2 deqîqe xwendin

Ji Weşanxaneya Ronahî berhema Arjen Arî

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Ji Weşanxaneya Ronahî berhemeke nû ya helbestkarê navdar Arjen Arî derçû

Ji Weşanxaneya Ronahî berhemeke nû ya helbestkarê navdar Arjen Arî derçû. Berhema Arjen Arî ya bi navê “Gorî û Bindest” bi şêwaza vebêjiyê hatiye li darxistin û di vê berhemê de Mamoste Arjen Arî weke ku bi xwendekarên xwe re bikeve goftûgoyeke kûr, dilê xwe vedike û pêşkeşî xwendekarê xwe dike. Meriv di vê berhemê de pêrgî hinek aliyên Arjen Arî yê veşirî tê. Ne tenê wek kurdekî rewşenbîr û helbestkar, di heman demê de weke kurdekî ji rêzê yê ku êşa bindestiyê dikêşe, yê ku şerm dike ji bindestiya xwe û hûr dibe li ser têgehên wek azadî, rûmet, xwebûnê disekine jî li pêşber meriv e Arjen Arî di vê berhemê de. Edîtoriya berhemê ji aliyê Mihemed Ronahî ve hatiye kirin. Ji berhemê beşek; Dibêjim… Dibêjim, “ez helbesta xwe, ew fermanan dinûsin. “ Dibêjim, “ew teyren goştxwir in li ser hêlîna heyînê dilûsin” Dibêjim, “çaven van ji reşahiya bindestiyê diçurisin. “ Dibêjim, “tu na carekê, sê carî bindest î, bira: Carekê bindestê serdestên xwe. Carekê bindestê bindestên xwe Carekê jî…bindestê serbindestên xwe. . “ Ez jî dipêm pê re. Û ew bêdeng dimîne. Tê derdixim ku “çemek rûye beqê şil nake” Ji nişka ve dibêjim, “weyyyyy tifuuuu li çîroka bindestiya te be”