Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Amedê bi nûnerên partî û saziyên Kurd re civiya û bal kişand ser yekîtiya siyasî ya Kurdan ku divê mîna Pira Dehderî ya dîrokî be. Bakirhan tekez kir, tevî nêrînên cuda yên siyasî, pêwîst e Kurd di vê serdema dîrokî de li ser xalên hevpar yekîtiya xwe ava bikin.
"Yekîtiya me divê wek Pira Dehderî be"
Li gor DEM Partiyê weşandiye, Tuncer Bakirhan di civînê de mînaka Pira Dehderî ya Amedê da û wiha axivî: "Pira Dehderî berî 900 salan ji aliyê Kurdên Merwanî ve hatiye avakirin. Deh deriyên wê hene û her deriyek ber bi aliyekî cuda ve dinihêre, lê dilê wê yek e. Pira Dehderî lehiyên mezin, felaket û dagirkerî dîtin, lê hîn jî li ser piyan e. Yekîtiya me ya siyasî jî divê wisa be; nêrînên me dikarin cuda bin, lê divê em barê gelê xwe bi hev re rakin."
Pêvajoya nû û daxwazên demokratîk ên Kurdan
Bakirhan got, cara yekem e ku meseleya Kurd li Parlamentoyê bi awayekî yasayî û siyasî tê nîqaşkirin û got, ev pêvajo nabe tenê wek hevdîtina partiyekê bi dewletê re bê dîtin. Bakirhan got, di qonaxa duyemîn de dema axaftina li ser mafên bingehîn ên Kurdan, azadiya zimanê zikmakî û demokrasiya herêmî ye.
Bakirhan her wiha got, ji bo lezkirina pêvajoyê pêwîst e desthilatdarî gavên şênber bavêje û astengiyên li pêşiya çûyina nûnerên partiyan û saziyan a ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re werin rakirin. Bakirhan bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) divê bê derengxistin bên bicihanîn, dawî li qeyûman bê anîn û zextên li ser çapemeniya Kurd bi dawî bibin.
Giringiya gavên şênber û hevkariya neteweyî
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê bibîr xist, hevdîtin û wêneyê hevpar ê ku çend roj berê di 25'ê Kewçêra 2026'an de li Hewlêrê di navbera aliyên Kurdistanî de derket holê, hêviyeke mezin di nav gel de çê kir. Bakirhan tekez kir, tenê wêneyek têrê nakê û divê ev gav di qada siyasî û dîplomatîk de jî bi pratîkeke xurt bê mezinkirin ji bo ku destkeftiyên neteweyî bên parastin.
Wêne: DEM Partî