23.09.2013
ÎZMÎR (DÎHA) - Meclisa Ciwanan a BDP'ê ya Îzmirê, li dijî tiryak, fihûş û bişaftinê meşek pêk anîn.
Meclisa Ciwanên BDP'ê ya Îzmirê bi şîara "Ji pêkanînên Metîngeriyê re bes e" li dijî tiryak, bişaftin, sîxurî, destdirêjî û şandina leşkeriyê ya bi zorê meşek girseyî pêk anîn. Koma ku li ber avahiya BDP'ê ya Bayrakli kom bûn, heta qada Pazara Çarşambayê meşiyan. Ciwanan di meşê de pankarta "Ji pêkanînên metînger, tiryak, bişaftin, fihûş û sîxuriyê re bes e" û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endamê MLKP'ê yê li Rojava jiyana xwe ji dest da Serkan Tosun vekirin. Koma ciwanan di meşê de bê navber siloganên "Bijî PKK, bijî MLKP", "Em dê ji çeteyan hesap bipirsin" û "Nêzîkatiya Ocalan nêzîkatiya şer û şatiyê" berz kirin. Endama Meclisa Ciwanên BDP'ê Şevin Gokdere, li vir daxuyani da û diyar kir ku ew dê her tim li dijî van polîtîkayan helwesta xwe nîşan bidin.
(mae)