Li Hisiça di navbera aliyan de alozî derket û ala partiyeke Kurd hat şewitandin
Li Hisiça xwepêşandana komek welatiyên Ereb bû sedema aloziyê û ala partiyeke Kurd hat şewitandin.
Îro, 2'yê Kewçêra 2026'an, li bajarê Hisiçayê yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandaneke berfireh çêbû û di encamê de alozî derket. Bi dehan niştecihên taxa Xwêranê û derdora wê derketin kolanan û daxwaz kirin ku hikûmeta Colanî ya Sûrî desthilata xwe bi temamî li ser tevahiya navçeyên parêzgeha Hisiçayê bi cî bike.
Beriya destpêkirina çalakiyê, hêzên ewlehiyê li kolanên sereke û li dora taxa Xwêranê hatibûn bicihkirin. Lê dema xwepêşander gihîştin Qada Aşitiyê ya li navenda bajêr, hejmarek ji beşdaran ala partiyeke Kurd şewitandin û vê yekê di nav civakê de bertekeke mezin peyda kir. Her wiha hat ragihandin, li bajarên Reqa û Serê Kaniyê jî ji bo piştevaniya daxwazên xwepêşanderên Hisiçayê kombûn çêbûne.
Ev aloziya nû di demekê de derdikeve ku hikûmeta Sûrî û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD'ê) di nav danûstandinên giran de ne, ji bo bicîkirina xalên peymana 29'ê Rêbendana 2026'an. Armanca vê rêkeftinê ew e ku saziyên sivîl, leşkerî û ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser di nav dezgehên fermî yên dewletê de werin helandin.
Serokê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Ebdulrehman, li ser vê mijarê ji çavkaniya Rûdawê re ragihand, wan di rojên borî de bi berdewamî çavdêriya wan bangewaziyan kiriye ku daxwaza van xwepêşandanan dikirin û di hin ji wan de gotarên tewz, handan û nefretê yên li dijî kurdan hebûne.
Li aliyê din Nûçe TV radigihîne ku girseyek Kurd jî piştî şewitandina ala partiyek Kurd derketine qadan û ala Rojava li hinek saziyan hatiye daliqandin.
Wêne: Nûçe TV