1 deqîqe xwendin

Li Kobanê şer û pevçûn

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

KOBANÊ-ANHA Li Herêma Kobanê di navbera Yekîneyên Parastina Gel û komên çete li gundên rojavayê herêma Kobanê şer û pevçûn derketin, heta seatên sibehê berdewam kirin.

Duh li Herêma Kobanê di seat 6 ê êvarê de di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çeteyên DAIŞ’ê li gundên Talik, Zerik û Derbazin ên girêdayî Herêmê Kobanê şer û pevçûn rûdan, heta seatên sibehê şer berdewam kir. Her wiha çeteyan gund bi tangan toparan kirin.

Di encama şer û pevçûnên di navbera YPG’ê û komên çete de hejmarek çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û birîndarkirin. Her wiha çeteyên DAIŞ li gundê Geteş rasti bombeyeki hatin li nav komên çete de teqiya.

(bş/ra)