ZUHAL ATLAN
STENBOL (DÎHA) - Li Tirkiyeyê gelek çandên ku dijîn ji ber polîtîkayên qirkirinê yên dewletê gelek zimanên zikmakî li ber talukeya windabûnê ne. Di 21'ê Sibata Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê welatiyên kurd, laz, abaza û ermeniyan li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê bi zimanên xwe yên zikmakî peyama "Em bi zimanê xwe yê dayîk biaxivin û bidin jiyîn." dan.
NY'ê ji bo balê bikşîne ser talukeya tunebûna zimanan di 1999'an de 21'ê Sibatê weke Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan kir. Bi minasebeta roja ziman ji bo her sal zimanek winda nebe divê pergala perwerdehiya zimanê zikmakî pêk bê. Lê ligel vê yêkê li Tirkiyeyê gelên weke kurd, ermenî, rum, pomak, laz, çerkez, ereb, suryanî û gelek gelên din dijîn hêj perwerdehiya zimanê zikmakî bi "dersên bijartî" sînor dikin. Gelên ji bo zimanê xwe azadî xwestin daxwazên xwe bi zimanên xwe anîn ziman.
'Nananenate osinapu mtelişi hakkiren'
Li gorî "Atlasa Zimanên Di bin Talukeyê de" ya UNESCO'yê li cîhanê 6 hezar û 700 ziman hene û ji wan 2 hezar û 400 ziman li ber talukeya windabûnêne. Li gorî atlasê li Tirkiyeyê zimanên ermenî, dimîlkî, lazî, hemşînî, abazayî, abhazayî, romanî, suryanî, turoyo, mlahso, kapadokya, pontusa yunanî, ladîno, gagavuzî, ermeniya rojava, hertevîn û ubihçayî talukeya windabûnê dijîn. Ji zimanên li ber talukeya windabûnê yêk jî lazî ye. Sekreterê Giştî yê Komeleya Piştevaniya Lazî Jale Yanik bi zimanê xwe wiha bang kir: "Nananenate osinapu mtelişi hakkiren" Yanî "Bi zimanê xwe axivîn mafê hemû kesî ye" Yanik balkişand ser talukeya windabûna lazî û wiha got: "Bila zarok û kesên din bi lazî biaxivin. Zimanê me tê jibîrkirin. Bi lazî biaxivin."
'Tzeghabaşdutyunı gısbanne, mayreni lezun gyank e'
Aktîvîstê Ermenî Nivart Bakircioglu jî diyar kir ku zimanê ermenî ji ber polîtîkayên dewletê yên asîmîlasyonê li ber tunebûnê ye û divê hemû kes bi zimanê xwe biaxive û xwedlî zimanê xwe derbikeve û wiha bang kir: "Tzeghabaşdutyunı gısbanne, mayreni lezun gyank e. 'Nîjadperestî dikuje zimanê zikmakî jiyan e'" Bakircioglu diyar kir ku zimanê zikmakî mirov dike mirov û wiha got: "Zimanê zikmakî ji bo kesayeta mirov pêk bê piştevaniya herî serek ye. Al û sînor diguherîn lê zimanê zikmakî nayê guherîn. Divê hemû kes bi zimanê xwe biaxive û biparêze."
'Zdats zmam ajülar,adats zmam ats'la eipş'up'
Aktîvîstê Abazayî Gunda Korkut jî balkişand ser windabûna zimanan û bi pêşgotina abazayî ya "Gelê zimanê wî tunebe weke dar bê reh e" girîngiya ziman anî ziman û bi zimanê xwe yê zikmakî wiha bang kir: "Zdats zmam ajülar,adats zmam ats'la eipş'up" Korkut wiha got: "Bila dayîk bi zimanê xwe bi zarokan re biaxivin. Zimanê me xizîna me ye. Bila hemû kes bi zimanê xwe biaxive."
'Janê diya xo qeseb bike'
Jina bi navê Turkan Esen jî bi zaravayê Kurmançkî yê kurd got, "Janê diya xo qeseb bike" Esen diyar kir ku mafê hemû kesî heye li her qadê zimanê xwe bikarbîne.
'Bi zarokên xwe re bi zimanê zikmakî biaxivin'
Jina bi navê Sureyya Aydin jî diyar kir ku kurdî bi salane rastî polîtîkayên asîmîlasyonên dewletê tê û wiha bang li dayîkan kir: "Bi zarokên xwe re bi zimanê zikmakî biaxivin" kir.
(bd)