PDK û YNK ji bo pêkanîna Kabîneya 10'emîn a Hikûmeta Kurdistanê nêzîkî lihevkirinê ne
PDK û YNK ji bo avakirina kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di qonaxa dawî ya lihevkirinê de ne.
Proseya pêkanîna Kabîneya 10'emîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ketiye qonaxeke nû û hevdîtinên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de lez daye xwe. Her du partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê piştî rêze civînên li Hewlêr û Silêmaniyê gihîştine hevtêgihîştineke hevpar da ku dawî li qeyrana siyasî bînin û bernameya kar a kabîneya nû diyar bikin.
Di hevdîtinan de parvekirina erk û berpirsiyariyên wezaretan û aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê mijarên sereke bûn; berdevkên her du aliyan tekez kirine ku pêwîstiya qonaxa niha bi tifaqa netewî heye da ku aramiya siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê were parastin û pêngavên reforman bi hevkariyê berdewam bikin. Her wiha serokatiya her du partiyan destnîşan kirine ku bêyî hevkariya berfireh rûbirûbûna pirsgirêkan dê dijwartir bibe.
Li hêla din, danûstandinên bi hikûmeta federal a Bexdayê re li ser mafên darayî, mûçe û bûdceya giştî jî di civînan de hatine nirxandin; aliyên siyasî yên Kurdistanê dixwazin bi kabîneyeke bihêz û yekgirtî herin Bexdayê da ku pirsgirêka mûçeyên karmendan û destpêkirina hinardekirina petrolê bi awayekî bingehîn çareser bikin. Her wiha partiyên din ên wekî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî piştgiriyê didin lezkirina avakirina hikûmetê.
Wêne: Sembolîk