Wezareta Parastinê ya DYA ferman da ku li hemberî koma dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê êrîşeke sîber bê destpêkirin
WASHÎNGTON - ANF
Wezareta Parastinê ya DYA ferman da ku li hemberî koma dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê êrîşeke sîber bê destpêkirin.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan Assocîated Press a agahiyên xwe dispêre çavkaniyên fermî, di kampanya êrîşa sîber de wê tora civakî û malperên înternetê yên DAIŞ'ê hedef werin girtin.
Beriya vê nûçeyê Wezîrê Parastinê Ashton Carter jî daxuyaniyek weşandibû. Carter di daxuyaniya meha bihurî ya li avahiya Ajansa Ewlekariya Neteweyî de ragihandibû, ku Pengatong di qada sîbernetîk de şer winda dike. Carter, ji bo wergirtina tedbîrên bi biryar ên li hemberî bandora neyînî ya DAIŞ'ê li ser înternetê, bang kiribû.
Detayên vê operasyona sîbernetîk a DYA nehat eşkerekirin, lê tê gotin bi vê kampanya êrîşê re wê propagada, dîmenên vîdeo û rêbazên din ên DAIŞ'ê yên ji bo peydakirina endaman di ser înternetê re, hedef werin girtin. Yanî wê mesajên li ser tora civakî ya weke twîtter û malperê din ên înternetê werin astengkirin.