1 deqîqe xwendin

YPG'ê bersiva tund da DAIŞ'ê

AK
Dema Weşanê: Dema Serastkirinê:

29 Gulan 2014 SERÊKANIYÊ – Komên çete yên DAIŞ'ê êrîşî gundên Til Xenzîr û El-Rawiyê yên bajarê Serêkaniyê kirin û rastî bersiva şervanên YPG/YPJ'ê hatin. Di pevçûnan de bi dehan çete hatin kuştin.

Şer û pevçûnên di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ'ê ji duh ve dewam dikin. Li gorî çavkaniyan, îro çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundên Til Xenzîr û El-Rawiyê yên bajarê Serêkaniyê kirin û xwestin ku derbasî herdu gundan bibin. Çete rastî bersiva tund ya şervanên YPG/YPJ'ê hatin û di pevçûnên li van derdoran rûdan de bi dehan çete hatin kuştin.

Hate zanîn ku Fermandariya Giştî ya YPG'ê dê derbarê berfirehiya agahî û encamên şer de daxuyaniyekê bide.

(he)