NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Sûriya Demokratîk bang li hemû hêzên ku beşdarî şerê Sûriyê bûne li gorî zagonên ku ji aliyê QSD′ê ve hatine erêkirin, tev bigerin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi beşdariya Fermandarên QSD′ê daxuyaniyek da raya giştî.
Daxuyanî wiha ye:
″Em wekî Hêzên Sûriya Demokratîk ji roja yekê ya avakirina hêza xwe, di hemû şerê li dijî rêxistina DAIŞ`ê ya terorî li hemû eniyan û her cihê ku me rizgarkiriye em li gorî hemû zagonên şer û mafê mirovan û zagonên navnetewî û mirovî tevgeriyan. Her wiha me parastina mal û milkên welatiyan kir û mafê wan jî parast. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne em dikarin wekhevî û ewlehiyê pêk bînin. Em hemû pêkhateyên Sûriyê bi hemû reng û olên xwe ji wehşiyeta terorê û çeteyan zordaran rizgar dikin û hêza xwe ji vê yekê werdigirin.
Bi bawerî û tirsa me li ser parastina welatiyên Sûriyê, li gorî zagonên navneteweyî û mirovahî, em bang li hemû hêzên muxalif ên çekdar (ku baweriya wan bi mafê mirovan û demorkratiyê heye) dikin ku hemû rê û rêbazan parastina sivîlan ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demorkratîk hatine erêkirin, tev bigerin.
Ev rêgez wiha ne:heseke-daxuyaniya-qsd2
1-Hêsankirin û gihandina alîkariyên mirovî (bê cudabûn) ji bo hemû herêman. Her wiha rêzgirtin û parastina xebatkarên ku bi karê gihandina alîkariya mirovî û tenduristiyê radibin. Ji bo gihandina xizmetên bingehîn ji koçber û penaber (bêyî cudabûna ol û netewan) destûr bê dayîn.
2-Rêzgirtin û parastina dibistan, nexweşxane, navendên olî, cihên çandî û hemû saziyên sivîl.
3-Dema jiyana sivîlan di mertirsiyê de be, destûr were dayîn ku veguhezin herêmên bi ewle. Lê koçberkirina bi darê zorê qedexeye.
4-Qedexekirina tundiya cinsî, her wiha qedexekirina bikaranîna zarokan, ji bo karên leşkerî.
5-Parastina kesyatên ku herî zêde jiyana wan di metirsiyê de ye (di nava wan de zarok, jin û kesên bi temenê mezin û astengdar).
6-Divê çekên qedexekirî neyên bikaranîn û çek bi awayekî bê serûber neyên bikaranîn.
7- Ji bo parastina mafê jiyanê, Îdam qedexe ye.
8-Di dadgehan de, li hember zagonan rêzgirtin û peydakirina misogeriyên dadweriyê. Her wiha derbarê girtinê de, di aliyê zagonî de lîkolîn bê kirin.
9-Rêzgirtina mafê malbatê li gorî zagonên mirovî yên navneteweyî û kevneşopiyên me. Di vê çarçoveyê de, qedexekirina hemû rengê şidetê, destdirêjiyê, reşkirin û ne rêzgirtina rûmeta mirovan.
Bi riya vê daxuyaniyê, em careke din girêdana xwe bi rêgezên mirovahî re tînin ziman û armanca me ew e ku em bandora şerê wêrankirinê yê ku ji aliyê çeteyan ve li ser me hatiye ferizkirin, kêm bikin. Em bang li hemû hêzên din yên ku beşdarî şerê Sûriyê bûne, li gorî van rêgezan tev bigerin û pêk bînin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyê Demokratîk.
ANHA