NAVENDA NÛÇEYAN - ANF
Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya 32. Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Vejîn, hebûn û jiyana azad bêyî Rêbertî pêk nayên. Heta Rêber Apo azad nebe, jiyana azad, vejîn û hebûn nayên mayîndekirin. Gelê Kurd gelekî baş bi vê dizane."
Komîteya Rêveber a PKK'ê bal kişand ser girîngiya çalakiyên ji bo azadiya Ocalan û ev bang kir: "Heta Rêberê me azad bibe, em bi şiyara 'AZADIYA RÊBERÊ ME AZADIYA ME YE' çalakiyên xwe xurt bikin'."
Komîteya Rêveber a PKK'ê da xuyakirin, ku weke gelên Rojhilata Navîn ew di nava pêvajoyeke dîrokî de ne, ku derfetên bûyîna dergûşa şaristaniyê ji nû ve derketine holê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di vê pêvajoyê de şert û merc afirîne, ji bo serdema modernîteya demokratîk bi pêşengiya hêzên şaristaniya demokratîk bê misogerkirin û hat gotin, "Her wiha dem hatiye, ku bi pêkanîna neteweya demokratîk re Rojhilata Navîn ji nava şerê bihevketina gelan bê rizgarkirin û li ser bingeha yekîtî, azadî û demokrasiyê gel li hev bên civandin."
Komîteyê destnîşan kir, ku afirandina şert û mercên jiyana azad a gelan, bi saya berxwedana destanî ya gelê Kurd pêk hatiye, ku ev berxwedan nîv sed sal e bênavber dewam dike û ragihand, bihara gelan bi berxwedana mezin a gelê Kurd, ku xwe ji çembera qirkirinê rizgar kiriye, derketiye holê.
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Ji bo gelên di bin zexta netewe dewletan dinalin, nêrîna jiyana civakek bêyî dewlet û avakirina sîstema jiyana xwe, di encama têkoşîna netewebûyîna demokratîk a bi pêşengiya hêza şaristaniya demokratîk a hemdem PKK'ê derket holê. Pêşketina sereke ya vê sedsalê; biryardariya gelên Kurdistanê ya xwe rizgarkirina ji înkar û îmhayê û çalakiyên di vê çarçoveyê de tên lidarxistin e."
15'Ê TEBAXÊ JI BO KURDAN DI PÊVAJOYA GELBÛNÊ DE YE
Komîteya Rêveber a PKK'ê destnîşan kir, ku Pêngava Gerîla ya 15'ê Tebaxa 1984'an, ku weke Cejna Vejînê ya Gelê Kurd li dîroka Kurdistanê hat nivîsandin, çalakiyeke bi vî rengî ye. Çalakiya 15'ê Tebaxê, li hemberî dewletên qirkirinê, mêtînger û faşîst ên înkar û tinekirinê weke polîtîkaya xwe ya sereke dibînin, bû pêngaveke civakî ya bilêvkirina hebûna Kurdan. Têkoşîna gerîla ya bi pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê re bi pêşengiya ciwanên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê destpê kir, ketiye ser rêya gelbûnê.
PKK'ê da zanîn, fîşeka destpêkê ya li dilê Kurdistanê Botanê hat teqandin, deng veda, xwe gihand hemû bajar, bajarok û gundên Kurdistanê û got, "Hem çalakiya 15'ê Tebaxê bi xwe, hem hêza afirandiye, hem jî vejîn û çanda berxwedanê ya derxist holê, li tevahiya Kurdistanê belav bû. Çalakiya 15'ê Tebaxê, çirandina fermana mirinê ya gelekî ye, ku li benda mirina xwe bû. Bi vê çalakiyê ve her Kurdî, fermana mirinê ewilî di mejiyê xwe çirandiye, piştre jî bi çalakiyên xwe, ji bo vejînê gav avêtiye. Çalakiya fîşeka yekemîn ku di heman demê de mijarek ji bo lêkolînên civakî ye, bûye îlham ji gelek gelên li pêşberî sîstemên serdest li ber tinebûnê ne. Bûye mînak ji wan re û têkoşîna hebûnê daye destpêkirin.
15'Ê TEBAXÊ SÎSTEMA NETEWE DEWLET HEJANDIYE
Sîstema netewe dewletên li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî Komara Tirkiyeyê ku li ser înkara Kurdistanê ava bûne, bi vê çalakiyê ve ji binî ve hejiyane. Bi vê çalakiyê ve hatiye nîşandan, ku wê ji înkarkirin û talankirina nirxên Kurdan, ji mêtîngeriya dîrokî, civakî, aborî û çandî re serî neyê tewandin.
