1 deqîqe xwendin

Li Oremarê gelek leşker hatin kuştin, 8 cenaze di bin kontrola gerîla de ne

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Hat ragihandin, di şer de gelek leşker hatine kuştin û cenazeyên 8 ji wan li herêma di bin kontrola gerîla de ne

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Li herêma Oremarê ya Geverê, di navbera hêzên gerîla û artêşa Tirk de şerekî dijwar diqewime. Hat ragihandin, di vî şerî de gelek leşker hatine kuştin û cenazeyên 8 ji wan li herêma di bin kontrola gerîla de ne.

Li gorî agahiyan, şerê li herêma Oremarê yê navbera artêşa Tirk û gerîlayên HPG û YJA Starê, didome.

Hat ragihandin, balafirên şer ên artêşa Tirk jî bombe li qada şer barandine.

Tê payîn HPG di nava rojê de daxuyaniyekê li ser mijarê bide.