ARZÛ DEMÎR - AMED 14.11.2013 07:00:01
Parlamentera BDP'ê û endama Komîteya Amadekar a Kongreyê Mulkiye Bîrtane diyar kir ku serdana Erdogan a bi Barzanî re li Amedê pêk bîne yek ji pêngavên hilbijartinê ye û got, "Lê belê Kurd êdî ji van pêngava naxape." Bîrtane daxuyaniyên Barzanî yên digot "Ez piştgiriyê didim pêvajoya çareseriyê ya li Bakur" bibîr xist û got, "Divê ew biryardariya xwe ya ji bo çareseriyê nîşan bide. Di rewşeke berevajî de eger Birêz Barzanî were û bibe amûrek ji lîstikên siyasî yên Erdogan, dê baş neyê pêşwazîkirin."
Parlamantera BDP'ê û endama Komîteya Amadekarr a Kongreyê Mulkiye Bîrtane der heqê Kongreya Neteweyî ya Kurd a civînên wê yên amadekariyê dewam dike û serdana Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Amedê de, bersiv da pirsên ANF'ê.
Em dizanin Kongreya Neteweyî ya Kurd paşve hatiye xistin. Pêşketineke nû heye? Rewşa dawî çiye?
Komîteya Amadekar di xebatên xwe yên payizê de ji bo kongre di 25'ê Mijdarê de pêk were biryar dabûn ku di 8'ê Cotmehê bicive. Civîn nekarî i 8'ê Cotmehê de pêk were. Sedema vê yekê bi komnebûna sekreteryayê ve hat girêdan. Ji ber ku sekreterya nekarî kom bibe, pê ve girêdayî komîte jî nekarî bicive. Dema ku komîte di 10'ê Mijdarê de kom bû û nirxandin kir, biryar hat dayîn ku xebatên di vî warî de wê negihêje 25'ê Mijdarê. Ji ber ku demeke kurt mabû û di amadekirina hin raporan de kêmasî hebûn.
LIDARKETINA KONGREYÊ NÊRÎNA HEVPAR A HERKESÎ YE
Sedema paşvexistinê çiye?
Ev konferans bi salane di rojeva Kurdan de ye. Pêşniyara Birêz Ocalan hebû ku li Amed, Enqere, Ewropa û Hewlêre konferans bên lidarxistin. Sê konferans pêk hatin, konferansa li Hewlêrê jî di şûna konferansê de biryara kongreyê hat dayîn. Biryar hatibû dayîn ku xebatên kongreyê li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê bê meşandin. Raporên komîsyonan ên ji bo pêşkêşî kongreyê bên kirin, diviyabû jia liyê sekreteryayê ve bihata nirxandin. Rewşa siyasî ya li Kurdistan û Rojhilat Navîn, pêşketinên li Rojava, helwesta Hikûmeta Başûr a li hemberî Rojava pirsgirêk hinekî din kûrtir kir, lewma nîqaş li ser vî alî hat kirin.
Lê berê jî ji ber nêzîkatiya ne rast a hin endamên sekreteryayê, kongre paşve hatibû xistin. Ji bilî endamên di sekreteryayê de, partiyên siyasî nûnerên nû lê zêde kirin. Bi van nûneran re hevdîtin hatin kirin. Lidarketina vê kongreyê, nêrîna hevpar a hemû sazî û partiyên siyasî yên Kurd e.
Divê hîsa çareseriya demeke kurt a vê pirsgirêka sedan salan, neyê afirandin. Bi rastî jî mijareke gelekî zehmet e. Parçebûna li nava sînorên çar welatan û zexta van welatan...Bi van xebatan re baştir tê dîtin, ku em çiqasî ji hev xerîb, biyanî bûne. Lê di mijarên ziman, huqûq, jin û ciwanan de konferans hatin lidarxistin. Di navbera çar parçeyên Kurdistanê de dema danûstandinên bi vî rengî pêk tên, nêzîkbûn fêmkirina hev, çê dibe.
NUQTEYA HERÎ GIRÎNG HELWESTA HEVPAR E
Nuqteya herî girîng yekbûyîna siyasî, destnîşankirina helwesta hevpar e. Vê yekê jî emê bi kongreyê bicih bînin. Di hefteya pêş de wê sekreterya ji komîteyê re teqwîmeke xebatê derxîne. Emê li gorî vê xebatên xwe dewam bikin. Ji vê nuqteyê û pê ve êdî Kurd dê bi awayekî parçebûyî siyasetê nemeşînin. Yên bi vî rengî siyaseta xwe dewam bikin, dê hem li nava gelê Kurd hem jî li qada siyasetê cihê ku heq dikin, bibînin.
TIRKIYE DÊ POLÎTÎKAYA XWE YA ROJAVA BIGUHERÎNE
Nuqteya bingehîn a paşvexisitna Konferansa Neteweyî ya Kurd, Rojava ye?
