Amîda Kurd: Birêz
Rêzan Tovjîn, ya rast hejmara kesên te nas dikin pir zêde ye. Bi
taybetî li ser qada nîgaşî. Kesên
bi bernamenûsiyê re têkildar in û yên ku bi kurdîkirina
bernameyan re têkildar in jixwe dizanin. Lê dîsa jî tu dikarî bi
kinasî xwe bidî nasîn.
Rêzan Tovjîn:
Piralî bûn carinan avantaj e, carinan dez-avantaj e. Lê ez kesekî
piralî me. Nivîskar, bernamenûs, şêwirmendê IT, mamosteyê Hard
Ware, mamosteyê Cisco, wergêr û hinekî jî siyaset. Ji ber ku
dema min dest bi dibistanê kir kurdî qedexe bû, heta kurdbûn
qedexe bû, min kêmaniya zimên pir kişand. Ji ber wê di dibistanê
de û di hemû xwendinên xwe de, her ku min çavkaniyek bi zimanekî
biyanî dît, min dilê xwe bijand kurdiya wê. Min xwest tiştekî
wisa bi kurdî jî hebe. We bizaniya bê min çend pirtûkên biyanî
nîvçe hiştine, ji ber ku min xwendin û wergera wan bi hev re dest
pê kiriye. Piralîbûn dez-avantaj e. Mirov nikare tu karan bibe
serî. Jixwe rexneya ku herî pir li min dibe jî, li min tê jî ev
e. Lê ji ber vê piralîbûnê, min di karê xwe de her alî dît,
ji hemû aliyan hinekî fam kir.
Di
salên 1980'an de rojnameyên kurdan nemabûn. Di salên 1990'î de
nû dest pê kirin. Ulkede Gundem rojnameyek heftane bû, tekane bû.
Ez jî xwendekarê dibistana Amadehiyê bûm. Hingî ku çûm û
hatim, min hew dît ku ez bûme yek ji xebatkarên wê. Ew hat girtin
û kîjan rojname vebû, ez tê de xebitîm. Heta ku di sala 1995'an
de li buroya Mêrdîn a rojnameyê ez bi tenê mam û 17 salî bûm.
Hingê hatim girtin û heta 2001'ê de girtîgehê de mam. Di 2001'ê
de şer rawestiya bû, an jî em bêjin agirbesta yek alî hebû. Ne
tenê ew, paradîgma jî guherîbû. Min dest bi xwendinê kir. Min
pêşî ji Hard Ware (req alav) dest pê kir. Di sala 2004'an de li
Azadiya Welat min dest bi edîtoriyê kir û di heman salê de min
dest bi wergerandina bernameyên komputerê kir. Ev bû destpêka IT
ya kurdî.
Amîda
Kurd: Heta wê demê tiştekî bi kurdî tunebû?
Rêzan Tovjîn:
Hem wekî werger, hem jî wekî afirandina bi kurdî tiştek tunebû.
Îro jî ji bilî Koberzê fîrmayeke ku bi kurdî bernameyan
diafirîne û bi vî rengî nav dabe tune. Her kesî ez wekî wergêrê
vî karî nas kirim, ji ber ku di 2004'an de min û Rizoyê Xerzî li
Azadiya Welat cara yekem geroka Opera (Opera Browser) wergerand
kurdî. Cara yekem di kurdî de me ji gotinên îngilîzî yên wekî
preferences (vebijark), favorite (bijare) û
bi sedan bêjeyên din re bersiva kurdî afirand. Derfetek me ya baş
hebû ku li Azadiya Welat kesekî wekî Samî Tan hebû. Dîsa me bi
hêsanî dikaribû bi Zana Farqînî re bidin û bistînin. Hîn ji
salên 1997-2000'an ve, ji salên girtîgehê ve, min bi riya nameyan
digel Zana Farqînî têkilî danîbû. Di her nameyê de min
lîsteyek gotinên kurdî ku nayên zanîn dinivîsand. Di cilda
ferhenga Kurdî-Tirkî de spasiya xwe ji bo vê yekê kiriye.
