Şefîq Pêşeng
Manîpulasyon gotineke bi Latînî ye û ji du gotinan: Manus
‘Dest’ û ‘ dagirtin’ pêk tê. Yanî tê wateya:
Destekî dagirtî yan jî çengekê. Lê ji vê wateya wê ya gotinî wêdetir,
manîpulasyon êdî bûye têgîneke psîkolojîk, sosyolojîk û siyasî û tê wateya:
Hewldana bi şêweyeke veşartî, lê bi zanebûn tesîrlêkirina prosesên hizrî.
Bêguman
manîpulasyon bi xwe dsîplîneke midaxaleya prosesa ye û ji xwe re ji kopleksa
refleksan teknîkek ava kiriye. Li aliyê dinê manîpulasyon li gorî armanca xwe
metodên cuda lê herî zêde jî psîkolojiyê bikar tîne. Manîpulasyon metodên weka:
-
Belavkirina derewan
-
Êrîşên şexsî
-
Serûbinkirina hestan
-
Belavkirina bêbaweriyê
-
Tehdît
-
Îstismara hestan
-
Belavkirina tasewasê
-
Şolîkirina agahyiyan û lê bersîvnedanê
- Xwespartina pirrbûn û bihêzbûnê
bi hosteyî bikar
tîne.
Têgîneke dinê
nêzî manîpulasyonê û hema hema bi hev re têne bikaranîn dezînformasyon
e. Dezînformasyon jî weke manîpulasyonê proseseke xwedî dsîplîn û plankirî ye,
bitercîh û bizanebûn e. Armancên van herdu têgîna weke hev in. Armanc: Kontrola hizra ye, kontrola şexs,
grûb û civaka ye.
Weke
manîpulasyonê, dezînformasyon jî belavkirina derewê weke metod bikar tîne.
Mekanîzma û alavên manîpulasyonê derceya derew weke rastiyê bê qebûlkirin jî
taîn dikin. Lê dezînformasyon li gel belavkirina derewê, veşartina rastiyê jî
weke metodeke sereke bikar tîne. Li cîhê nikare rasterast derewê belav bike,
rastiyê diveşêre, faktan wenda dike.
Sebebê ku îro
manîpulasyon û dezînformasyon bi lez dighêjin armancên xwe û milyon, dehmilyon
û hetta bi milyara însanî dixin bin tesîra xwe, hêza medyayê ye. Îro medya ew
çendî bi hêz e ku kare di nava çend saetan de; Reş weke spî, spî weke reş nîşan
bide û bi milyonan însan jî pê bawer bikin.
De ka em tev bi
hev re li paş xwe binêrin bê me di nava van çend rojên bohirî de çi dît û çi
nedît? De ka em hema satekê fîşên hemû alavên elketronîk bikşînin û li êrîşên
ser mejiyê xwe bikirin!