Ji birîndarên ev 16 roj in li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê ase man e, ev 9 roj in agahî nayê girtin. Bi birîndarên li jêrzemîna avahiyeke din asê man e re, 2 roj in têkilî qut bûye
CIZÎR - ANF
Ji birîndarên ev 16 roj in li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê ase man e, ev 9 roj in agahî nayê girtin. Bi birîndarên li jêrzemîna avahiyeke din asê man e re, ku 9 ji wan ji ber şewata topbarana hêzên dewletê jiyana xwe ji dest dan, ev 2 roj in têkilî qut bûye.
Firin, dermanfiroş û marketên nobedar ên ji bo pêdiviyên gel vekirî bûn, ji duh û vir ve heta 'fermaneke duyemîn' hatine girtin.
Li navçeya Şirnex Cizîrê, êrîşên dewleta Tirk di roja 56. de ne. Birîndarên beriya 16 rojan li taxa Cûdî ji ber êrîşên hêzên dewletê li jêrzemîna avahiyekê asê man, hînê li sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin. Herî dawî di 30'ê Çileyê de têkilî bi rêya telefonê bi birîndaran re hatibû danîn.
AMBÛLANSA KEDKARÊN TENDURISTIYÊ YÊN DILDAR HAT 'DESTESERKIRIN'
Ambûlansên Şaredariya Cizîrê heta niha gelek caran hewl dan xwe bigihînin avahiyê û birîndaran ji wir derxînin, lê belê hêzên dewletê bi mîzansena 'şer heye' nehiştin ambûlans xwe bigihînin avahiyê. Ev 8 roj in kedkarên tenduristiyê yên dildar ên ji TTB û SES'ê, hewl didin xwe bigihînin Cizîrê lê destûr ji wan re jî nayê dayîn. Polîsên Tirk tevî vê astengiyê bi bahaneya 'ewraqên xwe kêm in' dest danîn ser ambûlansa kedkarên tenduristiyê. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê ji bo wergirtina birîndaran bi rojan e li Mêrdînê ye, banga 'Ez û kedkarên tenduristiyê yên dildar dixwazin biçin birîndaran werbigirin' dike, lê ji aliyê hikûmetê ve bersivek jê re nehatiye dayîn. Kedkarên tenduristiyê yên dildar ên TTB û SES, wê îro jî hewl bidin xwe bigihînin Cizîrê. Li aliyê din, Meşvanên Botanê yên li Nisêbînê nobedê digirin, wê careke din berê xwe bidin Cizîrê.
JI JÊRZEMÎNA DUYEMÎN EV DU ROJ IN AGAHÎ NAYÊ WERGIRTIN
Li jêrzemîna avahiyeke din a taxa Cûdî, beriya du rojan ji ber şewata di encama topbarana hêzên dewletê de li qatên jorê yên avahiyê derket, 9 birîndaran û zarokekî derketibû ber derî jiyana xwe ji dest dan. Li jêrzemîna vê avahiyê hînê 27 kes asê man e û ev 2 roj in agahî ji wan nayê girtin. Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç herî dawî ji avahiyê agahî da û anî ziman, ku avahî ji aliyê maşînên zirxî ve hatiye dorpêçkirin û anonsa 'teslîm bibin' tê kirin. Tûnç diyar kir, zarokê bi navê Abdullah Gun ê 16 salî, dema xwest bibîne bê çi diqewime derket ber derî, lê di encama gulereşandinê de hat qetilkirin.
DERMANFIROŞ Û FIRINÊN NOBEDAR JÎ HATIN GIRTIN
Li aliyê din, dewleta Tirk vê dorpêçî û terora xwe gav bi gav dijwar dike. Çend firin, market û dermanfiroşên nobedar ên li navçeyê vekirî, ji duh û vir ve ji aliyê hêzên dewletê ve 'heta fermaneke duyemîn' hatin girtin. Gelek welatiyên ji bo pêdiviyên xwe derketin derve hatin binçavkirin û bi îdîaya "qedexeya derketina derve binpê kirine" cezayê pereyan li wan hat birîn.
Di vê navberê de navên çend ji birîndarên li jêrzemîna avahiya li taxa Cûdî ji ber şewata hêzên dewletê derxist birîndar bûne û asê man e wiha ne:
HASAN AYAT, FÎDAN DADAK, SERVET ÇORAK, EKREM SEVÎLGEN, ÎSMAÎL ÇETÎN, YAKÛP DADAK, YASEMÎN ÇIKMAZ, ERDAL KAR, CENGÎZ CEREN, OMER BARAN, MEHMET AKIN, MAHSÛM ERDOGAN, HAKKI KULTEN, ABDULKADÎR KAYA, MAHMÛT MERSE, MEHMET BENZER, FERHAL BALCAL, VEYSÎ BADEMKIRAN, SERDAR OZBEK, HARÛN BARAN, ÇÎMEN PANKAN, ZELÎHA ŞAHÎN (BEDENA WÊ GELEKÎ ŞEWITIYE) MAHMÛR GORER, FIRAT ÇAGLI, ABDULLAH ERBOGAN, SABRÎ SEZGÎN, ÛMÛT UREK, AZAD YILMAZ, FADIL KUÇUK, YAKÛP YALÇIN, ÎBRAHÎM TEMEL, DOGAN ÇALIŞ, HALÎL ÇELÎK, MUJDE TONGA,