Li Amedê gelek hemamên dîrokî hene, lê ji ber ku kes li wan xwedî dernakeve û restore nakin, yek bi yek hildiweşe.
Li Amedê gelek hemamên dîrokî hene, lê ji ber ku kes li wan xwedî dernakeve û restore nakin, yek bi yek hildiweşe. Himamê Mêrg Ahmet jî yek ji van himamên dîrokî ye. Lê ji ber ku wezareta çandê lê xwedî dernakeve wêran dibe.
Dîrok, çand, şaristanî, bawerî û kevneşopiyên bajar û warekî bi dêr, mizgeft, sûr, keleh, himam û qonaşên wan tên zanîn. Şûnwarên dîrokî yên Amedê ku çavkaniya çand, bawerî û dahatuya wê ye ji ber ku nayên parastin rastiya dîroka wêjî winda dikin. Çavkaniyên ku qala dîroka avahiyên Amedê dikin xuya dike ku himam li Amedê cîhekî mezin digre û li her taxên bajar himam hebû ne. Di heyema Osmaniyan de ji bo pêşiya nexweşiyê halî bê girtin, kesên ji derveyî bajar dihatin, nedigirtin hundir. Ji bo nexweşiyê nexin nava niştecihên bajar û ji bo gel ji van nexweşiyan biparêze di ketina bajar de nêzî her deriyê ku dikeve nava bajar himam hatibû avakirin. Lê ji ber bê eleqeya kêm û vekirina rêya van himamana hatiye hilweşandin û wêran dibin. Li Amedê di heyemekê de gelek himam hebû ne ji van himama wekî; himama Mîrza di sala 1500'î ji aliyê Akkoyuna hatibû avakirin di dema Herba Cîhanê ya 1'emîn de hilweşiya ye. Himama Marîsta, hatiye hilweşandin û li şûna wê dibîstana Seretayî ya Gazî hatiye avakirin. Himama Kale û Allattîn, bi demê re ji holê rabûye. Himama bi navê Zava di dema Herba Cîhanê ya 1'emîn hatiye hilweşandin. Himamên Dîlaver Paşa, Huseyîn Efendî, Bekîr Paşa û Cadde jî di dîroka nêz de di demên cûda de ji bo xebatên cûda hatiye li kar anîn û ji holê hatiye rakirin. Disa di sala 1510'an de Himama Cemşît û di sala 1563'an de jî Îpekoglu bi sedemên cûda ji bo armancê cûda hatiye xebitandin û taybetiya xwe winda kiriye.
Vakif 2 salin bêdeng e
Himama Melîk Ahmed Paşa; li ser riya Merg Ahmedê ji aliyê Melîk Ahmed Paşa ve di sala 1564'an de hatiye destpêkirin û di sala 1567'an de hatiye avakirin. Ev himam niha di rewşek gelek xirab deye. Di salên 1980'ê de taybetiya himamê winda kiriye û gelek beşê himamê hilweşiya ye. Di nava deman de beşa kolxane hilweşiya ye û şûna wê niha wekî garaja wesayîta tê li kar anîn.
Der barê himama Melîk Ahmet de xwediyê himamê welatiyê bi navê Adîl Aydin, diyar kir ku ev himama dirokî bi deh salane di destê wan de ye û wiha got; "Himam di destê min û birayê min de ye niha di destê min de 90 mitro ku ji beşek himamê dikan heye. Hundirê himamê jî di destê birê min de ye. Rewşa himamê di astekî gelek xirab, di asta hilweşandinê de ye. Me du sal berê ji bo îstimlaqê an jî ji bo restorekirinê serî li Weqfa Parastina Berhemên Dîrokî da ji me ra gotin 'perê Wezareta Çandê tune ye, em nikarin bikirin.' Ji bo restore kirinê jî gotin 'hûn encax bi derfetên xwe restore bikin.' Me li ser vê yekê projeya wê derxist perekî zêde lê di çû ji ber derfetê me tune bû, me nikarî bû çê bi kira." Aydin, da zanîn ku 2 sal berê jî wan herî dawî 8 meh berê dîsa serî li Weqfa Parastina Berhemên Dîrokî da lê bêbersîv man e. Aydin, aşkera kir ku niha ev himam dike bê hilweşan din lê ji ber berhemek dîrokiye ew nikarin tu mudaxaleyê bikin û dema ew bi awayekî mudaxale bikin jî dê rastî cezayê girin û dozê bên. Aydin, xwest ku kesên xwedî wijdan û hestiya li vê berhama dîrokî xwedî derkeve û rojek berî rojê ev maxdûriyeta wan bê çareserkirin û ev berhema dîrokî ji vê rewşa xirab xilas bibe.
