Vedîtineka Şoreşî ya li ser Mêjî: Mêjiyê mirovan ji du organên cihê pêk tê

Li gorî lêkolîna Zanîngeha Stanfordê û kovara Nature Neuroscienceê, mêjiyê mirovan ji du organên cihê pêk tê.

Lêkolîn Amîda Kurd Amîda Kurd Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

Di cîhana zanist û bijîşkiyê de  li ser têgihiştina laşê mirov deriyekî nû û şoreşî vebû. Lêkolîneka nû ya tîma zanyaran a ji Zanîngeha Stanfordê ya Amerîkayê (Stanford Medicine) ku encamên wê di kovara navdar a zanistî ya Nature Neuroscienceê de hatin weşandin, nîşan dide ku mêjiyê mirovan ne organekî tenê û yekgirtî ye, lê belê ji du organên serbixwe û cihê pêk tê ku di pêvajoya peresînê de gihîştine hev.

Heta niha di hemû pirtûkên bijîşkî û zanista rîşenasî ango norolojiyê (neuroscience) de baweriya serdest ew bû ku mêjî wekî yek organ ji komeka hevpar a şaneyên bineretî yên embriyonîk mezin dibe. Lê tîma lêkolînê ya Stanfordê bi rêberiya pisporên biyolojiya şaneyî û genetîkê, bi rêya teknolojiyên nûjen ên nexşeya şaneyan û şopandina rêçên genetîkî eşkere kir ku beşên mêjî xwedî kokên cuda ya embriyolojîk in. Li gorî zanyariyên ku di kovara Nature Neuroscienceê de hatine parvekirin, beşa pêşîn û jorîn a mêjî (cerebrum) û beşên kûrtir û binî yên mêjî ji du komên şaneyan ên bi tevahî cihê pêş ketine ku di dîroka peresîna zindiyan de ji hev cuda afirîne.

Pisporên Zanîngeha Stanfordê destnîşan dikin ku ev vedîtina nû dikare awayê têgihîştin û dermankirina nexweşiyên giran ên rîşeyî bi temamî biguherîne. Nexweşiyên wekî ALS (skleroza alîgir a amiyotrofîk), nexweşiyên masûlkeyan ên piştê û felcbûnên rîşeyî heta niha wekî nexweşiyên organekî giştî dihatin destgirtin. Lê dema tê zanîn ku ev her du beş ji aliyê şaneyî û genetîkî ve cihê tevdigerin, dê dermankirin û dermanên armanckirî ji bo her beşekî bi awayekî serbixwe bên pêşxistin.

Zanyarên ku di lêkolînê de cih girtine diyar dikin ku ev encam bersivê dide gelek pirsên kevn ên bijîşkiyê jî; wek mînak çima hin nexweşî tenê bandorê li beşekî diyar ê mêjî dikin lê beşê din bi temamî saxlem dihêlin. Tîma lêkolînê di daxuyaniya xwe ya fermî de dide zanîn ku ev vedîtina şoreşî dê rê bide nifşekî nû yê derman û rêbazên dermankirinê yên biyolojîk ku berê wekî xewnek dihatin dîtîn.

Civaka zanistî ya cîhanê vê xebatê wekî yek ji mezintirîn pêngavên zanista mêjî ya sedsala 21'ê dinirxîne. Hat diyarkirin ku lêkolîn dê di qonaxa bê de li ser nexweşiyên bîrçûna yên wekî Alzheimer û Parkinsonê jî were berfirehkirin da ku bandora vê dabeşbûna du-organî li ser pîrbûna şaneyan jî were fêmkirin.