê jî eşkere dibû.

 

 

 

Li ser navendên siyaset û çareseriyê dihilberînin, zext her roja paştir berfirehtir bû. AKP, pêvajoya nêzî 6 mehan a di navbera herdu hilbijartinan de bi afirandina dorhêleke şerê qirêj re xistiye bin xizmeta xwe, ferasetên neteweperest û nijadperest geş kiriye û hiştiye ku veguhere hêrseke mezin li hember gelê Kurd û di dorhêleke wisa de  jî çûye hilbijartinên pêşwext yên 1’ê Mijdarê. AKP’e ya dibin rêveberiya Erdogan de, di vê hilbijartinê de gihiştiye mirada xwe, bi tena xwe weke desthilat welat berbi serdemeke tarîve biriye.

 

Gelê Kurd rêveberiyên xweser ragihandin

 

 

 

Biryara ‘plana hilweşandinê’ ya 30’ê Cotmeha 2014’an ku demeke kûrt beriya hilbijartinên 1’ê Mijdarê xistibûn meriyetê, piştî hilbijartinan bi awayeke bilez di wateya pratîkê de tam kete meriyetê. Hem di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de, hem jî di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de li hember bajar û bajarokên ku HDP, jor sedî 80’î deng girtiye de ji aliyê hêzên polîs û eskerên girêdayî hikûmeta AKP’ê ve êriş dan destpêkirin. Êriş, li hem ber di serî de Cizîr, Farqîn, Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Hezex, Gever û Şirnexê hatin rêxistinkirin. Gelê Kurd yê li hember van êrişan derbasê xweparastinê bûn, rêveberiyên xwe yên xweser ragihandin û hewldan êrişên AKP’ê bişikînin. Di tax û kolanan de gelê Kurd ji bo xweparastinê dest bi kolandina xendekan kirin. Li hember gelê Kurd yê hewl dide bi van şêweyan xwebiparêze êrişeke bêeman hatekirin. Delweta Tirk ji çar hêlan ve gelê Kurd dorpêçkir û hewl da wan biperçiqîne û tinebike. Di aliyekî de bi êrişên siyasî re siyasetmedarên Kurd digirtin, di aliyekî din de jî li hember qadên xweseriya xwe ragihandine jî bi her cûre çekan êriş dikir.

 

Li Bakurê Kurdistanê plana tinekirina pir alî ya li hember gelê Kurd, her diçû dirêjtir dikir. Gelê Kurd li hember êrişên dewleta Tirk ya li hember têkoşîna xwerêveberiyan li Cizîrê hatibû ragihandin, bi armanca dabînkirina pêwîstiyan, Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) û Yekîneyên Parastina Sivîlan ya Jin (YPS) jin, damezrandin û ji raya giştî re ragihandin. Ev hêz di demeke kurt de li hemû qadên rêveberiyên xweser hatibûn ragihandinde, hatin damezrandin. Gelê Kurd êdî li hember zilma dewleta Tirk bi jin, mêr, ciwan, kalê xwere derbasê artêşeke sivîl a têdikoşebû. Gelê Kurdistanê hem li Bakur, hem di parçeyên din de hem jî li derveyî welat zanistiya tekoşîneke topyekûn girtin.

 

Hovîtiya Dewleta Tirk

 

 

YPS/YPS-Jin a hatibû damezrandin, di hemû qadên xwerêveberiyên xweser de hemû Kurdistaniyan, li hember êrişên sînornenas yên dewleta Tirk diparast. YPS/YPS-Jin ku bi gel re destpê têkoşînê kir, di demeke kûrt de pêşveçûna şer guhert û êrişkariya dewleta Tirk şikand.

