Li Sûrî hevsengî têk diçin: Şam di bin zexta alozî û bazaran de ye

Zextên li ser Rêveberiya Şamê, tevgerên leşkerî yên li herêmê û bazarên hêzên cîhanî aloziya li Sûrî kûrtir dikin.

Aloziya kûr a li Rojhilata Navîn û lêgerînên hêzên herêmî yên ji bo pêgehên nû li ser axa Sûrî, xeteka nû ya nakokiyan çêdike ku ji proseya veguhêz a li Şamê heta hevsengiyên ewlehiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûrî belav dibe.

Pevçûnên berjewendiyan ên navbera Turkî, Îsraîl, DYA û Erebistana Siûdî, tevî nerazîbûnên di nav artêş û eşîran de, rewşa Rêveberiya Veguhêz a Şamê ber bi krîzeka dijwartir ve dibe.

Li gor Ajansa Mezopotamyayê weşandiye, zêdebûna sewqiyatên leşkerî yên Enqereyê yên ber bi Humusê ve û hewldanên dîplomatîk ên li paytextên rojavayî ji bo rewakirina komên çekdar ên li ser xeta Hisiçayê, nîşan didin ku li herêmê pêleka nû ya pevçûnan amade dibe. Ev geşedan her wiha bi bazarên herêmî yên Şamê bi Waşîngton û Riyadê re girêdayî bi pêş dikevin. Her wiha dê cudahiyên siyasî yên navbera Kurdan jî kûrtir bikin.

Dosyeya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî û sewqiyatên Humusê

Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku Enqereyê dosyeyeke nû ya ewlehiyê amade kiriye û radestî berpirsên maseya Sûrî ya DYa û Fransayê kiriye. Di vê dosyeyê de tê îdiakirin ku pergala ewlehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî li ser xeta Şengal û Sûrî bi hêzên Heşda Şebî re tevdigerin û çekan peyda dikin. Her wiha xebatên partiyên nû yên siyasî yên li herêmê jî wekî "kamuflaja siyasî" tên binavkirin ji bo ku rê li ber tevlêbûna wan a di proseya giştî ya siyasî de bê girtin.

Çavdêrên siyasî bal dikişînin ser wê, ku armanca sereke ya van hewldanan ew e ku êrîşên komên çekdar ên bi navê "hêzên eşîran" li herêma Hisiçayê di qada navneteweyî de rewa bên nîşandan û rizamendiya Waşîngtonê ji bo kontrolkirina tevahî ya herêmê bê wergirtin. Hevdema van gavên li ser maseyê, sewqiyata leşkerî ya ber bi nava Sûrî ve jî didome. Li Humusê çavkaniyên herêmî radigihînin ku karwanekî leşkerî yê bi wesayetên zirxî bi şev li saziyên pîşesaziya parastinê ya bajêr bi cih bûye.

Metirsiya Îsraîlê û rola taktîkî ya li Lubnanê

Aliyekî din ê tevgera li qadê, zêdebûna aloziya navbera Enqere û Tel Avîvê ye li ser qada Sûrî. Çavkaniyên herêmî yên daxuyaniyên Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz dişopînin, dinirxînin ku Îsraîl amadekariyê dike ku rasterast hêzên leşkerî yên Tirk ên li Sûrî bike armanc. Ev metirsî Enqereyê ber bi gavên pragmatîk ên li qada Lubnanê ve dibe ku cudahiyên bîrdozî dide aliyekî.

Li gorî çavdêran, Enqere hewl dide rê li ber wê yekê bigire ku Îsraîl piştî Lubnanê berê xwe bide ser hevsengiyên hêzên li Sûrî. Ji ber vê yekê, berdewamiya berxwedana Hizbullahê wekî tampona taktîkî dibîne û giringiyê dide parastina şiyanên tenduristî û binesaziyê yên Hizbullahê ji bo ku artêşa Îsraîlê li eniya Lubnanê mijûl bimîne.

Tengasiya Şamê û bazara şandina hêzan a ji bo Yemenê

Rêveberiya Veguhêz a Şamê di nav tengasiyeke giran a siyasî û leşkerî de ye. DYE ji ber pêşbaziya aborî ya bi Çînê re, xwe ji lêçûnên şerê rasterast li Rojhilata Navîn dûr dixe û şerên wekaletê û firotina çekan derdixe pêş. Çavkaniyên herêmî radigihînin, di hevdîtinên navbera DYE û Erebistana Siûdî de ku di serê meha Kewçêrê de li Şamê hatin kirin, li ser daxwaza Riyadê û erêkirina Waşîngtonê biryar hatiye dayîn ku hin komên çekdar ên li Sûrî ji bo eniya Yemenê bên veguhestin.

Rêveberiya Şamê bi vê bazara wekaletê hem piştgiriya darayî ji Erebistana Siûdî dixwaze û hem jî peyamê dide Îsraîlê ku li dijî xeta Îranê tevdigere. Lê zexta Turkî ya di saziyên dewletê de, ferzkirina Îsraîlê ya ji bo qutkirina têkiliyên bi Enqereyê re û pevçûnên fraksiyonên nav artêşê, metirsiya darbeyê li Şamê zêde dike. Çavkanî diyar dikin ku hin alî li bendê ne ku eşîrên sunî di bin sîwaneka mîna senaryoya sala 2003'yan a li Îraqê de bicivînin.

Bandora li ser Başûrê Kurdistanê û Foruma MERI'yê

Ev hevkêşeya aloz a li ser axa Sûrî rasterast bandorê li siyaseta Herêma Kurdistanê jî dike. Di nîveka meha Kewçêrê de li Hewlêrê di Foruma MERI'yê de nûnerên Rêveberiya Xweser hatin vexwendin, lê ji ber ku Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûrî (ENKS) bi awayekî sazûmanî nehat vexwendin, nakokiyên di nava PDK'ê de derketin holê. Rêveberên ENKS'ê Ebdulhekîm Beşar û Îbrahîm Bîro vexwendinên takekesî red kirin û Baregeha Barzanî jî ragihand ku di forumê de cihêrengiya siyasî nehatiye parastin û têkiliya wan bi organîzasyonê re tune ye.

Li gor Rûdawê jî di Foruma MERI'yê de hevsengiyên herêmî û pêşeroja ewlehiyê hatibûn guftûgokirin. Di kongreya par a li Duhokê de ku bi beşdariya Mesrûr Barzanî hatibû lidarxistin ENKS li pêş bû, lê di foruma dawî ya bi beşdariya Nêçîrvan Barzanî de vekirina deriyan ji bo nûnerên Rêveberiya Xweser, du xetên cuda yên nêzîkbûna li hember Rojava di nava PDK'ê de nîşan dide.

Wêne: Ajansa Mezopotamyayê (MA)