KAWA HÛSÊN
SILÊMANÎ – Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê 3’ê Tebaxa 2014’an êrişî Şengalê kirin, bi hezaran welatiyên Êzdî hatin qetilkirin, bi hezaran keç û jinên Êzdiyan hatin revandin. Kesayetiyê naskirî yê Êzdiyan Xeyrî Şengalî diyar kir ku 12 hezar pêşmerge û zêrevanan ji me re gotin ku ti mereqê nekin, em li pişt we ne.
Rêveberê berê yê giştî yê karûbarê Êzdiyan li wezareta ewqaf a hikûmeta Herêma Kurdistanê û yek ji kesayetiyên diyar ê Êzdiyan Xeyrî Şengalî ji RoNewsê re axivî.
Li ser pirsa ‘Dema çeteyên DAIŞ’ê êriş kirin, sedem çibû Şengal di wê astê de nekarî xwe biparêze?’ Xeyrî Şengalî wiha got: “Di dîrokê de li beramberî 72 fermanan pişt û hewara Êzdiyan çiyayê Şengalê bû. Lê mixabin vê carê pişt û hewara me 12 hezar pêşmerge û hêzên zêrevaniyê yên PDK’ê bûn. Ji me re gotin, xema we nebe û em li pişta we ne. Lê piştî reveke nerêkûpêk, Êzdî ketin ber pêla bi xwîn a çeteyên DAIŞ’ê. Nêzî 14 hezar şehîd û dîlên me hene.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî pêwîst tiştek nekirin
Derbarê bandora êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Êzdiyan jî Şengalî wiha got: “Êzdî di warê manewî de hilweşiyane, şeref û namûsa wan ketiye bin piyê DAIŞ’ê. Heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî pêwîst ti tiştek ji bo Êzdiyan nekiriye. Tişta hatî kirin ji aliyê rêxistinên xêrxwaz û aliyên din ve hatiye kirin.”
Dibêjin, çima hûn nabin Misilman?
Xeyrî Şengalî destnîşan kir ku bi hezaran pirsgirêkên Êzdiyan hene û wiha pêdeçû: “Bi hezaran pirsgirêkên Êzdiyan hene. Welatiyên Kurdistanê rexneyên tund li wan digirin ku çima we xwe neparastiye yan jî pirsyarên ne di cih de dibêjin. Dibêjin, çima hûn nabin Misilman? Heta niha destûr nadin ku karkerên Êzdî li Dihok û Zaxo di restûrant, firin û qesabxaneyan de kar bikin. Heta niha jî di warê maddî de ti tiştek mirov behs bike ji bo wan nehatiye kirin.”
Hikûmeta Iraqê karên ciddî nake
Rêveberê berê yê giştî yê karûbarê Êzdiyan li wezareta ewqaf wiha got: “Zehmete ku hikûmeta Iraqê li ser nasandina jenosîda Êzdiyan karên ciddî bike. Ji ber ku hikûmetekî mezhebiye. Pirsgirêka serekî ew e ku em Êzdîne. Lewra kurd, tirkmen û ereb dijberiya me dikin. Kesên ku li ser nasandina jenosîda Êzdiyan kar dikin, ne wekî pêwîst dilsoz û pisporin. Daxwaza me ew e ku ev kar ji aliyê çend rêxistinên navneteweyî ve bê kirin.”
Destûrê nadin hêzekî taybet a Êzdiyan hebe
Xeyrî Şengalî derbarê hêzekî taybet a ji bo Êzdiyan jî wiha got: “Bi ti awayî destûrê nadin ku hêzekî taybet a Êzdiyan hebe. Belkî dijberiya wê jî dikin. Vaye 3 hezar Êzdî li Şengalê ne û piştî reva pêşmergeyan, gotin emê wekî pêwîst xwe biparêzin. Li dij derketin û neçar hiştin ku heta bêjin, em pêşmergeyên PDK û Barzanî ne.”
Rêveberê berê yê giştî yê karûbarê Êzdiyan li wezareta ewqaf ê hikûmeta Herêma Kurdistanê Xeyrî Şengalî derbarê ragihandina Meclisa Avaker a Êzdiyan a li Şengalê de jî wiha got: “Dema Meclisa Êzdiyan li Şengalê hat ragihandin, gotin; Êzdî naxwazin Kurditanê parçe bikin, pêwîste hemû alî hev bigirin û ji bo dûrî berjewendiyên teng ên hizbî navçeyên Êzdiyan rizgar bikin.”