 

Di dîroka 28’ê Mijdara 2015’an de şer kete qonaxeke nûde. Suîkasta li hember Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku li Sûrê ji bo zirer dîtina Mînareya Çar Ling  a di encama pevçûnan de, daxuyaniya çapemeniyê dida , dema polîsên Tirk dixwast du şervanên YPS’ê qetil bikin, jiyana xwe ji dest da. Ev vêya dida nîşandan ku rêbazên şer yên heya wê demê dewleta Tirk li hember qadên xweser bikarneanîbû, bikarbîne. Heya wê demê ku bi çekên sivik û hindek pevçûnan şer berdewam dikir, piştî qetilkirina Tahir Elçî şûnde dewleta Tirk bi çekên giran êrişan dijwartir kir. Bi Tang, obîs, bombeavêjên T40, yên li qadên xweser bi cihkirin re xwastin gelê Kurd tine bikin, ji holê rakin.Her wiha ji bo ji rêxistina îdeolojîk, rêxistinî-siyasî ya têkoşîna azadiya Kurd qût bike, bi hemû hêza xwe êrişan xistin dewrê. 

 

 

Ji bo hemû qadên xweser yekîneyên şerê taybet yên nû hatin veguhestin. Artêş jî daxilê êrişan kirin. Hêzên hewayî di amadebaşiyê de girtin. Heta li Sûrê firokeyên şer yên F16  nizim firîn. Dewleta Tirk, hemû saziyên xwe yên şer û amurên xwe li hember Kurdan bikaranî. Bi tang û topan êrişê Cizîrê kir. Ev jî nebes bû bi sedan kesên ku xwe sipartibûn bodruman şewitandin. Dîsa li Sûrê 6 taxan bi topan û çekên din yên giran bi erdê re kirin yek. Yên di xendekan de şer kirin, yên li gel wan têkoşînkirin bi şêweyên ku qet di dîrokê de ne hatiye dîtin qetilkirin. Cenazeyê wan di erdê re xişikandin. Bi mehan di kolanan de dibin berfê de hiştin. Her zindiyeke berçavê wan ketiba qetil dikirin; em ji pisîkê kolanan bigirin, heya mirîşkan bi zewq û hêrseke mezin qetilkirin. Li Farqîn, Nisêbîn, Silopiya, Hezex û Şirnexê rewş cûdatir nebû. Sedî 80’ê yê Şirnexê hilweşandin. Ji derveyî Farqînê li hember van qadên din tev biryara lezgîn a dewletîkirinê dan. Hemû qadên jiyanê yên Kurdistaniyan xistin bin destê dagirkeriya dewletê de.

 

 

Ala rûmetê ya di xendekan de bilind bû


Navê siyaseta dagirkirinên AKP'ê li ser Şaredariyên DBP'ê: Qeyûm 

 

Tevî hemû êrişan jî gelê Bakurê Kurdistanê hêzeke mezin ji têkoşîna bi ezim ya li Cizîrê; Mehmed Tunc, Pakîze Nayir û Sêvêyan li Sûrê; Fermandar Çiyager, Roza û Avêstayan li Nisêbînê; Rizgar û Kawayan li Farqînê; fermandar Senaran ya fermandar Senaran girt. Ew zanistiya xweparastinê ya wan di pratîkê de avakirin, fedekariya ku weke mîrateyek hiştin û çanda rêhevaltiyê bûn kevirên pir binirx yên esasî ji bo gelê Kurd, pêşerojê bi serkeftinê himbêz bike. Niha li van qadên ku ew bixwîna xwe parastin, li zarokên nû çêbûyî tênkirin. Ev jî baldikişîne ser pîrozbûna rûmetê û ala têkoşînê didin zarokên nû çêbûyî.

 

Tê zanin di îlankirina Xweseriyan de qasî gel, şaredariyan  ji rol leyistibun. Şaredariyên mîna Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Ferqîn û her wekî din  daxuyaniyên xweseriyê belavkiribun. Di pişta van daxuyaniyan de hevserokêa wan şaredariyan hatibun ji erkdar girtinê û hatibun girtin. Piştê demekê di zindanan de man hatin serbest berdan. Ew şaredariyên ku Serokomarê Tirk Erdogan ji devê xwe ne dixist yên mîna  “Amed, Wan û Mardîn” di demê pêş de bi darê zorê hatin ketina dibin destê kayyumên dewletê de.

