'DYA û Rûsyayê mudaxele û rêya hevpar bi hev dan qebûlkirin'
Hevserokê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl mudaxeleya DYA, Fransa û Îngîltereyê ya li ser Sûriyeyê nirxand û got, “Bi vê êrîşê re li qadê zemîna hevkariyê bi dest xistin. Ev mudaxele ji bo wan hêzên dijber bû wekî peymanekê.”
- HÎVDA HEBÛN/ERSÎN ÇAKSÛ / ŞEHBA / ANF
Piştî îdîaya ku DYA, Îngîltere û Fransayê gotin li Dûmayê çekên kîmyewî hatine bikaranîn, li dijî Sûriyeyê mudaxeleyek çêbû. Hevserokê Meclîsa Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl ev mudaxele, aliyên vê mudaxeleyê, krîza li Sûriyeyê, helwesta dewleta Tirk a ku du sal in pişta Îran û Rûsyayê digire lê piştî fuzeyên DYA’yê xwe nêzî welatên rojava kir, berxwedana Efrînê û çalakiyên dîplomatîk ên ji bo Efrînê ji ANF’ê re nirxand.
http://anfnews.tv/files/893-dya-u-rusyaye-mudaxele-u-reya-hevpar-bi-hev-dan-qe.mp4
*Em bi mijara sereke dest pê bikin. DYA, Îngîltere û Fransayê piştî îddîaya ku li Dûmayê çekên kîmyewî hatine bikaranîn, şevek borî mudaxeleyî rejîma Sûriyeyê kirin. Hûn vê mudaxeleyê çawa dinirxînin?
Sedemên demên dirêj û demên kurt ên vê êrîşê hene. Pê re jî hedefên dûr û nêz hene. Tê gotin ku ji ber çekên kîmyewî ev êrîş hatiye kirin. Em gelê Kurd me êşa çekên kîmyewî dîtiye. Heke hin kes di warê teorîk de li dijî van çekên kîmyewî bin, em Kurd ji ber ku me êşa van çekan dîtiye, em li dijî van çekan in. Heke kê ev çek bi kar anîbin, divê hesabê vî tiştî bidin û ji bo ku ev çek neyên bikaranîn divê tevdîr werin stendin. Lê divê were lêkolînkirin kê çekên kîmyewî bi kar anî, çawa bi kar anî, ji ku bi dest xistin.
Pirseke din a girîngtir jî ev e, ev çekên kîmyewî çima hatin bikaranîn, çima li Sûriyeyê her dem vebijêrkên leşkerî derdikevin pêş? Ji xeynî rêya leşkerî gelo ma em nikarin li ser vebijêrka siyasî jî biaxivin? Heke îro be, heke sibe be, divê kêşeyên Sûriyeyê bi rêyên siyasî û diyalogan were çareserkirin. Beriya her kesî jî divê rejîma Sûriyeyê vî tiştî bibîne. Roja ku krîza Sûriyeyê hate destpêkirin, divê ev kêşe bidîta û ji bo çareserkirina van kêşeyan divê têketina nav hewldanan. Heta ku ev kêşe hebin, ev rewş ew ê her dem bidome. Divê rejîma Sûriyeyê bizanibe ku krîzên li Sûriyeyê bi spartina Rûsya yan jî hêzên din nayê çareserkirin. Heke bi rastî jî dixwazin Sûriyeyê biparêzin divê bi rêya demokrasiyê vî tiştî bikin.
‘EM NE ALÎ NE’
Di vê meseleyê de, em ne alî ne. Em ne aliyê wan kesan e yên ku çekên kîmyewî bi kar anîne û ne jî li aliyê wan kesan e ku mudaxele kirine. Ji destpêke ve em tiştekî dibêjin, ew jî ev e ku divê çareseriyeke aştiyane pêk were. Ji aliyê din ve kesên ku qala çekên kîmyewî dikin, divê vî tiştî bibînin ku li dijî Efrînê êrîşên mezin çêbû, li Efrînê jî çekên kîmyewî hatin bi kar anîn, bi sedan kes hatin qetilkirin, bi hezaran kes birîndar bûn û gelê me ji warê xwe bûn, malên me hatin talankirin. Çima kesî li dijî vî tiştî dengê xwe nekirin? Ez dîsa dubare bikim, divê vebijarka leşkerî ne ya pêşîn bûya û kesên ku çekên kîmyewî bi kar anîne jî divê hesap ji wan were pirsîn.
