Kendal Cûdî
KOBANÊ – Werza yekemîn a xwendinê li Kantona Kobanê de îro bi kirina ezmûna dawî, deriyên xwe bigire û KPC-Demoqratîk de sibe ji bo nirxandina xebatên xwe, konferansekê li darbixe.
KPC-Demoqratîk li Kantona Kobanê ji bo amadekirina sala xwendinê ya 2015-2016`an de peymangeha amadekirina mamosteyan û gelek dewreyên ji bo amadekirina mamosteyan dan destpêkirin. Herwiha dibistanên ku hatin wêran kirin jî di encama şer de, hatin sererastkirin.
Piştî Kantona Kobanê azad bû û pêngav avakirina Kobanê di hemû aliyan de hate destpêkirin, KPC-Demoqartîk jî li navenda bajar û gundên Kobanê dest bi pêngava sîstema perwerdê ya nû û amadekirina xwendinê ji bo sala 2015-2016`an de kir.
Yek ji biryarên ku di konferansa KPC-Demoqratîk hat girtin ku ji refa yekemîn ta refa şeşemîn, li Kantona Kobanê meteryalên van refan bibin Kurdî.
Di nava sê mehan de 415 mamosteyên dibistanên seretayî hatin amadekirin
KPC-Demoqratîk li ser vî esasî dest bi amadekirina mamosteyên seretayî kir. Di meha hizêrana 2015`ê yekemîn Peymangeha amadekirina mamosteyên seretayî ji aliyê KPC-Demoqratîk hat vekirin. Di peymangehê de dewreya yekemîn bi beşdarbûna 190 namzetên mamosteyan hat destpêkirin. Di vê peymangehê de namzetên ku tevlî perwerdê bûn , li ser waneyên wekî”Felsefe, Zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî, Erdingarî, Zimanê Englêzî û Erebî, Dîrok, Biyolojî û birdozî”deris dihate dayîn. Herwiha namzetên mamosteyan li ser meteryalên dibistanên seretayî jî perwerde dibînin û perwede hîn berdewam dike.
Akadimiya Şehîd Viyan Amara ya Ziman û Wêjeya Kurdî û Yekîtiya Mamosteyan li Kantona Kobanê yên girêdayî KPC-Demoqratîk, ji bo amadekirima mamosteyên dibistana seretayî ku meteryalên wî hemû bûn Kurdî, dewreyeke perwerdê bi navê Şehîd Viyan Amara dan destpêkirin. Di vê dewreyê de 170 namzetên mamosteyan beşdarî bibûn. Waneyên ku di perwerdê de dihatin dayîn wekî “Felsefe, Zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî, Erdingarî , Zimanê Erebî, Dîrok, Biyolojî û birdozî”. Herwiha namzetan li ser meteryalên dibistanên seretayî perwerde bûn. Dewreya perwerdê jî sê mehan bedewam kir û namzetên mamosteyan jî li ser dibistana hatin ferzkirin.
Akadimiya Şehîd Viyan Amara ya Ziman û Wêjeya Kurdî di Tîrmeha 2015`an de dewreyek perwerdê bi navê” Şehîd Perwîn” ya amadekirina mamosteyên dibistanên seretayî bi beşdarbûna 35 namzetan da destpêkirin. Di vê perwerdê de nazmetên mamosteyan li ser “Zimanê Kurdî, birdozî û metiryalên dibistanên seretayî”perwerde hat dayîn. Ev dewre jî meh û nîvek berdewam kir û piştre mamosteyên wê li ser dibistanên Kobanê hatin erkdarkirin.
Herwiha Saziya Zimanê Kurdê ya girêdayî KPC-Demoqratîk, dewreyeke perwerdê bi beşdarbûna 20 endamên sazî , di îlona 2015`an de vekirin. Namzetên mamosteyan li ser waneyên wekî”Pedekujî û Zimanê Kurdî”perwerde dihat dayîn. Ev perwerde jî mehekê berdewam kir.
111 dibistanên Kantona Kobanê ji ber şer jinûva hatin sererastkirin
Di encama şerê ku li Kobanê hat meşandin de, binesaziya Kobanê tevî dibistanê wê hatin wêrankirin, di çarçoveya xebatên KPC-D`ê ji bo amadekirina sala xwendinê 2015-2016`an gelek dibistan ku hatin wêrankirin sererastkirin. Di nava sê mehan de KPC-Demoqratîk 111 dibistanên gundên Kobanê û navenda bajarê Kobanê jinûva hatin sererastkirin.
Dibistanên bajarê Kobanê beriya êrişa 15`ê Îlonê 14 dibistan bûn, lê ji wan 7 dibistan bi tevayî hatin wêrankirin û 7 dibistanê din jî piştî xebateke mezin ji nûva hatin sererastkirin.
Herwiha di van pêvajoyan de jî gelek civîn hatin li darixistin, da ku xebatên perwerdê baş werin bi rêvebirin.
Di meha Cotmehê de dibistan hatin vekirin
Piştî amadekirina vekirina dibistanan di aliyê amadekirina mamosteyan û sererastkirina dibistanan bi dawî bû, di Cotmeha 2015`an dibistanên Kantona Kobanê deriyên xwe ji zarokan re vekirin.
Li Kantona Kobanê 144 dibistan hatin vekirin û 16 hezar şagirt perwerdê dibînin
Li navenda bajarê Kobanê dibistana “Şehîd Perwîn, Şehîd Osman, Şehîd Gulistan, Şehîd Seydo, Şehîd Berfîn, Şehîd Hogir û Miştenûr” hatin vekirin. Li gundên Kobanê jî 137 dibistan hatin vekirin. Hejmara zarokên ku perwerde dibin jî ta roja îro gihîşte 16 hezar şagirt. Herwiha 682 mamoste jî li ser xebatên perwerdê disekinin.
Piştî xwendina ku sê mehan berdewam kir, werza yekemîn a xwendinê li Kantona Kobanê dê îro bi kirina ezmûna dawî, deriyên xwe bigire.
KPC-Demoqratîk li Kantona Kobanê de sibe ji bo nirxandina xebatên xwe, konferansekê li dar bixe.
(np)
ANHA