 

Dîktatoriya AKP / Erdogan ya li ser gelê Kurd bi pêvajoya serde girtinên rêveberiyên herêmî, bi zeft girtinê berdewam kir. Bi teybetî li himberê şaredariyên DBP’ê her roja ku diçû bi hin hêçetên nû û cuda siyaseta wan ya qirkirinê berfirehtir bu. AKP, ew şaredariyên ku di hilbijartinê de bidest ne xistî bi qeyûm avêtinê, desteser kir. Di destpêkê de navçeyên Amed yên Sûr û Ferqîn, navçeya Mûşê Kopê û şaredariya Batmanê ji dinav de 28 şaredarî, di roja 11’ê Îlona 2016’an de ji aliyê AKP’ê ve hemwext qeyûm hatin bicihkirin. Ji van şaredariyane 24 ji şaredariyên DBP’ê yên mîna Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Ferqîn, Dihê, Silopiya û Dêrika Çiyayê Maziyê bûn. Ev şaredariyên DBP’ê di hilbijartinan de li gorî rêjeya hilbijartinê  herî zêde deng derxistibû. Di roja 31’ê Cotmeha 2016’an de bi girtina hevserokên şaredariya mezin ya Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli re berteka gelê Amedê û gelê Kurd her wiha derdorên demokrat gelek zêdetir bû. Gelê Kurd van girtinane protesto dikir û li aliyê din ji serde girtina hêzên dewletê û qirkirina siyasî bê ku bi sekine berdewam dikirin. Disan di 24’ê Mijdarê de siyasetmedarê Kurd yên pir dihat naskirin yê wekî ‘çinarê aştiyê’ dihat dîtin, hevserokê şaredariya mezin ya Mêrdînê Ehmed Turk ji hat girtin û şandin zindanê. Ev girtinane hêrsa gelê Kurd derxist astekê jor. Girtina Ahmet Turk di temenê 74 salide û nexweşiya wî ya dil, ne hat  li berçav girtin. Her wiha wisan kir ku hem di hindir de û hem jî, ji derve di raya giştî de bêhtir bê rojevê û bertek li himberê girtina wî zêdetir bibe. Girtina Ahmet Turk di welat de ji aliyê nijatperestên Tirk ve ji hat rexnekirin. Ev kiryarên ku tên kirin dide nîşandan ku dewleta Tirk ji têgeha despotizmê yên faşizane hilberînê digre.

 

 

Êrîşên ku li himberê siyaset û civaka Kurd, tê armanç kirin nefesa gelê Kurd qûtbike. Di cewherê van êrîşên li himberê rêveberiyên herêmî dide nîşandan ku rastiya faşizmê ketiye di kijan rewşê de.

 

Şaredariyên DBP’ê yên di hilbijartinê de bi dengên bilind serkeftî bi qeyûman hatine dagirkirin, li gorî deng û listeya wê evin:

 