Şûna kolxaneyê niha garaja wesayîta ye
Welatiyê ku niha beşek ji vê himama dîrokî di destê wî de ye Huseyîn Taylan, jî diyar kir ku beşa ku ji kolxaneya himamê pêk tê di destê wan de ye û wiha got; "Niha 2500 mîtro ku ji beşek himamê pêk tê niha di destê me da ye. Em dixwazin demildest di derbarê vê himama dîrokî de biryar bê girtin. Îstimlaq an jî bi awayekî din. Bes ji vê rewşa xirb xilas bibe em ji her awayî re amadene. Weqfa Parastina Berhemên Dîrokî bi tu awayî eleqedar nabe. Ev 10 sale em serî li waqfê di din lê ji me ra dibêjin 'bisekin in bira îmara Şaredariya Surê diyar bibe' lê îmara şaredariyê jî diyar e lê em tu encamê nagirin." Taylan, da zanîn ku dema xirab bibe jî ew berpirsyar tê girtin û di derbarê wan de doz tê vekirin.Taylan, destnîşan kir 30 sal berê şuna ku niha ew wekî xeraja wesayîta li kar tîn in kolxaneya himamê bû lê niha ev der hatiye hilweşandin.Taylan, di dawiya axaftina xwe de bal kişan ser demê borî ku himam di kîjan merhaleyan de derbas bûye û wiha got; " Heta dema 1970'an de ev himam bi himamî dihat xebitan din. Piştre di nava demên cûda de ji bo xebatên cûda wekî qehwexane, firne û niha jî cîhê ku maye bi dikanê cûda wekî cil û berg, dikanê solan û dikanê penêr tê li kar anîn."
Perê Wezarata Çandê tune
Li ser van agahiyan ajansa me (DÎHA) bi rayedarên Weqfa Parastina Berhemên Dîrokî re axivîn. Lê weqfê di derbarê himamê tu agahî ne de. Tenê gotin 'di destê me de tu agahî tune. Ji bo vê yekê herin Şaredariya Surê. Ev himam ya şaxis e divê xwedî ji bo wê serî li me bide. Lê niha ji bo îstimlaq û parastinê pereyê Wezareta Çandê tune.' Li ser pirsa ku himam ahatiye asta hilweşandinê heke bê hilweşandin dê çewa bibe, berpirsyar dê ew dem kî be? gotin ' em nizan in' Piştre ajansa me çû Şaredariya Surê bi midûrê îmarê Mehmet yazmaz re axivîn. Yazmaz, jî diyar kir ku di destê wan de tiştekî bikin tune û wiha got ; " Tenê em dikarin ew berhem biparizên ku kes xira nekin."
Dê aqûbeta himamê çewabi?
Niha ev himam hatiye asta xirabûnê lê tu kes lê xwedî dernekeve. Heke neye restorekirin û parastin dê aqûbeta wê jî wekî himamê ku di nava dîrokê de wekî me di jor de navê wan deye ku hatiye hilweşandin dê ew jî bê hilweşandin û ji holê rabe.
Himamên heyî û ên rewşa wan li ber xirabûnê
*Himam Alî Paşa: ji aliyê Alî Paşa ve di sala1534'an de tê texmîn kirin ji aliyê Mîmar Sînan ve hatiye çêkirin. Di roja me ya îro de di rewşek gelekî xirab de ye.
*Himama Behram Paşa: ji aliyê Behram Paşa ve di sala 1564'an de hatiye çêkirin..
*Himama Çardakli: ev himam jî di salên 1521-1528'an de hatiye çêkirin lê ji aliyê kê ve hatiye çêkirin ne diyar e.
*Himama Vahap Aga: Vê himama dîrokî jî ji aliyê kê di kîjan demê de hatiye çêkirin ne diyar e.
*Himama Deve: himama Deve ji ber mezin bûna wê di nava gel de bi navê Deve tê naskirin. Lê ji aliyê kê û di kîjan demê de hatiye çêkirin ne diyar e.
*Himama Kadi: ev himam jî ji aliyê kê û di kîjan demê de hatiye çêkirin ne diyar e. Lê Evliya Çelebî di berhemên xwe de nivîsiye navê vê himamê Eşbek e.
*Himama Kuçuk: li ber Camiya Melîk Ahmet Paşa ye ev himam jî diroka wê ne diyar e.
DİHA