5 deqîqe xwendin

Dê û bav ji dibistana Dayîkê ya Kurdî kêfxweş in

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

AMED 14.01.2014 08:49:13 Dibistana Dayîkê ya ku berî du salan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat vekirn û bi zimanê Kurdî perwerdeyê dide, 55 zarok lê dersê dibînin. Dema ku zarok zimanê dayîkê fêr dibin, mejiyê wan jî vedibe û destê wan jî pêş dikeve. Weliyên ku ji perwerdeya dibistana dayikê kêfxweş in, daxwaz kirin ku refên bi zimanê Kurdî jî vebin.

Ji Dibistana Dayikê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 55 zarok sûdê werdigirin. Dibistana Dayîkê ya ku bi zimanê dayîkê hîn dike û îsal 200 kesan serlêdan kir, li gorî kapisîteya wê 55 zarokên temenê wan di navbera 3-5 salî de girt û dest bi dema perwerdeyê kir. Di sala nû ya perwerdeyê de zarok dersên Kurdî, bîrkarî, drama û mûzikê dibînin her wiha dersa werzîş û Îngîlîzî jî tê dayîn. Li gel van hemûyan zarok li cihên dîrokî yên bajêr jî tên gerandin, sîstema rojê û mala rojê jî fêr dibin. Piştî ku Şaredariya Mezin xizmetên bi zimanê Kurdî da, li bajêr gelek Dibistanên Dayîkê û malên mezinkirina zarokan dest bi vê modelê kirin. Perwerdeya bi zimanê Kurdî destpêkirin.

Berpirsa Dibistana Dayîkê Evîn Taşdemîr ragihand ku dema Dibistana Dayîkê hat vekirin ji ber çavkanî nebûn rastî kêm û kurtiyan hatine û her ku çûne pêş ketine. Taşdemîr da xuyakirin ku li gel 9 xebatkaran ew karê xwe dimeşînin û got:” Xebatkarên me bi dilxwzî vî karî didin meşandin. Bi daxwazeke mezin beşdarî vê xebatê dibin.” Taşdemîr ragihandin ku 4 refên wan hene ku 55 zarok têde perwerdeyê dibîn û li her referê 2 perwerdekarên wan hene û kesên ku perwerdeyê didin baş ji psîkolojiya zarokan fêm dikin. Taşdemîr anî ziman ku her sal ew bi pêş ve diçin û got, li Tirkiyê ew bûne modeleke perwerdeyê.

Taşdemir destnîşan kir ku malbat zarokên xwe tînin li vê derê, dema ku baş fêrî ziman bûn tên digrin û got: “Em hem Kurdî hem jî Tirkî baş fêrî zarokan dikin. Ji xwe zarokên baş zimanê xwe fêr bibe dikare bi hêsanî zimanê din fêr bibe. Her wiha em li gel vê zarokan fêrî Îngîlîzî jî dikin.” Taşdemîr anî ziman ku hinek malbat hene ku bi xwe Kurdî nizanin lêbelê piştî li vê derê zarokên wan fêrî Kurdî bûne çûne li Kurdî Der’ê dersa Kurdî dîtîne. Taşdemôr got: “Em hewil didin ku vê dibistanê mezin bikin û zarokên temenê wan di navbera 5-7 salî de jî bigri. Ez di vê mijarê de li benda pêşniyaranim.”

EM LI GEL WAN FÊR DIBIN

Tuba Aslan Akinci (Welî): Ez ji Amedê me, ez jî Kurdî baş neaxivim. Fêm dikim, lê belê ez nikarim xwe îfade bikim, Ji ber ku min nexwest li gel zarokên xwe vê astengiyê dijîm ez li virim. Ez xwediyê cêwiyanim. Bi mebesta ku bi zimanê xwe bi xwe bi axivin min anîn li vêderê û gelek kêfxweş im. Sala bûrî fêrî kiteyên ziman bûn, îsal jî fêrî xwe îfadekirin ziman bûn. Dikarin xwe bi hêsanî bi Kurdî îfade bikin. Fêrî rengan, hejmaran, têgehan, stranan, pêkenokan bûne. Ji ber vê yekê ez gelek razî me. Du sal in li vê derê van zarokan fêrî Kurdî dikin, lê ez di gumanan deme ku dema çûn dibistanê ji bîr bikin. Min daxwaz li Dibistana Dayîkê kir ku Komên 5-7 salî yên beşê Kurdî vekin kir.

Ji bo herî kêm hinekî din fêr bibin û pêşbikevin. Li malê Pirtûkên serpêhatiyan hene, zarok dikarin wan bi xwînin. Di demek kurt de mirov dikare pêşiya vê yekê bigr, lê di demek dirêj de ez jî dixwazim di dibistanên sereteyî de dersên zimanê Kurdî bên dayîn. Ez li malê bi zimanê Tirkî, bavê wan bi zimanê Kurdî diaxive. Jib o min gelek baş bû. Li gel wan ez jî fêr dibim. Li gel zarokan bawerbûna bi du ziman bi axivin pêş ket.

DIVÊ REFÊN BI ZIMANÊ KURDÎ BÊN VEKIRIN

Derya Deniz (weli): Ji ber ku Dibistanên Dayîkê vebûn gelek baş bû û ez gelek keyfxweşim. Bi teybet zarok fêrî zimanê dayîkê dibin. Ji ber vê yekê li pêşiya winda bûna zimanê dayîkê rol dileyîze. Dema ku zarok ji dibistanê tên êdî bi hevalên xwe re Kurdî di leyîzin. Ev tiştekî gelek bi keyfxweşe. Ji ber vê yekê em gelek ji Dibistanên Dayîkê memnûnin. Ezê zaroka xwe ya dûyem jî rêbikimê. Ev ji xwe daxwaza me bû. Ji xwe dest bi dibistanê kiriye wê zimanê Tirkî fêrbibe, em jî bi qasî ku ji me tê em li mal bi Kurdî diaxivîn. Lêbelê perwerdeya bi Kurdî şerte. Me îsal keça xwe şand Dibistan Dayîkê lê wê nexwest, wê jî xwest biçe Dibistana Dayîkê ya Kurdî, me cardin ew bir li wêderê. Em dixwazîn Dibistana Dayîkê ya bi zimanê Kurdî vebe. Sibel Halefoglu (weli): Min sala bûrî kurê şandê, ji ber vêkê em gelek memnun bûn, min xwest ku îsal jî bidomîne. Rastiyê de diviya bû rafadayîkê destpê bike, lê tercih xwe ev der kir. Ji ber ku min ne dizanî Kurdî, zarok jî qet bi Kurdî nedizanî. Niha kurê min fêrî min dike.