1 – Şaredariya Batman - %55.89

2 - Şaredariya Colemêrg - %66.83

3 - Şaredariya Agrî, Gîyadîn - %48.43

4 - Şaredariya Batman, Qubîn - %50.45

5 - Şaredariya Batman, Kercews - %52.43

6 - Şaredariya Amed, Ferqîn - %69.55

7 - Şaredariya Amed, Sûr -  %54.41

8 -  Şaredariya Erzurum, Xinis - %39.08

9 - Şaredariya Îdir, Tozan %51.67

10 - Şaredariya Mêrdîn, Kerboran %60.16

11 - Şaredariya Mêrdîn, Dêrik - %64.4

12 - Şaredariya Mêrdîn, Şemrex - %61.71

13 - Şaredariya Mêrdîn, Nusaybîn - %78.78

14 - Şaredariya Mûş, Kopê - %45.84

15 - Şaredariya Sêrt, Dihê - %52.37

16 - Şaredariya Riha, Pirsûs - %52.58

17 - Şaredariya Şirnex, Cizîr - %81.61

18 - Şaredariya Şirnex, Silopî - %78.19

19 - Şaredariya Şirnex, Hezex - %78.9

20 - Şaredariya Wan, Artemêt -  %50.91

21 - Şaredariya Wan, Erdîş  - %49.43

22 - Şaredariya Wan, Îpek yolu  - %48.32

23 - Şaredariya Wan, Qelqelî  - %71.62

24 - Şaredariya Batman, bajaroka İkiköpru -  %56.22

25 - Şaredariya Îdir, bajaroka Hoşhaber  - I%61.75

26 – Şaredariya Amed, Hênê - %45.8

27 – Şaredariya Mezin ya Amedê - %55.32

28 - Şaredariya Şirnex - %60.91

29 - Şaredariya Gimgim - % 63.40

30 - Şaredariya Bitlîs, bajaroka Ovakışla  - %35.12

31 - Şaredariya Sêrt - %47.71

32 - Şaredariya Mezin ya Mêrdîn - %52.1

33 - Şaredariya Mezin ya Wan - %53.2

34 - Şaredariya Dêrsim - 42.4

35 - Şaredariya Bitlîs - 43.9

36 - Şaredariya Melazgîr - 39.3

37 – Şaredariya Qoser - 61.27

38 - Şaredariya Qereyazî - 60.9

39 - Şaredariya Peyas – 54.60

40 - Şaredariya Yenişehir – 50.10

41 – Şaredariya Çelê – 54.20

42 – Şaredariya Akdeniz (Mersîn) – 29.82

43 – Şaredariya Gever

 

Şaredariyên ku fîîli qeyûm hatine avêtina li ser;  

 

1 - Şaredariya Wêranşar (Riha)

2 - Şaredariya  Hewag  (Riha )

3 -  Şaredariya Bismîl (Amed)

4 - Şaredariya Çınar (Amed)

5 - Şaredariya Pîran  (Amed)

6 - Şaredariya Gêl (Amed)

7 - Şaredariya Erxenî  (Amed)

8 - Şaredariya Hezro (Amed)

9 - Şaredariya Peyas (Amed)

10 - Şaredariya Karaz 

11 - Şaredariya Pasûr  (Amed)

12 - Şaredariya Licê  (Amed)

13 - Şaredariya Rezan (Amed)

14 - Şaredariya Yenişehir (Amed)

15 - Şaredariya  Xelfetî (Riha)

 

Hikûmeta AKP’ê di bin navê rewşa awerte de (OHAL) bi fermanên Biryarnameya Di hukmê Zagonan de, qeyûm hatin avêtina li ser şaredariyên DBP’ê û hevserokên wan şaredariyan hatin girtin. Ji 68 hevşaredarên DBP’ê yên kar hatine durxistin, 59 hevşaredar ji hatine girtin. 43 hevşaredar yan hatin girtin yan ji hatine binçavkirin. Ji 59 hevşaredarên hatine girtin 25 hevşaredar jinin. Di derbarê 7 hevşaredaran de ji biryara girtinê hatiye derxistin.

 

 

Navê hevşaredarên hatine girtin wihaye: 

 

1. Gültan Kışanak :         Hevseroka bajarê mezin ya Amedê

2. Fırat Anlı :                    Hevserokê bajarê mezin ya Amedê

 

 

