Trump "Hêza Aqilê Bilind" ava dike: Amerîka di aqilê çêkirî de serkêşiya cîhanê dike

Trump avakirina Hêza Aqilê Bilind ragihand û got, Amerîka dê serkêşiya xwe ya cîhanê di aqilê çêkirî de bidomîne.

Li gor Dengê Amerîkayê weşandiye, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, wan di nava hikûmeta federal de saziyeke nû bi navê "Hêza Aqilê Bilind" ava kiriye. Erka vê saziyê hevrêzkirina hemû çalakiyên hikûmeta Amerîkayê yên di warê teknolojiya pêşketî ya aqilê çêkirî de ye, ji bo ku pêşengî û serkêşiya Amerîkayê ya li cîhanê were parastin.

Trump roja Yekşema 4'ê Kewçêrê bi peyameke li ser platforma Truth Socialê da zanîn, ev hêza nû piştî rêkeftina dîrokî ya Qesra Spî ya li ser aqilê bilind hatiye avakirin; rêkeftineke ku tê de mezintirîn şîrketên teknolojiyê yên cîhanê tekezî li ser berpirsiyariya xwe ya li hember gelê Amerîkayê kiribûn.

Serokê Amerîkayê nîşan kir, Hêza Aqilê Bilind berpirsiyar e ku hewldanên hikûmeta federal hevrêz bike ji bo Amerîka pêşengiya xwe ya cîhanî di warê aqilê bilind de bidomîne. Trump di peyama xwe de pêşketinên vê teknolojiyê wek diyardeyekê bi nav kir ku li gor gelek kesan dikare ji Şoreşa Pîşesaziyê û derketina înternetê mezintir be û got, armanca vê saziyê parastina berjewendiyên amerîkiyan û baştirkirina jiyana wan e.

Li gor daxuyaniya Trump, erka hêzê her wiha ew e ku peywendiyên hikûmeta federal bi bikarhêneran, komên parêzvanên berjewendiya giştî, saziyên olî, dabînkerên binesaziya krîtîk û şîrketên di warê aqilê çêkirî de hevrêz bike.

Hêza nû dê di bin serkêşiya Rêveberê Îstixbarata Neteweyî Jay Clayton, Serokê Komîsyona Bazirganiyê ya Federal Andrew Ferguson, Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Lêkolîn û Endezyariyê Emil Michael û Rêveberê Ofîsa Birêveberiya Karmendên Federal Scott Kupor de be. Trump her wiha da zanîn, "Hêza Aqilê Bilind" dê rasterast raporên xebatên xwe pêşkêşî wî û Berpirsa Karmendên Qesra Spî Susie Wiles bike.

Wêne: Dengê Amerîka