Dûre
di wergera Ubuntu de digel Rizoyê Xerzî me ferhenga bingehîn
derxist holê. Elîxan Loran jî dûre beşdarî nav me bû û bi
rastî bingeha zimanê teknîk ê kurdî heta sala 1996'an ava bû.
Ji wê salê û pê ve min dest ji wergerandina bernameyan berda. Ta
kurdîkirina Facebookê jî, min dest neda vî karî.
Amîda Kurd:
Rojekê di Amîda Kurd de nûçeyek derket. Li gor nûçeyê te di
Facebookê de, di beşa pirtûkan de romaneneke Helîm Yûsiv bi cih
kiriye û beşa tirkî ya Facebookê ev pirtûk bi hinceta
cudaxwaziyê ji wir rakiriye. Te jî kampanya kurdîkirina Facebookê
daye destpêkirin, da ku tirk nikaribin têkildarî weşanên kurdî
bibin. Dûre jixwe em dizanin ku Facebookê ev kampanya dît û kurdî
qebûl kir. Lê dûre tu winda bûyî.
Rêzan Tovjîn:
Facebookê piştî demeke dirêj hesabê min girt. Min jî serî lê
neda û careke din hesabekî din venekir. Ez di ser kumê xwe re me,
ew Facebook be jî, yê ku bê pirs û lêpirsîn der barê min de
biryaran bide, li zerarê ye. Min ji tunebûna Facebookê tu zerar
nedît, lê heke Facebookê ez qedexe nekirima, tê zanîn di
destpêka kurdîkirina wê de hejmara kesên kurdî bi kar dianîn ji
200 hezarî derbas bûbû. Îro dê herî kêm 500 hezar bûya, lê
li dora 100 hezarî ye. Ez ji çavên fîrmayeke IT li meselê
dinihêrim. Ez rêveberê Facebookê bim, madem min zimanekî nû li
pergala xwe zêde kiriye, divê di wî zimanî de, di nav wê netewê
de jî belav bibim. Di wê netewê de divê di pêşiya Twitter û
Google Plus de bim. Niha bi kurdîkirina Twitterê ez ê nîşanî
Facebookê bidim ku hebûn û tunebûna min tê çi wateyê (bi
henek).
Ya rast êdî bala min ne
li ser wergerê ye. Ev sê sal in, bi avabûna Koberzê re em
bernameyên kurdî diafirînin. Lê ne bi henekan. Bernameyên ku me
afirandine bê raqîb in. Di qada xwe de bernameyên tekane ne. Tu
ajans îro wekî Jinha di warê webê de ne pêşketî ye. Me ji wan
re pergalek, bernameyek nivîsand ku tu ajans wê teknolojiyê bi kar
nînin. Me ji Baroya Amedê re bernameyek nivîsand ku li Tirkiyeyê
jî, li Ewropa jî tu baro pergalek ewqasî pêşketî bi kar nîne.
Bernamenûsên kurd li bin
banê Koberzê navê xwe li cîhana nivîsbariyê nivîsandin. Ev sê
salên pêşî bi vî rengî derbas bûn.
Amîda Kurd: Bernamenûsên
kurd bi vî rengî nayên nasîn. Li çar parçeyên Kurdistanê
karên bernamenûsî û nivîsbariyê bi fîrmayên biyanî tên
kirin.
Rêzan Tovjîn: Ev sê
sal in em vala nemane. Me di sê salan de 12 bernameyên bê raqîb
derxistin holê. Hinek ji van bernameyan ji aliyê holdingan ve tên
bikaranîn, ku karên xwe yên aboriyê pê dikin. Hinek palûke
(fabrîke) di warê şopandina hilberîn, firotin û sotkê de
bernameyên me bi kar tînin. Lê dîsa jî em têra hilberîna
Kurdistanê nakin. Di sala 2013'an de em hejmara xebatkarên xwe ji
%200 zêde dikin. Bi vî rengî em kapasîteya xwe ya hilberînê
derdixin asta ku hindiktir kar biçin dervê welat.
Amîda Kurd: Di warê
danasîn û reklamê de we di van sê salan de tiştek kir, an na?
