Mem Ararat di vîdeoya xwe ya dawî de, pirsgirêka xwe ya bi Kom Muzîkê re (mafên albûman, kontrola aborî û monopol) ji civaka Kurd re vedibêje. Ev bûyer ne tenê pirsgirêkeka ferdî ye, lê di heman demê de nîşana fenomeneka kûrtir e.
Tansiyona navbera dogmatîzm-ortodoksiya siyasî û azadiya hunerî.
Di dîroka tevgerên azadiyê de, huner her gav di navbera du polan de maye:
• Hunera wek amûra têkoşînê (propaganda an jî hunera “bişaftî” ya Gramsciyan)
• Hunera wek azadiya mirovî (estetîk, kesayet û afirîneriya serbixwe)
Theodor Adorno û Max Horkheimer di “Dialektîka Ronakbîriyê” de hişyar dikin ku çand dikeve bin monopola saziyekê (çi dewlet be, çi partî), ew dibe “pîşesaziya çandê” û azadiya afirîneriyê dikuje. Di vê çarçoveyê de, saziyên bi Tevgerê ve girêdayî ne (li Tirkiye û Ewropayê), bi monopolkirina hunerê, ne tenê aboriyê, lê di heman demê de qada giyanî û estetîk jî dixin bin kontrola xwe. Ev pratîk, paradokseka kûr çêdike: Tevgereke li dijî netewe-dewlet û monopolên kapîtalîst têdikoşe, di qada çandî de bi xwe monopol û mekanîzmayên kontrolê diafirîne. Ev jî tam “dogmatîzma siyasî” ye ku John Holloway jî hişyar dike — rawestana siyasî dibe dogma û rê li ber her tiştê din digire.
Mînakên Cîhanê
Yekîtiya Sovyetê: Realîzma Sosyalîst ji neçarî. Hunermendên wekî Akhmatova, Mandelstam an jî Shostakovich bi darê zorê kirin bin kontrolê. Yên serbixwe hatin lanetkirin an jî bêdengkirin.
Çîn a Mao: Di dema Şoreşa Çandî ya Mezin de, hunera "serbixwe" wekî "burjuwazî" û "li dijî gel", hate nîşandan.
Kuba: Hunermendên mîna Silvio Rodriguez di destpêkê de piştgiriya şoreşê kiribûn, lê piştre pirê wan bi pergalê re ketin nava nakokî û pevçûnan, lewra azadiya wan a afirîneriya hunerî hatibû bisînorkirin.
Di tevgerên neteweyî de jî (wekî hin partiyên Îrlandayî an Baskî) carinan heman mekanîzma xwe dide der: hunermendên ne li ser “xeta fermî” ne, tên marjînalîzekirin.
Di hemû van mînakan de encam yek e: Gava dogmatîzm serdest dibe, huner dibe amûrek, lê êdî nabe huner. Afirînerî dimire, kalîte kêm dibe û gel jî ji hunera “fermî” dûr dikeve.
Çareseriya Rast
Tevgera Azadiyê divê monopola çandî bişkîne. Hunermendên serbixwe wekî Mem Ararat dijmin nînin; ew dikarin bibine pireke navbera têkoşînê û civakê. Azadiya hunerî ne li dijî têkoşînê ye, berevajî, ew dewlemendiya wê ye.
Dogmatîzm çavan kor dike û di dawiyê de tevgerê qels dike. Ya rast ew e ku tevger bi pêbawerî û bixwebaweriyeka mezin rê li ber hunera serbixwe veke, wê biparêze û bihêle ku ew bi awayê xwe yê xwezayî xizmetê ji gel re bike. Ev ne “tasfiyekarî” ye, ev pêşketin e. Di dawiyê de, huner herî zêde dema azad be, dikare xurt, bi ber û berhem be. Tevger jî wisa.
Amîda Kurd | Swêd