Rapora UN Women: Ji bo bidestxistina wekheviya zayendî ya giştî 171 sal pêwîst in
Li gorî rapora nû ya UN Womenê, bi leza heyî ji bo wekheviya tam a zayendî li cîhanê 171 sal divê.
Rêxistina Jinan a Neteweyên Yekbûyî (UN Women) û Daîreya Karûbarên Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî (UN DESA), raporeke berfireh û hişyarker a cîhanî ya bi sernavê "Gender Snapshot" li baregeha sereke ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê pêşkêş kirin. Li gorî daneyên fermî yên vê raporê, eger leza pêşveçûn û polîtîkayên heyî bi vî rengî be, ji bo jin û keç li seranserê cîhanê bigihîjin wekheviya tam a civakî, qanûnî û aborî, herî kêm 171 salên din divê.
Di rapora UN Womenê de bi awayekî şênber tê destnîşankirin ku tu armancek ji armancên Pêşveçûna Berdewam a Neteweyên Yekbûyî (SDG 5) ya ji bo sala 2030'an hatibû diyarkirin, di wextê xwe de pêk nayê. Lêkolîna rêxistinê dide zanîn ku li gelek deverên cîhanê ne tenê pêşveçûn nîne, lê belê paşveçûneke cidî ya polîtîk û destûrî li dijî mafên jinan dest pê kiriye. Rapor radigihîne ku di nava du salên dawî de ji sê parên saziyên fermî yên ji bo pêşxistina wekheviya zayendî hatibûn damezrandin, desthilat û erkên wan hatine kêmkirin an jî budçeyên wan hatine birîn.
Di warê nûnertiya siyasî û biryardanê de jî cûdahiyeke pir kûr di navbera jin û mêran de berdewam dike. Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, li seranserê cîhanê ji her 7 dewletan rêbertiya 6 dewletan tenê di destê mêran de ye. Di heman demê de rêjeya jinan di parlamentoyên cîhanî û postên bilind ên wezaretan de hîn jî di asteke gelekî kêm de ye. Çavdêrên Neteweyên Yekbûyî her wiha balê dikişînin ser wê rastiya dîrokî ku di nava 81 salên temenê Neteweyên Yekbûyî de heta niha tu carî jinek nebûye Sekretera Giştî ya vê saziya navneteweyî.
Rapora rêxistinê tenê bi qada siyasî sînordar namîne, lê belê balê dikişîne ser xetereyên nû yên jin pê re rûbiûrû ne. Rêvebera Cîbicîkar a UN Womenê di çarçoveya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de daxuyand ku tundûtûjiya li ser înternetê û qada dîjîtal a li dijî jin û keçan bi rengekî metirsîdar zêde bûye. Rapor bang li civaka navneteweyî û hemû hikumetan dike ku ji bo parastina ewlehiya jinan a li ser platformên civakî qanûnên nû û rêkarên tund bixin meriyetê. Li aliyê din, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî tekez dike ku li seranserê cîhanê nêzîkî 164 milyon jin ji ber kêmbûna derfetên tenduristiyê ji xizmetguzariyên bingehîn bêpar in.
Pisporên Neteweyên Yekbûyî di encama raporê de hişyariyê didin ku heke hikumet razemeniyên madî li perwerde, qanûnên parastinê û pêşxistina aboriya jinan zêde nekin, nifşên nû yên jinan dê di bin heman newekhevî û zextan de bimînin. Lewma, têkoşîna ji bo wekheviyê wekî erka sereke ya hemû mirovahiyê tê pênasekirin.