Li Brîtanyayê Piştî Mirina Simon Andriesz Banga Lêkolîna li Ser Helwesta FCA'yê Hat Kirin

Piştî mirina Simon Andriesz, parlamenterên Brîtanyayê daxwaza vekolîna helwesta FCA'yê ya li ser agahdarkeran kirin.

Piştî agahdarkerê darayî yê Brîtanyayê Simon Andriesz jiyana xwe ji dest da, parlamenterên Brîtanyayê banga vekirina lêkolîneke fermî û serbixwe li ser helwesta Desteya Çavdêriya Darayî (FCA) kirin. Andriesz 35 salan di sektora kaxezên bihadar de kar kiribû, li dijî şîrketa xwe ya berê ya Wall Streetê derketibû û sextekariyên darayî yên veşartî eşkere kiribû.

Li gor BBC'yê weşandiye, dosyaya Simon Andriesz di 14'ê Tîrmehê de di bernameya lêkolînê ya File on 4 Investigates de bi sernavê "Epstein Files: Lutnick, the Royals and the British Whistleblower" hatibû belavkirin. Andriesz di vê bernameyê de diyar kiribû, şîrketa wî têkiliyên bazirganî yên bi fînansorê navdar Jeffrey Epstein re veşartine.

Simon Andriesz di sala 2016'an de li ser binpêkirinên hesaban hişyariya hundirîn dabû û ji ber vê yekê di 2017'an de ji kar hatibû derxistin. Tevî ku saziyên fermî yên Amerîkayê û Daîreya Dahat û Gumrukê ya Brîtanyayê rastiya îdiayên wî pesend kiribûn, FCA'yê parastina pêwîst neda wî.

Li gor Financial Planning Todayê weşandiye, karbidestekî FCA'yê şîreteke çewt dabû Andriesz û gotibû, ji ber nasnameya wî eşkere bûye, mafê wî yê parastina qanûnî nîne. FCA'yê piştre lêborîn xwest û qebûl kir, ev şîret çewt bû. Serokê Koma Parlamentoyê ya li Dijî Sextekariya Veberhênanê John McDonnell ragihand, divê lêkolîneke giştî li ser têkçûnên pergalî yên saziyê were kirin.

Wêne: Amîda Kurd / Sembolîk