1 deqîqe xwendin

Siûdî zîndaniyan bi ser kurdan ve dişîne

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Hukûmeta Siûdî nêzî 1400 zîndanî ji bo şer dişîne Sûriyê

Li gor agahiyên ku hatine girtin û belgeya ku hatiye bidestxistin, Hukûmeta Siûdî Erebistanê nêzî 1400 mahkûmên ku cezayê serjêkirinê li wan hatiye birîn, ji bo şer û cîhadê, dişîne Sûriyê.

DOSTÊN GELÊ SÛRIYE

Di vê belgeyê de gelek kesên ku di zindanên Siûdiyê de girtî ne û ji gelek neteweyên cuda ne, cezayê wan serjêkirin bû. Hikûmeta Siûdiyê bi wan re lihev kiriye ku wan perwerde bikin û bişînin li Sûriye cîhadê bikin. Li hemberî vê jî dê wan serbest berdin û mehanetî bidine malbatên wan.

Mahkûmên ku bi wan re hatiye lihevkirin bi hejmar û welatên xwe ve, ev in: 105 yemenî, 21 filistînî, 212 siûdî, 66 sûdanî, 254 sûrî, 82 urdunî, 68 somalî, 32 afganî, 194 misrî, 203 pakistanî, 23 îraqî û 44 kuweytî.

Amîda Kurd