Belê, Rojava yek ji mijarên bingehîn e. Li Tirkiyê gotina "Êdî cenaze nayên" derdikeve pêş. Lê belê gelê Kurd her roj, li parçeyekî din ê Kurdistanê bi şehadeta zarokên xwe yên li Rojava re rû bi rû ye. Her çend rewşek li holê heye ku nîşan dide pirsgirêk tê çareserkirin jî, polîtîkaya Tirkiyê ya li ser Rojava diyarker e. Çeteyên mîna El Qaîde, El Nûsra re bi hêsanî ji Tirkiyê derbasî Rojava dibin, birîndarên xwe li Tirkiyê derman dikin, ji sivîlan re deriyên sînor ji bo derbasbûna alîkariya însanî girtî ye, lê ji çeteyan re di her warî de vekiriye. Li aliyê din berxwedana Kurdan a bi yekwicûd a li Rojava neçar hişt ku Tirkiye polîtîkaya xwe ya der heqê çeteyan de di ber çavan re derbas bike.
Rewşeke neyînî ya li parçeyekî Kurdistanê bandorê li parçeyên din jî dike, hemû bi hev ve girêdayî ne. Serketina di şoreşa gel a Rojava de, wê bandorê li Bakurê Kurdistanê jî bike. Ji ber vê yekê di ser Rojava re êrîş li tevahiya Kurdan tê kirin. Em dizanin ku dê destketiyên Kurdan ên têkoşîna bi salan, li Rojava werin tacîdarkirin. Vê yekê her kes dibîne. Êdî Tirkiye neçare hêdî hêdî ji van polîtîkayên xwe vegere.
Barzanî dest li Rojava werdide. Heta ku mijara Rojava neyê çareserkirin -ev mijar di nuqteya avakirina hêzeke duyemîn a li Rojava xetimiye- gelo Konferansa Neteweyî ya Kurd dikare kom bibe?
Ji bo çareseriya pirsgirêkên li wê derê, divê ev kongre jî bingehekê ava bike. Siyaseta li Rojava tê meşandin, li ser avakirina hêzeke duyemîn a çekdarî ye. Lê di wê baweriyê de me ku kongre xwedî wê hêzê ye ku dikare vê pirsgirêkê jî çareser bike. Li aliyekî xebatên ji bo kongre, xebatên ji bo yekitiya neteweyî, li aliyê din hebûna pevçûnekê di navbera Kurdan de, wê rê li ber şikestina hestan veke. Ji ber vê yekê dê ev pirsgirêk bi misogerî bi hevdîtinan çareser bibe.
Hûn Konferansa Neteweyî ya Kurd weke cihê çareseriya pirsgirêkên mîna ya Rojava dibînin?
Belê, ji bo çareseriya pirsgirêkan Kongre dikare bingehekê ava bike.
PÊNGAVA HILBIJARTINÊ YA ERDOGAN
Di rojevê de serdana Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo Amedê di rojevê de ye. Hûn vê serdanê çawa şîrove dikin?
Yek ji pêngavên siyasî yên her carê yên Serokwezîr Erdogan e. Ev yek jî bi taybetî li pêvajoyeke beriya hilbijartinê rast tê. Di her seferê de bi rê û rêbazên cuda, daxwaz û hêviyên Kurdan ên ji bo çareseriyê ji bo demeke din paşve dixe û pêngavên beriya hilbijartinan dike. Me di sala 2007'an de ev bi awayekî zelal dîtin. Di encama sozên li wê derê dayî de, Kurdan li hemberî AKP'ê helwestek nîşan neda. Piştî ku ji wê derê serketinek bi dest xist, berê xwe da Kurdan û dest bi êrîşan kir. Heman piştî hilbijartinên 2009'an operasyoneke mezin destpê kir. Îro dîsa li sozên xwe yên beriya hilbijartinê dayî, vegeriya. Lê belê Kurd êdî bi van sozên beriya hilbijartinê naxape.
Beriya bi demekê hewl da bi Kemal Bûrkay biceribîne, lê di wir de serketî nebû. Beriya hilbijartinên herêmî yên 2014'an rûyê AKP'ê nema ku biçe ber deriyê Kurdan. Ji ber vê yekê, bi vexwendina Birêz Barzanî bi Amedê re hewl dide di warê siyasî de serê Kurdan hinekî tevlîhev bike û peyamên "Pêvajoya çareseriyê dewam dike" bide.
Em hêvîdarin dê feydê li pêvajoya çareseriyê bike, lê divê daxwazên Kurdan rast bên xwendin. Divê Erdogan bizanibe ku mîna salên bihurî nikare bi xapandin û mijûlkirinê vî karî bimeşîne. Em di wê baweriyê de ne ku divê Birêz Barzanî daxwazên me yên siyasî baş bixwîne û di vî warî de rola xwe bileyze.
Çima we ji aliyê hikûmetê ve bersiv dan pirsê. Gelo Barzanî çima tê?
Birêz Barzanî di gelek daxuyaniyên xwe de diyar dike ku ji bo çareseriya pirsigrêka Kurd a li Bakur çi ji dest bê ewê bike. Pêwîste ew biryardariya xwe ya ji bo çareseriyê nîşan bide. Eger li vê derê vê yekê destnîşan bike, hingî dibe ku wateya vê serdanê çê bibe. Naxwe, di rewşeke ku ewçend zilm li Kurdan tê kirin, têkoşîna Kurdan ewçend ji nedîtî ve tê de, eger Birêz Barzanî bibe yek ji amûrên lîstikên Erdogan, dê rast neyê pêşwazîkirin.