Rêzan Tovjîn: Na!
Me pêwistî nedît. Hejmara xebatkarê me di sala 2010-11'an de 5
bû. Perwerdekirina xebatkarên nû karekî zehmet e. Di 2012'an de
me polîtîka xwe guherand. Êdî em tenê kesên ku zanîngeh kuta
kiribin digirin kar. Ew di perwerdeyê de zûtir bi ser dikevin. Dîsa
jî xebatkarên ku Design û Bernamenûsî xwendibin û bi kêrî vî
karî bên hindik in. Li dibistanên Tirkiyeyê kalîteya perwerdeyê
kêm e. Heta em wan ji nû ve perwerde nekin, nikarin beşdarî
hilberînê bibin. Ji ber vê kapasîteya me ya fabrîkasyon tune,
hilberîna me giran e. Me reklam bikira, me karên zêde bistenda jî
me nikaribû bigihanda. Em dizanin biafirînin, lê karê ku 5 kes
bikin û 15 kes bikin ne wekî hev e. Ji ber wê me karên giran
standin, yên ku fîrmayên herêmê nikarin biafirînin. Me hindik
kar girtin, lê me karên herî mezin girtin.
Amîda Kurd: Di vî
warî de we çi destek dîtin?
Rêzan Tovjîn: Ez
dîsa di ser kumê xwe re biaxivim. Ez kesekî ku vê qadê destek
bike nas nakim. Yekî ku bêje "ez heme" jî ez wî/ê nas
nakim. Ez di wateya "ez wî/ê nahesibînim" de dibêjim ez
nas nakim. Tune. Ji bo hebe, divê girîngiya vê qadê nas bike,
bizane. Sermayeya me ya mezin hebûya, me dê îro ji qada fezayê re
bernamenûsî bikira. Lê roja me Koberz ava kir, min mase û
komputera xwe ya malê bir buroyê. Bi karê yekem me mobîlya û
komputer standin, bi karê duyem me xebatkar girtin kar, bi karê
sêyem me komputer û xebatkarên nû girtin.
Ez timî dibêjim, em kurd
belkî nikarin fabrîkeya Samsungê çêkin. Ewqas pêşketin bi me
re tune. Lê nivîsbarî karê mejî ye. Bingeh mejî ye, amûr jî
perwerde ye. Ev her du jî bi me re hene. Nexwe em dikarin ji
Samsungê re bernameyan biafirînin. Jixwe tu bernameyê ji telefonê
derxî, li holê dimîne hinek lek û hinek alîmunyûm. Tişta ku
ruh dide reqalavê bername ye. Em kurd dikarin bi aboriya
bernamenûsiyê bingeha reqalaviyê derxin holê. Kî wiha kûr û
dûr difikire ku rabe razemeniyê li vê qadê bike? Yê sermayeya wî
hebe berê xwe dide reqalavan, dide kirîn û firotinê, dide
avasaziyê, an bayîtiya markayeke navdayî.
Amîda Kurd: Belê
gelek spas. Lê guhartoya pergala Amîda Kurd, Karger 2.0 kengî dê
derkeve? Em li hêviya wê req bûn.
Rêzan Tovjîn: Karger
2.0 amade ye. Lê server a Amîda Kurd ji bo teknolojiyên ku Karger
2.0 bi kar tîne, ne bikêrhatî ye. Divê
ew bê guhartin. Ew jî pir biha ye. Kirya wê ya salane 10 hezar
dolar e. Dema we ew guhart, dê were sazkirin.
Amîda Kurd:
Em bên ser cîhana IT'yê. Teknolojiyên Ragihandinê. Tu dikarî ji
me re vê cîhanê vebêjî?
Rêzan Tovjîn:
Ev cîhan bi sê tîşan pêşve diçe. Yek di qada bazirganiyê de
ye. Yek di qada fezayê de ye. Yek jî di qada şer de ye.
