'2017 bû saleke ji şer û têkoşîneke mezin'
Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat û Cemîl Bayik, bûyerên di nava sala 2017'an de li Kurdistan, Tirkiye û Iraqê qewimîn nirxandin û gotin, "2017 bû saleke şer û têkoşîneke mezin."
Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat û Cemîl Bayik, bersiv dan nûçegihanên Medya Haberê Esra Mîkyaz û Bakî Gul û sala 2017'an nirxandin.
Besê Hozat destnîşan kir ku 2017 bû saleke ji şer û têkoşîneke mezin û got, "Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP'ê jî amadekariyeke cidî ya şer kir. Dixwestin ku berî hatina biharê gerîla tasfiye bikin. Operaysonên berfireh hatin kirin, bi her awayî teknîk hate bikaranîn. Exlaqê şer danîn aliyekî û şerekî dijwar meşandin. Armanca dewletê ew bû ku bi zivistanê re derbên gelekî mezin lê bide, gerîla bê bandor bike û gel teslîm bigire. Bi vî rengî meseleya Kurd ji rojevê derxîne û siyaseta qirkirinê bi ser bixîne. Di vê çarçoveyê de li dijî gel li qada siyasî civakî dest bi operaysonan kir. Li gel vê yekê li dijî gerîla jî êrîşên giran kir. Lê pêşî li vê planê hate girtin."
Hozat destnîşan kir ku li dijî konsepteke topyekûn a şer, înkar û tinekirinê, bi berxwedaneke mezin bersiv hate dayin. Li eniya gerîla berxwedaneke mezin û şerê parastinê hate kirin. Bi îradeyeke mezin û hunera şer gelek êrîş hatin têkbirin. Lewma konsepta şer îflas bû. Artêşa Tirk derbên giran xwar. Di rewşa heyî de gerîla li her devera Bakurê Kurdistanê di nava şer û têkoşîneke mezin de ne, berxwedan û şerekî mezin dikin. Gerîla, hebûn û çeperên xwe diparêze. Di vê berxwedana bi heybet de gelek hevalên me yên hêja jî şehîd bûn. Di serî de fermandara me ya mezin hevrê Delal Amed gelek hevrêyên me yên hêja şehîd bûn. Di şexsê Şehîd Delal Amed de hemû şehîdên sala 2017'an bi rêzdarî bi bîr tînim."
GELÊ KURD DI DEMOKRATÎKKIRINA HERÊMÊ DE BÛ AKTOREK
Di dewama axaftina xwe de Besê Hozat diyar kir ku KCK'ê tevî hemû êrîşan jî plansazî û armancên xwe yên sala 2017'an bi giranî bi cih anî û wiha dewam kir: "Em bêjin ku me têkoşîn li hemû qadan bê kêmasî pêk anîn, wê nerast be. Kêmasî derketin holê. Eger ev kêmasî nebûna, wê serketinên hê mezintir bi dest ve bihata. Mînak, di serî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li her deverê berxwedan û têkoşîna civakî bi têrkerî nehat kirin. Di vî arî de pêşketinên girîng hebû, lê belê têra hilweşandina desthilatdariya AKP-MHP'ê nekir. Armanca me hilweşandina vê desthilatdariyê bû. Vê têrê nekir. Li ser vê bingehê têkoşîneke cidî hate dayin. Rejîma desthilatdariya faşîst kete nava kaoseke cidî. Di nava pêvajoyeke jihevketinê de ye. Di pêvajoya hilweşînê de ye."
Hozat anî ziman ku hem şerê praastinê yê gerîla, hem jî têkoşîna gel a li Bakurê Kurdistanê û li cîhanê ev rastî derxist holê: PKK gav bi gav li Kurdistanê û herêmê veguherî hêzeke ku mezin dibe.
Hozat got, "Gelê Kurd di demokratîkkirina herêmê de veguherî aktorekî. Bi serketina Reqayê re faşîzma DAIŞ'ê hate têkbirin. AKP jî di şexsê têkçûna DAÎŞ'ê de şikest. Li Tirkiyeyê, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê kete nava pêvajoyeke hilweşînê."
LI ŞÛNA KU DERDORÊ SÛCDAR BIKIN, DIVÊ REWŞA XWE BIBÎNIN
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik jî bal kişand ser rewşa Başûrê Kurdistanê û bi bîr xist ku li ser Başûr wan beriya niha gelek nirxandinên girîng kirin.
Bayik diyar kir ku rewşa heyî ya li Başûrê Kurdistanê encama wê siyasetê ye ku bi salane tê meşandin û destnîşan kir ku ev siyaset bi kêrî gelê Kurd nehat, berevajî zerar da Kurdan.
Bayik da zanîn ku gel ev siyaseta li dijî xwe tê meşandin dît, rexne kir û xwest bê terikandin û got, "Lê belê gel dibîne ku piştî referandûmê ev siyaset didome. Dibîne ku di siyasetê de ti guhertin nehatiye kirin. Vê siyasetê di nava gel de rê li ber êşên giran vekir. Gelek destketî ji dest bir.
Qet nebe li benda rexnedayineke vê pêvajoyê bûn. Gel li bendê bû ku siyaseteke nû bê kirin. Lê belê dît ku ti guhertin nîne, dîsa heman hikumet, heman polîtîka; di ser re bang li hêzên mêtinger ên êşên gelekî giran bi gelê Başûr dane kişandin, tê kirin."