*Piştî mudaxeleyê meseleyek din jî hate rojevê, gelo ew ê ev êrîş bidomin an na. Li gorî we ev êrîş wê bidomin an na? Heke bidomin an jî nedomin ew ê çi bibe?
Sedemên ji bo demên dirêj ên vê mudaxeleyê jî hene. Nakokiya di navbera DYA-Rûsyayê de, nakokiya di navbera hêzên koalîsyonê û hêzên ku li Sûriyeyê serdest in de. DYA, Fransa, Îngîltere û mutefîkên wan naxwazin ku li Sûriyeyê hemû înîsîyatîf têkeve destê Rûsyayê. Hevdîtinên Astanayê û pêngavên li Sûriyeyê ne li gorî berjewendiyên DYA’yê ye. DYA dixwaze bandora Rûsyayê bişikîne, dixwaze tifaqa di navbera Rûsya-Îran û Tirkiyeyê de bişkîne. DYA dixwaze ji nû ve Cenevreyê çalak bike. Gelek hesabên bi vî rengî hene. Dixwazin wisa bikin ku DYA li herêmê û li Sûriyeyê bibe hêza yekemîn. Tişta ku îddîayên bikaranîna çekên kîmyewî da xuyakirin, ev tişt bûn. Rûsyayê ev tişt dît. Rûsyayê ev tişt dît ku li qada Sûriyeyê ne bi tenê ye.
‘BI MUDAXELEYÊ RE ÇARESERIYEKE HEVPAR DÎTIN’
Bi van êrîşan re li qadê zemîna avakirina tifaqê bi dest xistin. Ev mudaxele ji bo hêzên dijber bû wekî peymanekê. Ne wekî ku Trûmp got ew ê her der were hilweşandin û ne jî wekî tişta ku Rûsyayê dixwest. Çareseriyeke dualî dîtin. Piştî ku agahî dan Rûsyayê hin cihên rejîmê bomberdûman kirine. Bi vî awayî peyama xwe dan. Xwestin bibêjin ku em kîngê bixwazin em dikarin bersivê bidin û divê hûn jî bizanibin ku em jî li vê qadê hene. Xwestin bibêjin ku bêyî me zêde hesaban nekin. Bêguman ew ê hin encamên vî tiştî hebin. Lê ne bawer im ku di warê leşkerî de zêde bidome. Ev pêngav ew ê pêvajoya Astanayê, dahatûya Cenevreyê, têkiliya Rûsya û Tirkiyeyê û gelek tiştên din zelal bike. Lê tişta girîng ev e ku, gelo ew ê çareseriyeke siyasî pêk were yan na.
*Dewleta Tirk ji roja ku krîza li Sûriyeyê dest pê kiriye qala hilweşandina rejîmê dikir. Ji sala 2016’an û vir ve bi Rûsyayê re tevdigeriya û li dijî DYA’yê bû. Ji bo dagirkeriya Efrînê ji Rûsyayê destûr stendin. Lê dewleta Tirk piştî ku fuzeyên DYA’yê dît, fikra xwe guherand û kêfxweşiya xwe nîşan da. Lê ji bo ku devê Rûsyayê şîrîn bikin, hin wezîrên AKP’ê qala çareseriya siyasî filan kirin. Divê mirov vî tiştî çawa binirxîne?
Dewleta Tirk gelek tiştan bi hev re dike. Siyaseteke wê ya zexm û bi prensîb tune. Her roj têkiliyê bi aliyekî ve datîne û hewl dide berjewendiyên xwe biparêze. Di rewşên kaotîk û dema kurt de bi vî awayî dikare hin tiştan bi dest bixe lê ji bo dahatûyê û ji bo berjewendiyên stratejîk ew ê nikaribe vî tiştî bidomîne. Wê zehmet be ku têkiliya wê ya bi Rûsya û Îranê re wekî berê be. Ew ê têkiliya wê ya bi DYA û welatên rojava jî ne wekî berê be. Divê Tirkiye êdî rêyekê bide ber xwe. Divê êdî hin hesaban bigire. Rûsyayê piştî ku destûra dagirkeriyê da Tirkiyeyê, ew ê jê bixwaze ku hin tiştan bi cih bîne. Wê Tirkiye gelek hesabên xwe ji ber çavan derbas bike. Divê bibîne ku DYA û welatên rojava li Sûriyeyê ne bêdeng in. Dît ku DYA dikare hin tiştan hilweşîne û pêvajoyên nû bide avakirin.