3. Bekir Kaya :                 Hevserokê Şaredariya mezin ya Wan

4.  Dilek Hatipoğlu:          Hevseroka Şaredariya Colemêrgê

5.   Nurullah Çiftçi:            Hevserokê Şaredariya Colemêrgê

6.   Nazmi Coşkun :           Wekîlê Hevşaredariya Colemêrgê

7.  Handan Bağcı:              Hevserokê Şaredariya Qelqelî

8.  Şerafettin Özalp :         Hevserokê Şarederiya Qelqeli

9.   Ali Çam :                       Hevserokê Şaredariya bajarokê Idır Hoşhaber

10. Diba Keskin :                Hevseroka Şaredariya Erdiş

11. Abdurrahman Çağan:Hevserokê Şaredariya Erdiş

12.  Rahmi Çelik :               Hevserokê Şaredariya Kopê

13. Figen Yaşar :                 Hevseroka Şaredariya Kopê

14.  Burhan Kocaman:       Hevserokê Şaredariya Elazız Depê

15.  Cennet Ayık :               Hevseroka Şaredariya Qereçoban

16.  Zeynep Şimşik :           Hevseroka Şaredariya Kerboran

18.  Seyran Argan :             Hevseroka Şaredariya Bêşebabê

19.  Abdulkerim Erdem:    Hevserokê Şaredariya Dêrik

20.  Sabahat Çetinkaya :    Hevseroka Şaredariya Dêrik

21.  Hazal Aras :                  Hevseroka Şaredariya Giyadanê

22.  Kasım Ağgün :              Hevserokê Şaredariya bajarokê Hoşhaber ya Idırê

23.  Aygün Taşkın :             Hevseroka Şaredariya Erxenî

24. Nevin Oyman :             Hevseroka Şaredariya Hezex

25. Mehmet Mehdi Aslan:Hevşaredarê Şaredariya Hezex

26. Tülay Karaca :               Hevseroka Şaredariya Tatosê navçeya Erzirom

27. Abdurahman Zorlu:     Hevserokê Şaredariya Hênê

28. Zilan Aldatmaz:            Hevseroka Şaredariya Seray

29.  Suna Atabay :              Hevseroka Şaredariya Ebex

30.  Ahmet Demir :            Hevserokê Şaredariya bajarokê Ovakışla

31. Servin Karakoç :           Hevserokê Şaredariya bajaroka Ovakışla

32. Sabite Ekinci:               Hevseroka Şaredariya Gimgimê

33. Hüseyin Güneş :          Hevserokê Şaredariya Gimgimê

33. Kadir Konur:                Hevserokê Şaredariya Cizîrê

34. Tuncer Bakırhan:        Hevserokê Şaredariya Sêrtê

35. Mehmet Ali Bul:          Hevserokê Şaredariya Dersimê

36. Nurhayat Altun:          Hevseroka Şaredariya Dersimê

 

 

37. Rabia Takas:                Hevserokê Şaredariya bajarokê Başverimli ya Silopiyê

38. Tahir Aytış:                  Hevseroka Şaredariya bajarokê Başverimli ya Silopiyê

39. Ahmet Türk:                Hevserokê Şaredariya mezin ya Mêrdîn

40. Nevin Daşdemir:         Hevşaredara Şaredariya Bitlis

41. Hüseyin Olan:              Hevşaredarê Şaredariya Bitlis

42. Senayet Ata:                Hevşaredara Şaredariya Norşinê

43. Mehmet Emin Avras: Hevşaredarê Şaredariya Norşinê

44. Halis Coşkun :              Hevserokê Şaredariya Melazgirê

45. Memnune Söylemez: Hevseroka Şaredariya Melazgirê

46. Eda Kilis:                       Hevseroka Şaredariya Dihê

47. Hüseyin Kılıç :              Hevseroka Şaredariya Dihê

48. İsmail Asi:                     Hevserokê Şaredariya Qoserê

49. Leyla Salman :              Hevseroka Şaredariya Qoserê

50. Seferi Yılmaz :              Hevşaredarê Şaredariya Şemzînan

51. Mehmet Ali Aydın:     Hevserokê Şaredariya Peyasê

52. Selim Kurbanoğlu:      Hevserokê Şaredariya Yenişehirê

53. Servet Tunç:                Hevserokê Şaredariya Çelê

54.  Hilal Duman:              Hevseroka Şaredariya Çelê

55. Adile Kozay:                 Hevseroka Şaredariya Gever

56. Zeynep Hana Bingöl:  Hevseroka Şaredariya Qereyaziyê

57. Mehmet Sait :              Hevserokê Şaredariya Qereyaziyê

58. Özlem Kutlu :               Hevseroka Şaredariya bajaroka Dêrgûla Şirnexê

59. Mustafa Bayram :       Hevserokê Şaredariya Xelfetî

60. Ali Aydin :                     Hevserokê Şaredariya Hewêl

61. Selva Erdogan :            Hevseroka Şaredariya Hewêl

62. Enes Cengîz :                Hevserokê Şaredariya Weysel Karanî

63. Ozcan Birlik :                Hevserokê Şaredariya Motkî

64. Ihsan Ugur  :                Hevserokê Şaredariya Xîzan

65: Felemez Aydin :          Hevseroka Şaredariya Yalolan

 