Vejîna ku bi çalakiya 15'ê Tebaxê der derketiye holê, bi berdêlên giran pêk hatiye. Gelê me bi hezaran ewladên xwe şehîd da û ev vejîna xwe pêk anî. Gelê me li dora nêrîn, feraseta jiyanê û perspektîfa têkoşînê ya hevrê Rêber Abdullah Ocalan li hev civiya û di her kêliyê de ji bo şerê hebûnê meşand. Rastiya 'afirandina gel ji nava xweliyên xwe' di şexsê gelê Kurd de şênber bûye."
BERXWEDANA JINA AZAD BI PARTÎBÛNÊ GIHAŞTIYE ASTA HERÎ BILIND
Komîteya Rêveber a PKK'ê da xuyakirin, ku têkoşîna azadiya jinê, bi pêngava 15'ê Tebaxê ve bi pêş ve çûye û wiha dewam kir: "Berxwedana jinê ya bi pêngava 15'ê Tebaxê ve bi pêş ve çûye, li Kurdistanê gelek Bêrîvan, Ronahî, Zîlan û Bêrîtan afirandiye û berxwedana jina azad bi partîbûna me PAJK'ê re derketiye derxistiye asta herî bilind. Vejîna li Kurdistanê bi pêşengiya jinê pêk hatiye. Rizgarî û avabûna neteweya demokratîk jî bi jinê, bi pêşengiya jinê û rengê jinê wê pêk were."
BI ÇALAKIYA 15'Ê TEBAXÊ VE HEBÛN MISOGER BÛYE
Komîteya Rêveber a PKK'ê destnîşan kir, pêngava 15'ê Tebaxê hebûna gelê Kurd misoger kiriye û got, "Em dikevin sala 33'an a çalakiya 15'ê Tebaxê ku bi pêşengiya têkoşîna bi biryar a Fermandarê Mezin Mahsûm Korkmaz hat lidarxistin. Di asta heyî de, bi çalakiya 15'ê Tebaxê ve ji aliyê hebûnê ve vejîn pêk hatiye û tevî hemû êrîşên faşîst ên netewe dewletên qirkirinê, hebûn misoger bûye. Di heman demê de bi pêşengiya Komara Tirkiykeyê ya faşîst, zîhniyeta serdest a statukoparêziya herêmê, êrîşên xwe yên qirkirina fîzîkî yên li hemberî vê vejînê didomînin. Faşîzm mirina xwe di vejîna Kurdan de dibîne.
Serketina vê zanebûn û vejîna gelê me, ku bi çalakiya 15'ê Tebaxê re pêk hat, bi avakirina Konfederalîzma Demokratîk pêkan e, ku ev yek sîstema civakî ya li ser bingeha neteweya demokratîk a modernîteya demokratîk e. Heta ku neteweya demokratîk neyê pêkanîn, nabe ku hebûna Kurdan bê mayîndekirin û ev vejîna hatiye afirandin bi ser bê xistin. Ji bo gelê Kurd, li ser bingeha neteweya demokratîk, avakirina sîstema xwe ya civaka li derveyî dewletê, yekane şertê bi ser xistina vejîna 15'ê Tebaxê û xwegihandina civakîbûna azad e.
'JIYANA AZAD BÊYÎ RÊBERTÎ NABE'
Vejîn, hebûn û jiyana azad bêyî Rêbertî pêk nayên. Heta Rêber Apo azad nebe, jiyana azad, vejîn û hebûn nayên mayîndekirin. Gelê Kurd gelekî baş bi vê dizane. Lewma, yekane şertê me yê hebûnê ew e; em li her qadê ji bo vê seferber bibin, heta azadiya Rêberê me, bi şiyara 'AZADIYA RÊBERÊ ME AZADIYA ME YE' em çalakiyan xurt bikin û ti carî dest ji vê têkoşînê bernedin. Gelê Kurd wê nebe bedenekî ku mejiyê xwe miriye, wê ti carî li xwe negire ku mîna cesedekî bijî. Lewma wezîfeya her Kurdî, her welatparêz û mirovekî demokrat e, ku bi vê armancê bi ruhê serhildanê seferber bibe, li her qadê ji bo azadiya Rêbertî çalakiyan lidar bixe û bi hişmendiya xweparastinê çalakiyan pêk bîne. Di serî de jin û ciwan, ku hedefa sereke ya sîstema modernîteya kapîtalîst in, pêwîste hemû beşên civakê weke şertê sereke yê jiyana azad li xwe qebûl bike ku ji bo azadiya Rêbertî çalakiyan lidar bixin û li ser vê bingehê bikevin nava tevgerê.
