Fermandarê YBŞ'ê Şengal: Me soz daye em ê di sala 2016'an de wan rizgar bikin
VÎDEO: https://www.youtube.com/watch?v=QV8gxNOwh3s
Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal diyar kir, ew dixwazin di sala 2016'an de derdora Şengalê bi temamî ji çeteyan paqij bikin û êsîrên di destê çeteyan de rizgar bikin.
ŞENGAL / ANF - MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ
Farmandarê Gitşî yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Mazlûm Şengal da xuyakirin, ku têkoşîn û pêngava azadkirina Şengalê ya ji aliyê YBŞ'ê ve li hemberî DAIŞ'ê tê meşandin, bûye çavkaniya hêvî û baweriyê ji bo civaka Êzidî û diyar kir, ew dixwazin di sala 2016'an de derdora Şengalê bi temamî ji çeteyan paqij bikin û êsîrên di destê çeteyan de rizgar bikin.
Fermandar Mazlûm Şengal rewşa dawî ya li Şengalê ji ANF'ê re nirxand.
Fermandar Şengal anî ziman, azadkirina Şengalê gaveke dîrokî û rojeke pîroz bû ji bo gelê Kurd û got, "Sozeke me hebû ji bo gelê me. Me ew soza xwe bi cih anîn. Şengal azad bû, lê berxwedan neqediya. Li dora Şengalê hînê jî çete hene. Wekî din; xwerêveberî û berxwedana parastinê ya gelê Şengalê hînê nû destpê dike."
Fermandar Şengal da zanîn, ku ew dixwazin di sala 2016'an de gundên şengalê, Tilefer, Til Qesep û Beecê ji çeteyan paqij bikin û got, "Niha hêzên li Şengalê eniyek ava kirine. Çeperên li vê eniyê hatine xurtkirin. Ji ber ku gefa li ser Şengalê hînê bi temamî ranebûye, gel venegeriya ye navenda bajêr. Lê belê gel vegeriya gundên li bakurê Şengalê li kampa Serdeştê. Ev herêm, bi taybetî jî çiyayê Kolikê hatiye ewlekirin. Paqijkirina van herêman hêvî da gelê me. Em ê di vê salê de van herêman jî ji çeteyan paqij bikin û rê li ber vegera gelê xwe vekin."
'EM DIXWAZIN XWE LI SER SÊ HÎMAN BI RÊXISTIN BIKIN'
Li ser rêxistinbûyîna wan a ji niha û pê ve de Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal ev nirxandin, "Em ê xwe nespêrin hikûmeta Iraqê, xwe nespêrin hikûmeta herêmê. Em ê xwe bi xwe biparêzin. Lê belê eger destekek bê dayîn, wekî din eger li ser gelemperiya Iraqê xeteriyek hebe, em ê dîsa bi hev re bixebitin. Ji bo xweparastinê em ê sîstema xwe li ser sê hîman birêxistin bikin.
Ya yekemîn; xwerêveberiya Şengalê ye. Ya duyemîn; xwerêveberiya Şengalê wê bi rêveberiya herêmê, ji wir jî wê bi hikûmeta Iraqê ya navendî ve girêdayî be. Ya sêyemîn; bi xebatên xwe yên li nava Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê re em ê hewl bidin ewlekariya vê derê xurttir bikin. Em hewl didin li ser van her sê hîman ava bikin. Girîng e her kes vê qebûl bike. Ji ber ku dîrok, çand û baweriya vî gelî cuda ye. Li tevahiya herêmê rengekî cuda ye. Parastina vî rengî û vê dîrokê, wezîfeya însanî, wijdanî û exlaqî ya her kesî ye."