Me pirsa kayyuman ya li ser şaredariya DBP’ê ku xwe pêgira qanûnî de hatiye nîşandan ji Serokê Berê yê Baroya Amedê Parêzer Mehmet Emin Aktar pirsî. Girtina serokên şaredariyan û li şûna hevşaredaran qeyûm hatina avêtin nirxand. Parêzer Mehmet Emin Aktar da diyarkirin ku dewleta Tirk zimanê şer digre dest û meseleyan bi şêwazên leşkerî dixwazin çareser bikin û birêve bibin. Bi taybetî avêtina qeyûma li ser şaredariyên DBP’ê  vê dide nîşandin ku ji îradeya Kurda di tirsin û balkêşa li ser xalek cuda: “ Di piştî 15 Tirmehê 2015’an de hewildana tevgera Fetulahçiyan jibo darbeyê, tenê 4 serokên şaredariyan girêdayî Fetulahciyan ji erkê wan hatin dur xistin. Jibo wan ji qeyûm hatin avêtin lê ev kayyumane di nava endamên meclisa şaredariyê de hatin avêtin. Li gorî prosedura kevin, kesên wekî qeyûman tên avêtin ji meclisa şaredariyê tên diyarkirin. Lê belê tevahiya şaredariyên DBP’ê yan walî yan alîkarê walî yan ji qeymeqamên navçeyanin. Lê dema mirov ji vê aliyê ve temaşe dike, dibine ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd, li himberê rêveberiyên herêmê giştî biryarên navendiyêtiyê bi cih aniye.

 

 

Lê li gorî nirxandinên Hevserokê Şaredariya Yenişehira Amedê Ulku Baytaş got: Ew mufetişên hatine lêgerinê di şaredariyên me kirine, diyarkirin ku em bi daxwaza teybet hatine. Baytaş balkêşa li ser û got ew mufetişên heya dawiya salê hatine lêkolin û lêgerinê kirine di nava xwe de digotin ku 'ev amedekariyên operasyonane' û di heman demê de da zanîn: “ Mûfetişên hatine di şaredariyên me de lêkolin û lêgerinên kirî de, li ser van lêkolinane raporên ku nivisandine de ti  gendelî, bê pîvantî û ne li rêtiyekî din peyda nekirin. Em van lêkolin û lêgerinên di şaredariyên me de dikin di şaredariya mezin ya Enqere û Stenbolê de bikira wê hikûmet dibin encamên derketî holê de bima bana.”

 

Baytaş her wiha di ser qeyûmên hatine avêtina li ser şaredariyên gelê Kurd de van bertekan nîşanda û got: “ Di xebatên ku em di taxan de dikin û di xebatên şaredariyên me de, gelê me ev nêzîkatiyên liser şaredariyên me wekî ‘dest danîn li ser şaredariyên me de’ di nirxinin û didin diyarkirin ku ‘li himber îradeya me, azad bi karanîna dengê me û hilbijartina dengê me desteser girtinek heye.’ Bertekên mîna vê em dibinin hatine pêşketin. Li bîr xist û got ku em dizanin ev bertekane bi protestoyên basit nayên sekinandin, bi tevahî ew zextên li ser gelê Kurd bi derketina kolanan û bi daxuyaniyên çapemeniyê û bi pêkanîna meşan dawî lê nayê. Balkêşa li ser û got ku demê protestoyên demokratik derbas buyî ye.”

 

NOT. Dema ev dosyaya nûçeyan di hat amadekirin, hê qirkirinên siyasî berdewam dikir û di çarçoveya vê de gelek hevserokên şaredariyan têne binçavkirin.


