'Baragehên YBŞ'ê û cihên pêşmerge kirine hedef'
Yek ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Mazlûm Şengalî têkildarî êrîşa li ser Şengalê daxuyanî da û diyar kir ku baregehên YBŞ’ê û cihên pêşmerge lê bi cîh bûne hatine hedef girtin
ŞENGAL - Yek ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Mazlûm Şengalî têkildarî êrîşa li ser Şengalê daxuyanî da û diyar kir ku baregehên YBŞ’ê û cihên pêşmerge lê bi cîh bûne hatine hedef girtin.
Yek ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Mazlûm Şengalî têkildarî êrîşa li ser Şengalê daxuyanî da ajansa ROJnewsê û destnîşan kir ku li nuqteyên YBŞ’ê û cihên Pêşmerge lê bi cih bûne hate xistin. Şengalî diyar kir ku di vê êrîşê de welatiyek jiyana xwe ji dest daye û şervanek YBŞ’ê jî birîndar bûye. Mezlûm Şengalî destnîşan kir ku cihên Pêşmerge jî lê bi cih bibûn jî hatine hedefkirin, li gorî agahiyên gihiştî ber destê wan, 5 Pêşmerge jiyana xwe ji dest dane, 9 jî birîndar bûne. Şengalî di dawiya axaftina xwede diyar kir ku ew cihên ku xelkê sivîl di dema fermanê de xwe spartibûnê jî bûne armanca êrîşan û wê di saetên pêş de agahiyên berfireh bidin çapemeniyê.