1 deqîqe xwendin

Gerîllayên FARC´ê dixwazin li gel kurdan li dijî DAÎŞ´ê şer bikin

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

FARC amadekarî dike ku li gel YPG´ê li dijî DAÎŞ´ê têbikoşe

Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) ku ev 50 sal in li dijî artêşa Kolombiyayê şer dike da xuyakirin ku ew dikarin li Rojava, li dijî DAÎŞ´ê têbikoşin.

Fermandarê FARC´ê Alexandra Narino ku li Kuba´yê di nav pevajoya muzakereyên bi hukûmeta Kolombiyayê re de ye got gerîllayên FARC´ê dixwazin li Rojava, li dijî DAÎŞ´ê şer bikin.

Narîno da zanîn ku pêvajoya bi hukûmeta Kolombiyayê re berdewam dike û piştî encameka dawî bi hukûmetê re bigirin dê gerîllayên FARC´ê yekser bi rêya dewleta Kolombiyayê ji bo bi DAÎŞ û rêxistinên din re têbikoşin dê biçine Rojava. Narino her wiha da zanîn ku ew bi YPGê re jî di nav têkiliyê de ne.