Saziyên Civaka Sivîl, Weqif û Komeleyên hatine girtin. 


Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde saziyên ku di çarçoveya rewşa awarte de bi Biryarnameya di Hikmû Qanûn de zext li wan hate kirin jî Saziyên Civaka Sivîl, weqif û komelebûn. Nêzî dû hezar komele û weqfên ku bi bahaneya pêwendiya xwe bi Fetûlahiyan re heye hatin girtin. Piştre careke din biryar hate dayîn ku nêzî 200 sazî xebatên xwe dûbare berdewam bikin. Lê, zextên di derbarê Saziyên Cviaka Sivîl de bi vêya re jî sînordar nema.

 

Rewşa awarte weke bahane nîşandan û êrişên li hember sazî û avahiyên demokratîk berdewam kir. Wezareta karên navxweyî ku xebatên 375 komele, weqif û rêxistinên girseyî dabûn sekinandin, di 22’ê Mijdara 2016’an de bi temamî girtin. Di navê de Komeleya Aşitiyê, Kongreya Jinên Azad (KJA), Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, Federasyona Komeleya Xwendekarên Demokratîk, Cemiyeta Rojnamegerên Azad, Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), Federasyona Piştevaniya Hiqûqî bi Malbatên Girtî re (TUHAD-FED), Komeleya Mezopotamya ya Hevkarî û Piştevaniyê bi yên kes û karên wan hatine windakirin re (MEYA-Der), Komeleya Nivîskarên Kurd, Komeleya Lêkolînkirin û Pêşxistina zimanê Kurdî (KURDÎ-DER), Komeleya Hevkarî û Piştgirî ya mirovên oldar (DÎAY-DER), Komeleya Hevkarî û Piştevaniya bi Rojava re (Komeleya Rojava), Komeleya Rojev Zarok jî di navê de deriyê 375 komeleyan, SCS û rêxistinên girseyî hatin girtin û deriyên wan hatin mohr kirin.

 

 

Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd ku yek ji komeleyên hatiye girtine Reşo Ronahî di derbarê mijarê de dibêje: “AKP, tola 7’ê Hezîranê dihilîne.” Ronahî wiha berdewamî bi axaftina xwe tîne: “Ya rastîn pêwîste di vê mijarê de li dîmenê giştî were temaşekirin. Komeleya me li Bakurê Kurdistanê nûnertiya nivîskaran, helbestvanan, destan-çîrokbêjan û rewşenbîran dike. Ji ber vê yekê em bi berpirsyariyên xwe yên rewşenbîrî rabûn, me gelek car li dijî bêmafî, zext û êrişên dewlet dike, hem bi awayeke nivîskî hem jî bi awayeke fikrî protesto kir û daxuyaniyên xwe bi rayagiştî re parve kir. Ev tenê jî bes dike ku em bibin hedef û komeleya me were girtin. Wisa difikirim ku sazî û komeleyên din yên li gel têkoşîna mafdar ya gelê Kurd jî ji ber van sedeman hatine girtin.”

 

‘Komeleya me hate girtin lê, binpêkirina mafê zarokan berdewam dike’

 

Bi alozbûna Tirkiyê re ku zext her çû hişkbûn yek ji komeleyeke din a hate girtin jî Komeleya Rojev Zarok bû. Rêvebera komeleyê Ezgî Koman diyar kir ku em vê pêvajoyê nikarin ji zextên giştî yên li Tirkiye qût destbigirin û wiha axivî: “Girtina 550 komeleyan; parçeyeke ji zextên li hember rêxistinên mafê mirov, rêxistinên civaka civaka sivîl e. Helbet em vêya dijîhiqûqî dibînin û ji ber vê sedemê jî serlêdanên me yên hiqûqî çêbûn. Em nizanin kîjan xebatên me kî, ne rehet dike. Em rêxistineke mafê mirovan a li ser tiştên pêwîste ji bo zarokan bên kirin lê, nayên kirin tînin ziman û dixebitin. Em tiştên kêm tên kirin tînin ziman. Em erkên saziyên dewletê, dem û dezgehêen siyasî bibîra wan dixin û hewl didin bi wan re bibin alîkar.”