Bala
her kesî li ser pêşketinên beşa bazirganî de ye. Van salên
dawî vê beşê bi amûrên Apple nav da. Amûrên mobîl ku Apple
afiran, ev qad derbasî dewraneke nû kir. Di demek kin de Windows û
Google jî di vê qadê de derketin pêş. Lê Google di vê qadê de
îro li pêşiya hemûyan e. Bernameya Google'ê Android îro di qada
mobîl de, herî kêm ji alî %65'an ve tê bikaranîn. Yanî ji
xwediyên amûrên mobîl %65 androidê bi kar tînin. Windows di
%7'an de maye, para mayî jî ji Apple'ê re maye.
Ev
qad dê hîn pêşve here. Bernameyên mobîl, dê bi saya Google
têkevin dirbên nû. Em ê berçavkên wisa têxin çavên xwe, ku
ema em derketin ser rê, nîşanî me bidin bê em li ku ne. Dema me
li wêneyekî bilboardê nihêrî, ji me re navê hunermendê di wêne
de xuya dike binivîse. Yanî telefonên destan dê ranebin, lê
berçavk di qadek mezin de dê şûna wan bigire. Çawa ku îro hem
kovarên ser kaxezê hene, hem malper hene, dê berçavkên nû jî
wekî malperan şûna nû bigirin.
Siwareyên
ku em lê siwar dibin jî dê wekî amûrên mobîl êdî baqil bin.
Tu çiqasî pê li gazê dikî bike, ew dê tenê li gor rewşa rê
lezgîn here, siwareya pêşiya te ne lezgîn be, an riya
derbaskirina wê tune be, dê siwareya te jî lezgîntir neçe. Dema
tu bi telefonê biaxivî dê dîreksiyon ji kontrola te derkeve û dê
pîlot siwareyê ji te jêhatîtir û ewletir bajo.
Di
qada fezayê de jî pêşketin hene. Mirov êdî siwareyan bi
dûresazê (kumanda) li Marsê bi kar tînin. Bi rojan digerînin,
keviran parçe dikin, karên laboratûwarî dikin, ceribandinan
dikin. Dê bi afirandina qadek fezayê ev kar bidome û dê komek
mirov êdî li fezayê bijîn.
Di
qada şer de jî Teknolojiya Ragihandinê dê encamdêr be. Dê li
şûna leşkeran robot alavan hilgirin û derxin serê çiyayan. Dê
li şûna balefirên mezin, balefirên bi qasî balindeyan, bi çekên
lazer êrîş bikin. Dê baqil bin. Û her wekî berçavka Google,
dema tu dîtin, dê te nas bikin, dema çiyayek dîtin dê nas bikin,
dema darek dîtin dê nas bikin. Dê bi hev re bikaribin têkiliyê
daynin, dê ji hev alîkariyê bixwazin. Dê
refên balefirên wekî balindeyan mezin êrîşî dijminan bikin.
Ji
bilî wan ên mîkro, dê balefirên makro jî derkevin holê.
Balefirên mezin, ku 300-400 balefir tê de hebin jî dê peyda
bibin. Lê êdî dê mirov balefiran najon.
Û
em ê wan rojan bibînin, ku dê mirovahî di gelek qadan de
pêşketina teknolojiyê û ceribandinan qedexe bike. Ji bo mirovahî
tune nebe, ev jî dê bibe.
Wekî
encam, hinek mirovên ku îro dijîn, dê 300-400 salî bijîn. Dê
mirovên ku hestiyên wan ji pola çêbibin û temenê wan gelekî
dirêj çêbibin. Dê her tiştê wan xwezayî be, lê di laşê wan
de dê tiştên qels û lawaz hatibin xurtkirin.
Heke
hûn dixwazin wan rojan bibînin, xwe ji xwarinên giran dûr bixin,
gîha û pincaran bixwin, qehwe û vexwarinên bi gaz venexwin û
wîtamîn û proteînên pêwist peyda bikin.
Amîda Kurd:
Bi rastî ev pêşdîtinên gelekî kûr bûn. Xuya ye ku bi kûrahî
vê cîhanê dişopînî. Em gelekî spasiya te dikin. Bi hêviya
bernamenûsên kurd li cîhanê nav bidin.
Rêzan Tovjîn:
Spas xweş.