'DIVÊ GELÊ ME XWE LI HER DERÊ BI RÊXISTIN BIKE, DI NAVA PÊVAJOYA DÎROKÎ DE CIH BIGIRE'
Şengal di têkoşîna li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de bal kişand ser bendewariyên xwe hem ji gelê Kurd hem jî ji qada navneteweyî û got, "Di destpêkê de kê destek da vî gelî, kê ew ji komkujiyê rizgar kir? YBŞ yekane hêza ji bo jiyaneke parast û avakirina siberojê ye. Em ne weke pêşmerge reviyan û piştre vegeriyan. Em ji roja destpêkê heta îro ji Şengalê derneketin. Pêwîste gelê me bi vê hêzê re piştrast be. Di azadkirina Şengalê de me rola sereke lîst. Banga me li gelê me ew e ku ji aliyê manewî ve destekê bide, xwedî li ax, nirx, çand, dîrok û baweriya xwe derkeve.
Bi terikandina xaka xwe re pirsgirêk çareser nabin. Berevajî; divê gelê me li xaka xwe, li cih û warên xwe vegere. Bi vî rengî em dikarin hebûna xwe biparêzin. Bi reva ber bi Ewropayê ve em nikarin xwe rizgar bikin. Bi terikandina welatê xwe re em dikevin nava xeteriyeke mezin a tinebûnê. Reva ji welêt dibe ku bibe fermana duyemîn û li ser serê me rabe. Bi destê çeteyan re dihat xwestin qetlîama fîzîkî were kirin. Rev jî komkujiya çandî ye. Divê gelê me dernekeve derve. Girîng e cihê xwe di nava pêngavên me yên sala 2016'an de cih bigire. Em bang dikin ku gelê me li pişt hêzên me be û desteka manewî bide. Ne tenê li Şengalê, li ku dibe bila bibe, divê xwe birêxistin bike."
'GIRÎNG E CIVAKA ÊZIDÎ JI BO GELÊ BAKURÊ KURDISTANÊ RABE SER PIYAN'
Fermandarê Giştî yê YBŞ'ê Mazlûm Şengal di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku divê civaka Êzidî ji bo destekkirina gelê li Bakurê Kurdistanê rabe ser piyan û got, "Li Bakur, Başûrê Kurdistanê yan jî li Ewropayê, girîng e li pişt gelê me yê Bakurê Kurdistanê bisekine. Çawa ku di pêvajoya komkujiyê de, di rojên herî zehmet de gelê Bakurê Kurdistanê bi fedekarî destek da û bi sedan ewladê xwe li xaka Şengalê şehîd da, alîkarî da bi sed hezaran mirovên me, divê civaka me ya Êzidî jî bi heman hestê destekê bide. Çi li kampan çi jî li deverên din, pêwîste li dijî dewleta Tirk rabin ser piyan. Eger vê bike, hingî wê wezîfeya xwe ya yekîtiya neteweyî bi cih anî be."
'EM Ê HEWL DIBIN DI SALA 2016'AN DE ÊSÎRÊN XWE RIZGAR BIKIN'
Şengal ji bo qada navneteweyî jî ragihand ku pêwîstiya wan bi alîkariya madî nîne, bi desteka manewî heye û axaftina xwe bi vî rengî qedand: "Em hêza esasî ne li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Hewce ye ev were dîtin. Em desteka wan a manewî û siyasî dixwazin. Li cihê ku em dixwazin berê xwe bidinê, bila li pêşiya me nebin asteng. Xeteriya herî mezin a li hemberî gelê me, çete ne. Wezîfeya me ye ku em êsîrên xwe yên di destê wan de ne rizgar bikin. Wekî din sozeke me heye. Eger êsîrên me li Tileferê be em dixwazin biçin wir, eger li Mûsilê bin em dixwazin biçin wir û êsîrên xwe rizgar bikin. Di sala 2017'an de bila ti hêz di vî warî de li pêşiya me nebin asteng. Lê ji aliyê leşkerî ve destekê bidin em ji wê re jî amade ne. Kî destekê bide YBŞ'ê em ê pê kêfxweş bin. Em dikarin bi hev re weke parçeyek ji vê operasyonê cihê xwe bigirin."