 

 

Koman diyar kir ku xebatên komeleya wan dane sekinandin lê, binpêkirina mafên zarokan hîn jî berdewam dike û wiha dibêje: “Mînak roja ku xebatên me dan sekinandin li Semsûrê bûyera îstîsmarkirina zarokan derket holê. Her wisa hîna jî îstîsmarên cinsî yên li hember zarokan berdewam dike. Hîna jî zarok neçarê kar kirinê dikin. Hîna jî zarokên penaber di şertên zehmet de jiyan dikin. Hîna jî cihêkarî li hember zarokan heye û şîdeta li ser zarokan birêve diçe. Berpirsyariya esasî dikeve ser şanê dewletê di warê mafê mirovan mijara zarokan de. Sê beşên vê berpirsyariyê heye. Ya yekemîn, dewlet bixwe divê mafê zarokan binpê neke. Ya duyemîn, zarokan ji binpêkirina kesên sêyemîn parastin û pêşî li binpêkirinan girtine. Ya sêyemîn jî, ji bo maf û azadiya zarokan pêk were hemû derfetan pêşkêşkirine. Rêxistinên mafê mirovan xebatên xwe di vê çarçoveyê de dimeşîne. Em jî ev 11 sale xebatên xwe bi vê ferasetê dimeşînin. Em sedema girtina komeleya xwe nizanin lê, tiştek dizanin ku li tevahî cîhanê de rêxistinên mafê mirovan, rêxistinên mafê zarokan û parêzvanên wê dibe ku bi dewletan re, bi pêkhateyên siyasî re, bi yên îxtîdarê destê xwede digirin re berovajî bikevin. Sazî û parêzvanên mafê mirovan yên bi vê armancê dixebitin dibe ku dem dem li rastê zextan werin. Tiştên ku îro li Tirkiyê di qewimin jî ji ber van sedemaye.

 

‘Emê bi berdewamî bibin zimanê daxive destê dinivîse’

 

Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz ya di çarçoveya Biryarnameyên di hûkmê qanûn de hate girtin jî Hevserokê şûbeya wan a Enqerê Parêzer Alîcan Şahîn, girtina komeleya xwe di warê hiqûqî de nirxand. Şahîn diyarkir ku komeleya wan girêdayî qanûnên komeleyane. Biryara girtina komeleyê ne li gorî ti hûkemeke qanûnî ya komeleyane û xwe naspêre ti sedemeke mafdar. Şahîn wiha berdewam dike: “Ev biryarane bi hiqûqê re li hev nake, bi temamî biryarên siyasî yên ji aliyê îxtîdarê ve hatine girtinin. Îxtîdar li hember beşên mûxalif, yên wek wan nafikire, sazî û dezgehên demokratîk û azadîxwaz yên dibin zimanê gelên bindest bêtehemûliya xwe îfade dide nîşan. Mexdûrên van êrişan hemû beşên civakê yên demokratîkin. Partiyên siyasî yên nûnertiya lêgerîna azadî û demokrasiya Kurdan dikin, rexistinên civakî, saziyên piştevaniyê hatin hedef girtin. Ragihandin û komeleyên dibûn dengê Elewiyan hatin girtin. Mifte li deriyê saziyên parastina mafê jin û zarokan dikirin, hate dayîn. Ev zext nikare me ji vê kevneşopa berxwedêr a van axan ku bi me daye qezenckirin, bizivirîne. Bêhiqûqî û êriş wê dînamîkên hîn bihêztir û têkoşertir derbixe holê. Girtina komeleya me, mohr li cihê me dayîn, reşkirina navê komeleya me ji lênûsa komeleyan ya li walitiyan digirin, nikare me ji vê rêya têkoşîna maf û azadiyan vegerîne. Emê li gel gelên bindestbin, emê bê westandin û bêtirs bibin zimanê diaxive û destê dinivîse.”

 

 

Sibe: Êrişên li dijî ragihandin û saziyên medyayê.