Ev nîşanên kes ne li bendê, hem ji alî fizîka radyasyona fezayê hem jî ji aliyê keşfên Heyvê yên pêşerojê, encamên grîng dide.
Lêkolîner li ser daneyên Rêbendana 2019'an û 2022'an dixebitîn, ku 31 zîvirînên heyvê dike. Wê demê lê hay bûn ku di demên serê sibê de, protonên enerjiya wan hindik ên tîrêjên kozmîk galaksiyê ji %20 hindiktir dadikeve. Ev kêmbûn tenê dema heyv ji nîvçeyê derbasî temamê dibe dubare dibû. Nexwe ev ne îstîsna bû. Piştî sîmûsasyonan, derket holê ku qada manyetîk a Cîhanê, hinek protonên bi barê enerjiya pir asteng dike û vê valahiya radyasyonê çêdike.
Aliyekî balkêş ê van xebatan jî ev e, ku bandora manyetîk a Cîhanê, ji texmîn û zanînan wêdetir, heta aliyê li Rojê dinihêre derbas dibe. Berê, dihat zanîn ku ev bandor tenê dikare li aliyê dûvikê manyetîk ê ji şeva Cîhanê dirêj dibe tê hîskirin.
Ji aliyê pratîkî ve, ev dîtin xwedî wateyek girîng e: Robert Wimmer-Schweingruber, nivîskarê lêkolînê ji Zanîngeha Kiel, pêşniyar dike astronot ji bo meşên kişfê demjimêrên sibehê yên herêmî li aliyên qutbî yên heyvê tercîh bikin. Bi vî rengî radyasyona li ser çermê astronotan dê li gor nirxên Heyvê ji %20 kêmtir çêbibe.