ABDURRAHMAN GOK
MAKÛ (DÎHA) -Makû bajarekî Rojhilatê Kurdistanê ye û dikeve bukurê rojavayê Îranê. Di navbera Kela Qeye û Çiyayê Sibîd de ye. Dîroknas dibêjin ku dîroka vî bajarî heya serdema urartuyan diçe. Hin lêkolîner jî di navbera Makû û Bazirgan (navçeya Makû, li hemberî Deriyê Sînor yê Gurbulak e) de li ser gelek beran nivîsên bizmarî dîtine û dibêjin dîroka vî bajarî heya sumeriyan diçe.
Gelheya wê nêzî 50 hezarî ye û bi qenderê 15 kîlometreyan ji Deriyê Sînor yê Gurbulakê dûr e. Li bakurê Makûyê Agirî û Nahçîwan, li başûr Xoy û li rojhilatê bajêr jî Ebex heye. Niştecih ji azerî û kurdan pêk tên. Her çiqas dewleta tirk û azerî dixwazin Makû wek bajarê azeriyan bidin nasîn jî, ev yek jî rastiya dîrokî dûr e. Lewre tê gotin navê Makûyê ji peyvên Mad Kûh ango Çiyayê Mad an jî Çiyayê Med tê. Dewleta Îranê jî ji bo pêşî li kurdan bigire serdestiya vî bajarî xistiye destên azeriyan. Hêjayê gotinê ye ku ermenî jî heya destpêka Qirkirina Ermeniyan niştecihên vî bajarî bûne; lê niha qet tune ne.
Makû şahidî ji serhildanên kurdan re jî kiriye. Di serhildanên Agirî de mazûvanî ji pêşengên wek Ferzende Beg û Biro Heskî Têlî re jî kiriye. Lê ji ber têkiliya di navbera dewletên Tirkiye û Îran de ligel serhildêrên ku xwe li vî bajarî girtine, niştecihên bajêr bi xwe jî hatine qetilkirin û sirgûnkirin. Piraniya niştecihên kurd sirgûnî Xoresan û Qezwînê kirine û yên din jî li gundên derdora bajêr belav bûne. Tê gotin li şûna wan jî azerî hatine bicihkirin.
Li Makû bi dehan kelehê dîrokî hebûne, lê hema hema tev hatine xirab kirin. Keleha herî navdar ku hê jî beşeke wê li piya ye Kela Qeye ye. Berê Makû di nava sûrên vê kelehê de bû. Heya çend sal berê jî mirov li vir dijiyan. Jê re dibêjin Taxa Xencerxan. Lê ji ber lehî û heyelanê ev avahî xirab bûn, bajar jî ber bi erda rast ve fireh bû.
Ev kela bi heybet piştî nîvro gelemperiya bajêr di binê sihê de dihêle.
(bd)