4 deqîqe xwendin

" Li ser axa xwe em ne dewleta Tirk ne jî çeteyên wê dixwazin!"

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Minbiciyan li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê (SÛK) yên li hember Minbicê bertek nîşan dan, diyar kirin ku li ser xaka xwe ne dewleta Tirk ne jî çeteyên SÛK’ê dixwazin

MINBIC - ANF-MAHÎR YILMAZKAYA Di pêngava azadkirina Minbicê de ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 1’ê Hezîrana 2016’an hatibû destpêkirin, Minbic hatibû rizgarkirin. Welatiyên Mibicê li dijî êrîş û hewldanên dewleta Tirk û çeteyên SÛK’ê bertek nîşan dan, diyar kirin ku li ser xaka xwe ne dewleta Tirk ne jî çeteyên SÛK’ê dixwazin.

WÊ XEYALA WAN A OSMANITIYÊ DI QIRIKA WAN DE BIMÎNE

Têkildarî êrîşên dagirkeriyê û êrîşên dewleta Tirk a li dijî xaka Bakurê Sûriyeyê welatiyên ji gundê Oseclî yê ku dikeve Rojavayê Minbicê Emîne Emîne, Ednana El Mehemed, Mihemet Elî Hesen û Ehmed El Mihemed ji ANF’ê re axivîn, li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên SÛK’ê yên li dijî Minbicê li dar dixin, bertek nîşan dan.

Minbiciyan diyar kirin ku êrîşên dewleta Tirk û hewldanên dagirkirinê qebûl nakin, dewleta Tirk dixwaze li herêmê ji nû ve vegere demên Osmaniyan, weke gelê Ereb, Tirkmen, Çerkez, Kurd û hwd. wê xeyala dewleta Tirk a Osmanîtiyê di qirika wan de bihêlin.

Minbiciyan bi bîr xistin ku di encama pêngava 1’ê Hezîranê ya azadkirina Minbicê de, Minbic a ku nêzî 3 salan di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de mabû, ji 15’ê Tebaxê û şûn de bi temamî hate şikandin û dawî li dagirkeriyê hat, anîn ziman ku dewleta Tirk Cerablûs û El Raî dagir kir û dixwaze vê dagirkeriya xwe li ser Minbic û Babê jî bike.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK KÛRKIRINA DAGIRKERIYÊ YE

Minbiciyan destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên SÛK’ê bi vê gave dixwazin şerê hundirîn ê li Sûriyeyê hê kûrtir bikin, ji ber şerê hundirîn ku 6 sal in li Sûriyeyê didome, bi sed hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û gotin;

“Dîsa jî li Sûriyeyê bi sed hezaran kes birîndar bûne, bi milyonan kes jî ber bi hundir û derveyî welat ve koç kirin. Dewleta Tirk ji şerê hundirîn ê Sûriyeyê destpêkirî û şûn de destek dane çeteyên DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam, Ceyş El Siwar, Tugaya Sûltan Mûrat û hwd. û qatilê sereke yê gelên Sûriyeyê.

MECLÎSA LEŞKERÎ YA MINBICÊ EM AZAD KIRIN

Dema ku Minbic di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de bû, em di nava cehenemê de bûn, her roj dihatin qirkirin û êşkencekirin. Wê demê Erdogan/AKP li kû bûn?” Minbiciyan bang li civaka navneteweyî kirin û gotin Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ew ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine.

Mibiciyan ragihandin ku li cem gelên Ereb, Tirkmen, Kurd, Çerkez û hwd. û civakên bawermend bi dehan salan e bi hevre dijîn, dema ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de bûn ev taybetmendî hate parçekirin, lê piştî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bajar ji dagirkeriyê xilas kirin û şûn de ev parçekirin dîsa kir yek û gihandin vîna jiyana hevpar a gelan.

Mibiciyan binî xet kirin ku Minbic bajarekî ku sembola jiyana hevpar a gelan e, dewleta Tirk û çeteyên SÛK’ê jî vê rastiyê dikin hedef.

JI BO AZADIYA XWE BIPARÊZIN EM Ê ŞER BIKIN

Minbiciyan destnîşan kirin ku rê nadin ne dewleta dagirker a Tirk ne ti hêzên cuda ku hewl bide xaka Rojava û Federasyona Bakurê Sûriyeyê dagir bike û pêwîst bike ji bo parastina azadiya xakê ku piştî 3 salan bi dest xistine, şer jî bikin. Herî dawî Minbiciyan diyar kir ku divê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê mezin û xurtir bikin.