AKP'îyên tev li DBP’ê bûn: Tehamula me ji derewan re nema

Nûçe Mahabad Felat Mahabad Felat Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

WAN (DÎHA) - 5 endamên meclisa Şaredariya Bêgiriya Wanê ku ji AKP'ê îstîfa kirin û derbasî DBP’ê bûn, diyar kirin ku êdî tehamula wan ji derewên AKP'ê re nemaye û ji ber vê yekê derbasî DBP'ê bûne. 5 endamên meclisa şaredariyê destnîşan kirin ku dê di hilbijartinê de ji bo projeyên HDP'ê têkevin meriyetê piştgiriyê bidin HDP'ê.

Ji ber polîtîkayên AKP'ê yên li ser gel dimeşîne û piştgiriya wê ya DAIŞ'ê bertek û nerazîbûna li hemberî wê zêde dibe. Li Navçeya Bêgiriyê ya Wanê 5 endamên meclisa şaredariyê ji di navde 7 endamên AKP'ê îstîfa kirin û derbasî Partiya Herêmên Demokratîk DBP'ê bûn. Ji 10 endamên meclisa Bêgiriyê yên AKP'î, endamên meclisa şaredariyê Nesîm Solmaz, Cemîl Guler, Şevket Sulun, M. Selim Karakoç û Mehmet Guneş, endamên AKP'ê yên Rêxistina Bêgiriyê Mehmet Guler û Nihat Beyaz ji AKP'ê îstîfa kirin û diyar kirin ku dê di hilbijartinê de ji bo HDP'ê bixebitin. Nesîm Solmaz, destnîşan kir ku 2 serdemin endamê meclisa şaredariyê yê AKP'î ye û ji ber AKP'ê sozên xwe yên hilbijartinê pêk neanîne ji AKP'ê îstifa kir û derbasî DBP'ê bû. Solmaz, xwest ji niha û şûnde di meclîsa Tirkiyeyê de nûnertiya gelê kurd jî hebe û HDP bendavê derbas bike.

Solmaz, helwesta Serokomar Erdogan ji rexne kir û anî ziman ku êdî tehamula wan li hemberî derew û neheqiyên AKP'ê û Erdogan nemaye û ji ber vê yekê derbasî DBP'ê dibin. Solmaz, bang li gelê Laz, Turkmen, Çerkez û Elewiyan kir ku tev li jiyana nû bibin û êdî xwe bi xwe birêve bibin.

(mae)