ŞENGAL/ANF
Têkiliya zêdeyî 10 hezar sivîlên li Çiyayê Şengalê bi cîhana derve re bi temamî qut bûye. Şengaliyên ku mercên zivistanê di binê konan de pêşwazî dikin û xwarina wan têra bi tenê 20 rojan dike û li benda alîkariya civaka navneteweyî ne.
Dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê, piştî ku di 10'ê Hezîranê de hema bêje bêyî şer bike kontrola Mûsilê xist destê xwe, li dijî gel û baweriyên cuda, dest bi kampanya qirkirina olî û etnîkî kir.
Dema çeteyan di 3'ê Tebaxê de berê xwe dan Şengalê, bi sed hezaran mirov ji nişka ve rastî gefa komkujiyê hat. Piştî ku hêzên Herêma Kurdistana Federal ên bi ewlekariya herêmê berpirsyar xwe ji herêmê vekişand, gel li pêşberî hovîtiyê bêparastin ma. Yên karîbûn ji mala we birevin reviyan, bi deh hezaran Şengaliyan jî xwe li Çiyayê Şengalê girtin.
Dijminên mirovahiyê yên bi "ala reş" û "kincên reş" ên gund û bajar dagir kirin, dest bi tinekirina her tiştên pêwendiya xwe bi çanda Êzidiyan heye, kirin. Mirov bi awayekî komî li cihekî hatin komkirin û bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Çeteyên di 15'ê Tebaxê de ketin gundê Koço, jin û mêr li cihekî civandin. Piştre jî mêr li derveyî gund qetil kirin. Hin gundiyên di dema komkujiyê de di binê cenazeyan de man û bi birîndarî filitîn, anîn ziman ku bi sedan kes hatin qetilkirin.
HIN JINÊN HATIN REVANDIN XWE RIZGAR KIRIN
Bi hezaran jin û zarokên keç hatin revandin û ew birin cihên din ên di bin kontrola çeteyên DAIŞ'ê de. Gelek ji van li bazarên koleyan hatin firotin, rastî destavêtinê hatin û hatin qetilkirin. Hin ji wan, ji bo nekevin destê çeteyan dawî li jiyana xwe anîn, hin jê jî berî were firotin xwe kuşt.
Pênc zarokên keç ên di navbera 11-16 salî de, dema wê bibira Sûriyeyê ji bo firotinê, di 12'ê Cotmehê de ji gundê Rambosî yê Şengalê reviyan û xwe gihandin herêmên di bin kontrola gerîla de.
Li gorî vegotinên van zarokan, bi mehan di nav şert û mercên derveyî mirovahiyê de hatin ragirtin, şahidî ji hovîtiyan re kirin, rastî gefan hatin, bi daran li wan hat xistin, ji pêlikan hatin avêtin, li pêş çavê wan jinan dawî li jiyana xwe anîn.
Di nava van zarokan de ya bi navê L.H.K bi van gotinan behsa wê hovîtiyê dikir: "Du caran ji bo bifiroş in xwestin dotmama min ji min veqetîne, dema ez li dij derketim bi daran li serê min dan. Dûre jî ez birin li pêlikan wergerandin."
Li gorî çavkaniyên Êzidiyan, piştî dagirkirina Şengalê bi qasî 10 hezar kes winda ne. Tê texmînkirin ku ji van 5 hezar kes hatine qetilkirin. Tevî ku meh di ser re derbas bûne jî komkujî hînê bi berfirehî nehatiye ronîkirin.
Hêzên YPG'ê, piştî dagirkeriyê, ji ser Rebîa ya 100 km dûr, bi lez û bez xwe gihandin Şengalê, nehiştin çete derkevin Çiyayê Şengalê û bi vî rengî pêşî li komkujiyên mezintir girtin.
Piştre şervanên YPG û gerîlayên HPG'ê ji Çiyayê Şengalê heta Rojavayê Kurdistanê korîdorek vekirn û bi deh hezaran kes derbasî herêmên ewle kirin. Bi hezaran kesî jî terikandina cih û warên xwe red kirin û li Çiyayê Şengalê man. Çete, ji bo vê korîdora însanî bigirin, her tim di nava êrîşan de bûn.
DERDORA ÇIYA HATIYE DORPÊÇKIRIN
Di 28'ê Gulanê de li dû pevçûnên dijwar ên li gundê Dîgurê, bi dagirkirina vî gundî re ev korîdora însanî jî hat girtin. Çiya bi temamî hatiye dorpêçkirin. Ev korîdora ku rê li ber veguhastina bi deh hezaran mirovî vekir, ji bo demeke dirêj vekirî bê hiştin, di şert û mercên newekhev ên şer de, pêkane xuya nake. Armanca korîdorê rizgarkirina sivîlan bû û rola xwe lîst.
Çiyayê Şengalê di bin kontrola gerîlayên HPG'ê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û hin pêşmergeyên li herêmê de ye. Çete di hefteyên dawî de, ji bo kûrkirina dorpêçiyê êrîşên xwe zêde kirin.
Bi êrîşan re sivîlên li çiyê asê mane, bi gefa komkujiyê re rû bi rû ne. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, zêdeyî 10 hezar sivîl li Çiyayê Şengalê asê mane.
DI COTMEHÊ DE 2 ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Bi nêzîkbûna mercên zivistanê re, mercên jiyanê jî zehmet dibin. Hewa dicemide, derfet kêm dibin. Ji ber mercên avhewayê, di nav Cotmehê de du zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di dagirkirina Şengalê de, ji destpêkê û heta niha bi sedan zarokî jiyana xwe ji dest dan.
Pêwîstiya Şengaliyan bi pêlavên ji bo zivistanê, kincên qalin, xwarin, ava vexwarinê, derman, ji bo germkirinê bi sotemeniyê, heye.
XWARINA WAN TÊRA 20 ROJAN DIKE
Xeteriyeke giran a birçîbûnê heye. Erzaqê di destê Şengaliyan de, bi tenê têra 20 rojan dike. Ancax ji hewayê ve alîkarî li herêmê bê kirin.
Li gel gefa birçîbûn û komkujiyê, xeterî heye ku ev şaristaniya xwedî paşerojeke bi hezaran salan ji bingeha xwe bê qutkirin û bê tinekirin. Çete, qadên pîroz ên baweriya Êzidiyan bombe dikin û hewl didin her tiştên vê baweriyê ji holê rakin.
Şengaliyên ku têkiliya wan bi cîhana derve re qut bûye, bang li civaka navneteweyî dikin ku bi lezgînî bikeve nava tevgerê. Tê xwestin ku ji hewayê ve alîkariya lezgîn a însanî bê dayîn û ji bejahî ve jî ji gerîla û pêşmergeyan dixwazin korîdorê vekin. Ji bo vê jî destnîşan dikin ku êrîşên hewayî pêwîst in.