AKP'Ê PÊVAJOYEKE NÛ YA QIRKIRINÊ DAYE DESTPÊKIRIN
Îro bi destê desthilatdariya AKP'ê pêvajoyeke nû ya qirkirinê hatiye destpêkirin. Di vê demê de, ku têkoşîna partiya me ya bi pêşengiya Rêbertî mezin dibe, gerdûnî dibe û ji aliyê hemû beşên civakê ve tê qebûlkirin, desthilatdariya AKP'ê û dîktatoriya qesrê dest bi êrîşan kirine ji bo vê pêvajoyê berevajî bikin. Rastiya 'azadiya gelên Tirkiyeyê bi azadiya gelê Kurd dibe' ku ji aliyê yek ji milîtanên pêşeng ên PKK'ê Kemal Pîr ve hat bilêvkirin, bi bûyer û qewimînên îro re careke din piştrast bûye. Kiryarên faşîst ên li Kurdistanê tên kirin, Tirkiye gihandiye ber hilweşînê. Artêşa Tirk a li Kurdistanê bi rengekî bêsînor êrîşên qirkirinê û wehşetê dike, gav avêtiye ku heman hovîtiyê li Tirkiyeyê jî bike. Pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên li cenazeyên Kurdan tên kirin, îro li leşkerên Tirk jî tê kirin. Ev yek nîşan dide di bin sîwana AKP'ê de hovîtî ji rêzê tê dîtin.
Di vê demê de, ku AKP'ê hemû civak melisandiye û hewl dide bi tirsa darbe yan jî dij bi darbeyê her kesî bê vîn bike, pêwîstiya Tirkiyeyê bi gavên mirovbûyîn, nêrîna azad û hewldanên bi wijdan heye. Bi kurt û kurmancî pêwîstiya gelê Tirkiyeyê bi vejîneke nû heye. Di asta çalakiya 15'ê Tebaxê de pêwîstiya gelên Tirkiyeyê bi çalakiyê û pêngaveke ramanî û çalakiyê heye.
'DI ŞEXSÊ FERMANDAR EGÎD DE EM HEMÛ ŞEHÎDÊN XWE BIBÎR TÎNIN'
Li ser vê bingehê em dikevin sala 33'an a Pêngava 15'ê Tebaxê. Em cejna xwe ya vejînê 15'ê Tebaxê li Rêber Apo, hemû hevrêyan, hêzên xwe yên gerîla, gelê xwe, gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Di şexsê fermandarê Pêngava 15'ê Tebaxê hevrê Egîd de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin û careke din soz didin ku em ê hêjayî xeta wan bin. Bi vê wesîeyê em hevrê Engîn Sîncer (Erdal) ê di 17'ê Tebaxa 2003'an de şehîd ket, Cennet Dîrlîk (Nûcan) a di 25'ê Tebaxa 2005'an de şehîd ket, Rûhal Akyildiz (Têkoşîn Tolhildan) a di 1'ê Tebaxa 2004'an de şehîd ket, Ramazan Toptaş (Îbrahîm) ê di 1'ê Tebaxa 2006'an de şehîd ket, şehîdên Qilabanê yên di bin fermandariya hevala Roza de di 24'ê Tebaxa 2007'an de şehîd ketin, doktor Mahîr, Delîla Meyaser, Arîf Elbîstan, Jînda Gever û hemû şehîdên xwe yên meha Tebaxê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.
Şehîdê me yê mezin ê Tebaxê û endamê Komîteya Navendî hevrê Engîn Sîncer (Erdal) hem weke fermandareê gerîla, hem hevrêyê dilnizm ê Rêbertî, hem jî weke milîtanê avakirina neteweya demokratîk, weker Apoyiyekî bi tîpên zêrîn navê xwe li dîroka PKK'ê û li dilê her kesên ew nas dikir nivîsand. Xwedîderketina li bîranîna hevrê Erdal, bi mînakgirtina kesayeta wî, bi serketina li her qadê û afirandina serketinê dibe. Bi vê bîr û baweriyê em cang li jin û ciwanên Kurdistanî, her kesên dixwazin bi rengekî azad û bi rûmet bijîn dikin, ku têkoşîna gerîla ya bi pêşengiya PKK'ê mezin bikin û bibin garantiya îro û siberoja me ya azad!
EM SERKETINA MINBICÊ PÎROZ DIKIN
Em serketina Minbicê, ku du roj beriya pêngava 15'ê Tebaxê di roja 73'an de pêk hat, li tevahiya gelê Rojava û gelên Sûriyeyê pîroz dikin û bawer in ku ev serketin wê bi afirandina Rojhilata Navîn a demokratîk tacîdar bibe. Em hemû şehîdên pêngavê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û hemû berxwedêrên vê pêngavê silav dikin.
Em careke din dibêjin gelên me wê qezenc bikin û bang li gelê xwe yê welatparêz û hemû hêzên li dijî sîstemê têdikoşin dikin, neteweyeke demokratîk li Rojhilata Navîn ava bikin, li her qadê sîstema xwe ya demokratîk a li derveyî dewletê ava bikin, çalakiyên li gorî vê vejînê pêk bînin, rejîmên faşîst hilweşînin û heta avakirina sîstema xwe, têkoşînê li her qadê bilind bikin."