5 deqîqe xwendin

FR: Kurd nêzî pêkanîna xeyalên xwe ne

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

FRANKFURT 18.06.2014 07:05:09 Pêşveçûna Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li Iraqê, di çapemeniya derve de weke avantejek ji bo Kurdan tê dîtin. Tevgera pêşmergeyan a ji bo parastina bajarên li derveyî Herêma Kurdistana Federal û bi destxistina kontrola Kerkûkê, weke gaveke girîng ji bo Kurdistana serbixwe tê destnîşankirin.

Ji edîtorên siyasî yê rojnameya Alman Frankfurter Rundschau Thomas Schmid, çavdêriyên xwe yên li Kerkûk û derdora wê di gotara xwe ya bi sernavê 'Şensê Kurdan' de nivîsand. Schmid bal kişand ser girîngiya Kerkûkê ji bo Kurdan a ji aliyê sembolîk û hebûna çavkaniya petrol û gazê û destnîşan kir ku Kurd wê piştî şer ji herêmên xwe venekişin.

Thomas Schmid di nivîsa xwe de ev xal destnîşan kir: "Li bakurê Iraqê Kurd herêmeke bi qasî Swîsreyê mezin bi rêve dibin. Lê belê Kerkûk, li derveyî 'Herêma Xweser a Kurdistanê' ya xwedî destûreke bingehîn a cuda, hikûmet, parlament û artêşeke cuda ya ji pêşmergeyan dimîne. Li gorî destûra bingehîn a Iraqê, heta sala 2007'an diviyabû ji bo diyarkirina çarenûsa Kerkûk û bajar û gundên Kurdan ên li herêmên cuda, referandûm bihata kirin. Lê belê ti carî dema vê (refernadûm) nehat û li ser mafê gotinê yê lihevkirin çê nebû."

“KURDISTANA KERKÛKÊ KONTROL NEKE, NIKARE BIJΔ

Thomas Schmid bibîr xist ku li Kerkûkê li gel Kurdan Ereb, Tirkmen û Aramiyên Xiristiyan (Suryanî) dijîn û destnîşan kir ku ji bo Kurdên serxwebûnê dixwazin Kerkûk bi qasî Qûdisê girîng e. Li gorî Schmid tevî girîngiya sembolîk a Kerkûkê ji bo Kurdan, bîr û çavkaniyên dewlemend ên petrolê hinceta esasî ye. Nivîskarê Alman girîngiya Kerkûkê ji bo Kurdan bi van gotinan destnîşan kir: "Di rastiyê de mijara bingehîn pere ye. Li Kerkûk û derdora wê çavkaniyên mezin ên petrol û gazê heye. Heta ku ev neyên kontrolkiri, şensê jiyana Kurdistana seribxwe gelekî kêm e. Saddam ji ber vê yekê bi zanebûn ev herêm bi rêya koçberiyê kir Ereb. Lê belê piştî hilweşîna wî gelek Ereban herêm terikandin, Kurd vegeriyan. Îro ji sedî 56 ê Kerkûkê Kurd e."

'HÊZA PARASTINÊ-TIRKIYE' YA TIRKMENAN NEKET NAVA RÎSKÊ

Schmid cih da gotinên Serokê Turkmen ê Meclîsa Wîlayeta Kerkûkê Hasan Tûran û ragihand ku li derdora Kerkûkê hêzên pêşmerge bicih bûne lê belê li nava bajêr polîsê Iraqê li dewriyê digerin. Schmid da xuyakirin ku Hasan Tûran ragihandiye ku Kurdan ji êrîşên DAIŞ'ê 'sûd' wergirtine û hatine herêmê û got, 'me ji bo alîkariyê bang li wan nekir.'

Rojnamevanê Alman diyar kir ku Kurdan êrîşên DAIŞ'ê weke firsendekê bikar anîne û got, "Tirkmenên Kerkûkê nîvê wan Sunnî, nîvî Şîa ne û naxwazin di nava Dewleteke Kurd de bijîn. Lê belê 'hêza wan a parastinê Tirkiye' ji ber vê yekê rîska şer nagire ber çavên xwe û ji mêj ve bi Herêma Kurdistana Xweser re li hev kiriye.

Thomas Schid dide zanîn ku Alîkarê Serokê Meclîsa Wîlayeta Kerkûkê Mûhamed Halîl el Caburî yê Ereb jî li dijî bi destketina Kerkûkê ji bo Kurdan derdikeve û bibîr xist ku îro li herêmên di destê DAIŞ'ê de, li hemberî Erebên Sunnî yên artêşa Iraqê komkujî hatiye kirin. Schmid li gorî gotinên El Caburî da xuaykirin ku hin eşîrên Sunnî û milîsên Nakşîbendî yên li herêmê destekê didin DAIŞ'ê.

“DAIŞ'Ê ARMANCA XWE YA BINGEHÎN LI REQQAYÊ NÎŞAN DA”

Schmid da zanîn ku piştî Mûsil ket destê DAIŞ'ê û ji ber pevçûna tolhildanê ya navbera DAIŞ û artêşa Iraqê bi sed hezaran kesî koç kirine û anî ziman ku vegera li bajêr gelekî kêm e. Thomas Schmid cih da gotina "Îslamperest li Mûsilê şekir li gel belav dikin" a fermandarê pêşmergeyan general Fatîh am Maşrual û îddîa kir ku bi vê gavê DAIŞ'ê dest ji gel berdaye.

Schmid tevî vê yekê jî pêkanîn DAIŞ'ê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bibîr xist. Nivîskarê FR got, "Cîhadperestan li Sûriyeyê nîşan dan ku bi rastî armanca wan çiye. Li Reqqayê rejîmeke terorê ava kirin. Di vê rejîmê de jin bi zorê hatin nixumandin, muzîk hat qedexekirin, yek ji lîderê El Nûsra baksê El Qaîde yê herêmê, li pêş çavên gel hat darvekirin."

LI NAVENDA KERKÛKÊ ZÊDEHIYA PÊŞMERGEYAN

Rojnamevanê Alman di gotara xwe de cih da van gotinên berpirsyarê têkiliyên derve yê YNK'ê Abdulrahman Hoşyar ku li Kerkûkê hêza yekemîn e: "DAIŞ wê êrîşî Kerkûkê neke. Ew dizanin di rewşeke berevajî de çi li benda wan e. (Di nexşeyê de nîşan da) Bartala, Daqûa, Tuz Kurmatu...Vana hemû aydî me ne." Hoşyar qebûl kir ku li navenda Kerkûkê hêzeke wan heye û bi tenê 1000 pêşmerge navenda YNK û derdora wê diparêze.

Nûçegihanê Rundschau bi berpirsyarê PDK'ê yê li Kerkûkê Mûhammed Kemal re hevdîtin kir pirsa "Pêşmerge piştî şer wê li cihê wergirtiye bimîne?" kir. Schmid da zanîn ku ji bo rayedarê PDK'ê şer bi dehan salan e hene û got, "Şerê li hemberî Bexdayê, operasyonên artêşa Tirk, êrîşa kîmyewî (Helepçe), pevçûna bira ya Kurd... Aştî di nava şer de bi tenê navberek bû."

Thomas Schmid ragihand ku tê xwestin ku Kerkûk weke bajarê Kurdan bimîne û got, "Di gelek aliyên vî şerî de şensê pêkanîna xeyala dewleta serbixwe ya Kurdan ku dewlemendê petrolê Kerkûk jî di nav de ye, heye.