5 deqîqe xwendin

'Mecbûrin cihê gora Seyîd Riza aşkera bikin'

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

10:03 15.11.2013 1 / 6 DENÎZ TEKÎN

MERSÎN (DÎHA) - Yusuf Baran Beyî nivîskarê pirtûka "Sungu ve Yara" ya vegotinên şahidên qetlîama Dersimê têde cih digirin, diyar kir ku yek ji serokên serhildana Dêrsîmê Seyîd Riza ligel nasnameya xwe ya olî xwedî nasnameya kurdîtiyê jî bû û got, "Bêzirav û tirsonekên vê qirkirina ku li hember Dêrsimê pêk hat zû an jî dereng mecbûrin cihê gora Seyîd Riza aşkera bikin."

Yek ji serokên serhildana Dêrsimê Seyîd Riza, kure wî û 5 hevalên wî di 15'ê Mijdara sala 1937'an de li Qada Genim a Elezîzê hatin bidarvekirin. Der barê Seyîd Riza yê dema hat bidarvekirin ku dihatin gotin 75 salî bû û qetlîama Dêrsimê ya 1938'an de, Nivîskar Yusuf Baran Beyî di encama lêkolîna 4 salan de pirtûkeke di asta belgeselekê de ya bi navê "Sungu ve Yara" weşand. Baran Beyî, anî ziman ku Seyîd Riza ligel nasnameya xwe ya olî xwedî nasnameya kurdîtiyê jî bû û wiha got, "Rabirdûyeke Seyîd Riza ya gelek kes nizanin heye. Yek ji wan a herî girîng jî dema Erzînxan ji aliyê Rûsan ve hat dagirkirin fermandarên girîng ên Dewleta Osmanî bi Seyîd Riza û aşîretên Dêrsimê re hevdîtinan çêdikin. Di encama wan hevdîtinan de aşîretên li Dêrsimê di pêşengiya Seyîd Riza de 12 rojan bi Rûsan re şer dikin û Erzînxanê ji Rûsan distînin. Piştî serketinê Seyîd Riza ji bo Osmaniyan wek fatihekî tê dîtin. Ji aliyê dewletê ve tê pîrozkirin. Seyîd Riza ji wan êdî 'Generalê Dêrsimê' bû. Piştî serketinê Seyîd Riza li Erzînxanê tê gerandin û bi gel didin naskirin." Baran Beyî diyar kir ku di roja me de hin derdor hewl didin Seyîd Riza ji rêzê nîşan bidin û wiha axivî, "Piştî Serhildana Koçgirî ya di sala 1921'ê de bi Alîşer, Nurî Dêrsimî, Alişan û nezî 30 hezar kesî ve xwe dispêrin çiyayên Dêrsimê. Seyîd Riza piştî vê bi Nûrî Dêrsimî û Alîşer ve li ser nasnameya kurd dixwazin bigihêjin hevparbûnekê."

'Sedema qirkirinê ne serhildan nasnameya kurdîtiyê ya Dersimê bû'

Baran Beyî, got ku li Dêrsimê di bin navê serhildanê de qirkirin pêk anîn lê belê sedema esasî ya qirkirinê ne serhildan e, nasnameya kurdîtiyê ya gelê li wir bû." Baran Beyî di mijara qetlîama Dêrsimê de ku tê gotin "Ataturk nexweş bû, agahiya wî ji Dêrsimê nîn bû" anî ziman ku ne rast in û diyar kir ku di biryarên tevgera li hember Dêrsimê de îmzeya Mustafa Kemal heye. Baran Beyî di dewama axaftina xwe de anî ziman ku Seyîd Riza ji bo li Dersimê qetlîam çênebe ji rayedarên wê demê re name şandiye , di nameya ku di 20'ê Gulana sala 1937'an de ji Abdullah Alpdogan ê bi rutbeya korgeneraliyê di qetîama Dêrsimê de cih girtiye re şandiye de gotiye, "Tenê bila xwîn bisekine! Min û eşîreta min bişînin Erzuromê. An jî eger hikûmet ji min bi guman e, ez biçim Helebê. Yan jî bila min bişîne Turkistanê."

'Lingê xwe li kursî da'

Baran Beyî destnîşan kir ku Seyîd Riza bi awayekî bêhuqûqî hatiye dadgehkirin û bidarvekirin. Baran Bêyî di vê xusûsê de wiha got, "Dema Seyîd Riza û hevalên wî li Elezîzê tên dadgehkirin, Mustaf Kemal ji Meletî tê Elezîzê û li wir disekine. Di wê navberê de Seyîd Riza pir bi lez tê dadgehkirin û paşê jî bidarvekirin." Baran Beyî wiha dewam dike: "Kêliyên ku Seyîd Riza tê bidarvekirin em ji bîranînên Midûrê Emniyetê ya Meletî Îhsan Sabrî Çaglayangîl dizanin. Çaglayangîl wiha behsa şeva ku Seyîd Riza li Qada Genim a Elezîzê tê bidarvekirin dike: 'Me Seyîd Riza derxist qadê. Hewa sar bû. Li derdorê kes nîn bû. Le belê Seyîd Riza mîna qad tijî ye xîtabî bêdengî û valatiyê kir, Em ewladê Kerbela ne. Me tu guneh û tu şaşî nekirine. Şerm e, zilm e, qetl e. Mûyê laşê min rabûn. Ev mirovê extiyar meşiya. Yê cengene (cellad) ji milê wî dehf da. Ben kir stûyê xwe. Lingê xwe li kursî da, bidarvekirina xwe pêk anî.'"

'Ev gotin rê nîşan didin'

Baran Beyî anî ziman ku dema Seyîd Riza diçê bidarvekirinê xwedî sekneke ku her kesî qîmet didayê ye û got, "Seyîd Riza beriya ku bê bidarvekirin ji rayedarên payebilind re ku gotibû, 'Ez serî bi derew û xapandinên we re derneketim, ji min re bû derd. Lê min jî li pêşiya we xwe netewand, bila ev jî ji we re bibe derd.' Ev gotin ne tenê ji bo dijmin ji bo me jî hem rê nîşan didin hem jî dersan didin. Seyîd Riza ev gotin, ji bo Dêrsimiyan, kurd û elewiyan mîras hiştiye." Baran Beyî bi van hevokan jî dawî li axaftina xwe anî: ""Bêzirav û tirsonekên vê qirkirina ku li hember Dêrsimê pêk hat zû an jî dereng mecbûrin cihê gora Seyîd Riza aşkera bikin."

(yş/mae)