2 deqîqe xwendin

'Li Tirkiyê der barê DYA'yê de gelek daxuyaniyên hedê xwe derbas dikin hene'

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Berdevkê Wezareta Derve yê DYA’yê Mark Toner di civîna xwe ya rojane de, der barê gotinên ku ji aliyê siyaseta Tirkiyê ve tên ziman yên mîna ‘Amerîka bi DAIŞ’ê re, bi hêz tekoşînê nakin’ nirxand. Toner got: “Bûyerên ku li Tirkiyê pêktên û êrîşên terorî ku dibêjin têkiliya Amerîka pêre heye, daxuyaniyên çewtin û hedê xwe derbas dikin. Bi van gotinan têkiliyên me zerer dibinin

NAVENDA NÛÇEYAN Berdevkê Wezareta Derve yê DYA’yê Mark Toner, di civîna xwe ya rojane de gelek mijaran nirxand. Der barê Tirkiyê de gelek pirsên mîna 'Tirkiye Amerîka sûçdar dike' ku di operasyona Suriyê de destekek baş negirtiye, heyîna Amerîka li balefirgeha Încirlikê hatina axaftin: Her wiha alîkariya Amerîka ji bo Kurdan û Wezareta Enerjiyê ya ku Berat Albayrak têde wezîre ji aliyê hindek serçaveyên Amerîka ve êrîşên siber ser hatiye kirin hatin jê pirsin. Toner di derbarê van pirsan de got ku ev daxuyaniyên ji aliyê Tirkiyê ve tên pir çewtin û ev daxuyani zererê didin têkiliyên me. ‘Em Hesasiyetê nîşan didin’ Toner balkêşa li ser têkiliyên bi Tirkiyê re û got: “ Tirkiye hevalbendek yê me yê giringe û mutefikê me yê NATO ye." Toner axaftina xwe wisan berdewam kir; “ Divê derbarê de, em ew rewşa Tirkiye dinav deye fêhm dikin û em hesasiyetê nîşana wan dikin. Bi vê re, di van hefteyên dawî de kesên ku hatine hinek mekaman û li gorî we dayî diyarkirin hinek gotinên tên kirin me xistiye dinava alarmekê de. Nimûne, dema mirov temaşe bike wê bibîne dinava salek û nivê de ew bandora DAIŞ’ê di Irak û Suriyê de hatiye kêmkirin, we ji bi serkeftinê me di wan cihan de dest xistî derketiye holê. Ew gotinên ku dibêjin Amerîka li himberê DAIŞ’ê ne aktif şer dike, pir çewtin. Ez di derbarê şûçdarkirinê din de na axivim ji lê belê ew bûyer û êrîşên ku li Tirkiyê pêktên, girêdana bi DYA’yê re pir çewtin û hedê xwe derbas dikin. Ev daxuyaniyên tên kirin ne tenê nerastin, di heman demê de zererê didin têkiliyên me.” (mk)