Cemîl Bayik ragihand ku gel gihîşt wê baweriyê ku ev siyaseta li Başûr tê meşandin jiyana wan dixe nava xeteriyê û wiha dewam kir: "Gel vê qebûl nake. Çalakiyên protestoyî dike. Yên ku rê li ber vê rewşê vekirin, partiyên li desthilatdariyê ne. Li şûna ku derdorê sûcdar bikin, divê li rewşa xwe binerin û rewşa xwe bibînin. Ev rewş ji ber wan derketiye holê. Ji ber ku nekarî bi rê ve bibin. Ji aliyê siyasî, dîplomatîk, leşkerî, aborî û civakî ve rê li ber pirsgirêkan vekirin. Welê lê hatin ku nema dikarin sîstemê bi rê ve bibin. Encama ku derketiye holê bi vê ve girêdayî ye. Lewma divê kesî sûcdar nekin. Pêwîste rexnedayina xwe bidin û bi lez û bez rêveberiyeke demokratîk ava bikin. Girîng e her kesên li Başûrê Kurdistanê tevlî vê rêveberiyê bikin. Lazim e di siyasetê de, di civakê de demokratîkbûnê esas bigirin. Divê pirsgirêkên bi Iraqê re bi rêya diyalogê çareser bikin. Ji bo hemû parçeyên Kurdistanê divê polîtîkaya yekîtiya neteweyî esas bigirin. Eger yekîtiya neteweyî esas bigirin, her wiha rêveberiyeke demokratîk esas bigirin, di siyaset û civakê de gavên demokratîk biavêjin, bi Iraqê re têkiliya bi diyaloga demokratîk deynin, dikarin pirsgirêkan çareser bikin. Di rewşa heyî de çareserkirina pirsgirêkan li aliyekî, wan girantir dikin."
ŞOREŞA ROJAVA BI RÊYA NETEWEYA DEMOKRATÎK BI SER DIKEVE
Bayik bal kişand ser rewşa li Başûr û Rojavayê Kurdistanê û got, "Rewşa li Rojavayê Kurdistanê û ya li Başûrê Kurdistanê ji hev cuda ne. Li Başûrê Kurdistanê netewe dewlet esas tê girtin. Halbûkî li Rojavayê Kurdistanê neteweya demokratîk esas tê girtin. Ev xetên ji hev cuda ne. Lewma ev her du xet xwedî polîtîka û pêkanînên cuda ne. Rojava ku xeta neteweya demokratîk û çareseriya wê esas digire, bi pêş dikeve bi ser dikeve. Li Başûrê Kurdistanê ji ber ku xeta netewe dewletê esas tê girtin, bi pêşnakeve. Berevajî, bi Kurdan dide windakirin. Ji xwe ji bo çareseriya netewe dewletê referandûm xistin rojevê. Pêlikeke vê armancê bû. Li pêş çavan e bê netewe dewlet çi aniye serê Başûrê Kurdistanê. Ev xet bi kêrî Kurdan nayê. Bi Kurdan dide windakirin. Bi xeta neteweya demokratîk Kurd bi ser dikevin, ji ber ku jiyana bi hev re ya bi gelên din re esas digirin. Ne parçebûnê, ne neteweperestiyê, lê jiyana bi hev re esas digirin. Kurd dibe ku ji hemû gelên din bêhtir êş kişandin, lê belê ji bo xwe çi dixwaze ji bo hemû gelên din jî heman tiştî dixwaze. Parçebûnê ji holê radike. Biratiya rastî, yekîtiya ji dil esas digire. Hemû gel di nava neteweya demokratîk de xwe digihêjînin nirxên xwe. Ji ber vê yekê qebûl dike. Di çareseriya netewe dewletê de dewletbûneke ku xwe dispêre nasnameya etnîkî esas tê girtin. Ev ji aliyê ti hêzê ve nayê qebûlkirin, bi taybetî dema zîhniyeta hêzên mêtinger li ber çavan were girtin, wê bi hêsanî were dîtin ku bi çarseriya bi vê xetê re Kurd azad nebin. Ji xwe ev yek li Başûr bi rengekî şênber derket holê. Ji ber vê yekê, divê gelê me encamê ji vir derxîne. Em dibînin ku encam jê derxistiye. Eger gelê li Başûr dixwaze Rojava ji xwe re esas bigire, sedema vê yekê dersa ji bûyerên qewimîne derxistiye. Ji ber ev yek Kurdan bi ser dixîne."
XETA DEMOKRATÎK Û AZADÎPARÊZ BI SER DIXÎNE
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat da xuyakirin ku Başûrê Kurdistanê niha di nava kaoseke mezin de ye û got, "Xeteriyên gelekî giran li pêşiyê ye. Demokratîkbûn zemîna avakirina rêveberiyeke nû jî derxistiye holê. Lê belê rewşeke welê ye ku li xeteriyên cidî jî vekirî ye. Feraset û zîhniyeta netewperestiya kevn, destketiyên Başûr jî xistiye nava rewşeke xetere. Ev 40 sal in, bi taybetî jî di nava şeş salên dawî de li Kurdistanê di navbera xeta azadîparêz a demokratîk û xeta neteweperestiya kevneperest têkoşînek heye. Di rewşa heyî de xeta azadîparêz a demokratîk bi ser ketiye. Xeta neteweperestiya kevn tasfiye bûye."
SIBE: EM Ê REWŞA ENDAMÊN MÎT'Ê DI DEMEKE NÊZ DE BI RAYA GIŞTÎ RE PAR VE BIKIN
ANF