4 deqîqe xwendin

Li Başûrê Kurdistanê krîza aborî

MF
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

SILÊMANIYE - HALÎT ERMÎŞ / ANF Li Başûrê Kurdistanê, pirsgireka nedayîna budçeyê ya di navbera hikûmeta herêmî û hikûmeta navendî ya Iraqê de rû da, ji karmendên dewletê heta pêşmergeyan, ji sektora înşaetê heta esnafan weke krîza aboriyê bandorê li tevahiya civakê dike. Gel destnîşan dike ku her du hikûmet jî ji krîzê berpirsyar in û dibêje, "Mîna ku her tiştî îflas kiriye. Mirov bêçare ne. Hûn bixebitin jî pere nîne, hûn nexebitin jî."

Herçend hikûmeta herêmî sedema krîza aboriyê bi nedayîna budçeyê ji aliyê hikûmeta navendî û êrîşên DAIŞ'ê ve girê bide jî, gumanên civakê yên li ser hatineyê petrolê ku çavkaniya bingehîn a aboriya herêmê ye, zêde dibin û hikûmet nikare aşkera bike ku hatineyên petrolê bi ku ve diçin.

Gelê herêmê ku ji ber kûrbûna krîza aboriyê hêza kirînê qels bûye, ji ANF'ê re axivî û dixwaze ev prisgirêk tavilê bê çareserkirin.

'MÎNA KU HER TIŞTÎ ÎFLAS KIRIBE'

Cebar Xafûr: Krîza aboriyê jiyan tengav kir. Em ketin rewşeke ku nizanin çi bikin. Mîna ku li vî welatî her tiştî îflas kiriye. Mirov bêçare ne. Hûn bixebitin jî pere nîne, nexebitin jî. Ya rast karekî were kirin jî nîne. Hewl didin pirsgirêkê bi budçeyê vebêjin. Wê demê divê tavilê vê pirsgirêkê çareser bikin. Maeş nayên dayîn. Bi nedayîna maeşan re nabe ku gel were cezakirin.

'BAZAR HEMA BÊJIN TÊK ÇÛYE'

Esnafê bi navê Cemal: Bazar hema bêjin têk çûye, bandoreke neyînî li hemû esnafan kir. Li welêt çavkaniya herî mezin a hatineyê maeş e. Eger gel nikaribe maeşê xwe werbigire, hingî hêza xwe ya kirînê jî nîne. Lewma ev yek yekser bandorê li me dike. Ji ber vê yekê ji rayedaran dixwazin ku li hemberî vê krîzê tavilê tedbîran werbigirin.

'PEREYÊ PETROLÊ BI KU VE DIÇE?'

Hejar Kerîm ê li bazara Silêmaniyeyê esnafiyê dike: Di nava civakê de mirovekî bi tenê nemaye ku neketiye bin bandora krîzê. Hêza kirînê bi qasî nîvî kêm bûye. Petrola me heye, em difiroşin lê pere tineye. Divê em sînorên xwe yên bi hikûmeta navendî re li ser bingeheke rast diyar bikin. Petrol ji Kurdistanê diçe lê pere nayê. Rayedar vê dibêjin. Eger pere tê jî kes nizane bi ku ve diçe. Parlamenterên me jî li Bexdayê rûdinên, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê tiştekî nakin.

'BI RÛNIŞTINA LI SER KURSIYÊN XWE RE NIKARIN VÊ KRÎZÊ ÇARESER BIKIN'

Mûsa Hesen ê li Silêmaniyeyê çaykariyê dike: Mirovekî ji rêzê yê neketiye bin bandora krîza aboriyê jî nîne. Her kes bi awayekî cidî ketiye bin bandora vê krîzê. Rayedar bi rûniştina li ser kursiyên xwer e nikare vê krîzê çareser bikin. Gel li bendê ye ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Dibêjin hikûmeta navendî budçeyê nade. Yên ku vê budçeyê werbigirin, yên vî welatî bi rêve dibin e. Pirsgirêk, bi nîqaşkirina di televîzyonan de nayê çareserkirin. Divê di pratîkê de tedbîr werin girtin.

'HER DU HIKÛMET JÎ BERPIRSYAR IN'

Mamoste Serko Elî: Krîza aboriyê ya li welatê me eger li welatekî din rû dabûya, wê dîsa herî zêde bandor li derdorên berfireh ên gel bikira. Ji ber vê yekê di nava me de jî herî zêde gel dikeve bin bandora vê krîzê. Bazirganî ket, li bazarê firotin ket, karmend nikarin heqdestên xwe bigirin. Ev tê wateya 'krîz'ê. Berpirsyarên vê her du hikûmet in. Ji ber hevrikiya siyasetên dijber ên her du hikûmetan e. Lê belê her du hikûmet jî xwe nêzî hev nakin ku vê pirsgirêkê bi lihevkirinê çareser bikin. Sermayeya li welêt biçûk nîne. Bi vê sermayeyê re pirsgirêk dikarin çareser bibin. Li welatekî din hebûya, wê gelek pirsgirêk bihata çareserkirin. Lê belê ji ber ku sermayeya li welatê me bi tenê diherike bêrîka hin kesan, pirsgirêkên welêt û gel çareser nabin. Ez ne bawerim ku ev pirsgirêk bi lez çareser bibe. Ji ber ku di sala 2014'an de gotin wê krîz çareser bibe, lê em di sala 2015'an de ne hînê krîz çareser nebûye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêwîstî bi bikaranîna rêyên zehmet nîne. Alî dikarin li hev rûnên bi hev re biaxivin û çareser bikin.