Dewleta Tirk her çiqas xwe nêzî Rûsyayê bike jî, endamê NATO’yê ye. Tiştekî biçûk bû, lê şaş man ku ew ê çawa bikin. Li gorî texmînên me piştî meha pêşiya me dema ku Rûsyayê dabû Tirkiyeyê ew ê derbasî qonaxeke din bibe.
*Rûsya ew ê li ser Tirkiyeyê ferz bike ku hin tiştan bi cih bîne…
Rast e. Êdî dema van pêkanînan tê. Heke dewleta Tirk van tehahudan bi cih bîne, ew ê aliyê xwe hilbijêre. Heke bi cih neyne jî ew ê mecbûr bimîne ku ji bo dahatûya têkiliya xwe ya bi Rûsyayê re hin biryarên nû werbigire.
*Gelo Tirkiye dikare Cerablûs, Bab, Ezaz û Efrîna ku bi alîkariya Rûsyayê dagir kiriye, bi pêngavekê têxe bin parastina DYA û NATO’yê?
Vê rewşa hêzên navneteweyî û pozîsyonên wan naşibe, têkiliyên sedsala borî. Berê du serikên cîhanê hebû, te bi hêzekê re têkilî daniya êdî têkiliya bi hêzên din re ne hêsan bû. Lê êdî ne wisa ye. Ne bawer im Tirkiye ji binî ve berê xwe bide aliyê din, lê mirov dikare bibêje ku hesabê wê ew ê li hev neyên.
*Dewleta Tirk di dîrokê de gelek caran soz dane Rûsyayê lê her care çerixî. Mînak dema ku dewleta Tirk hatî avakirin hin soz dabûne Rûsyaya Sowyetan piştre çerx kir. Gelo di serê Erdogan de heman plan heye?
Dawiya Erdogan wê ketin be. Lê ketina wî jî wê ne jirêzê û normal be, wê bi rewşeke xirab bikeve.. Erdogan bir rêyên asayî wê neçe. Ez vê ne li ser têkiliyên wî yên bi Rûsyayê re dibêjim. Erdogan li herêmê hin lîstikan dike û ev ê dawiya wî bîne. Dema ku rewş zelal bû Erdogan weke berê wê nikaribe bilîze. Ji ber ku kêşeyên navxwe yên Erdogan zehf in. Tiştekî bi nave demokrasiyê nehiştiye, bi nave dadmendiyê tiştek nehiştiye. Ji her hêlê ve tengijiye û ev hemû ji bo Tirkiyê taloke ne. Rojên giran li benda Erdogan in. Mînak dagirkeriya wan a li Efrînê wê ne weke dilê wan be. Ji bo dema ku kurrt dikare bibêje min stand û ez bi cih bûm lê ji bo demek dirêj rojên giran li benda wan in. Wê encamên vê pir bin.
*Me bi rojeveke germ dest pê kir lê rojeva sereke ya Kurdan Efrîn e. Li Efrînê berxwedana siyasî û civakî didome. Hin derdoran li ser geşedanên dawî got ‘laneta Kurdan’. Li ser ya ku tê jiyîn hûn li ser rewşa dawî ya berxwedana Efrînê çi dibêjin?
Niha 3 ji 4 parên gelê Efrînê ji mal û milkê xwe û ware xwe dûr e. Heke 3 ji 4 parên nifûsekê ji şûnwarên wan hatibin kirin ev tê maneya ku ew der hatiye dagirkirin. Ev rewş nîşan dide ku li wir zilmek heye. Heke ev qas milet li der ve mabe ev tê maneya ku gel hêza li wir qebûl nake. Lê her wiha nîşan dide ku gel bi ser doza xwe ve ye. Gelê me di rewşên pir giran de li ber xwe dide. Hêzên me yên leşkerî jî çalakiyên xwe dikin, hem gelê me li ber we dide û hem jî li derve hemû gelê me ji bo Efrînê li ser piyan in. Ji bo Efrînê têkoşîna me ya siyasî û diplomatîk didome. Gelê me yên li Şehbayê bi berxwedan û helwesta xwe mesaja xwe bi rengekî pir xurt dide cîhanê ku ew dixwazin xaka xwe rizgar bikin. Mixabin ên ku behsa mafê mirovan û destûrên navnetewî dikin li bara Efrînê xwe kerr û kor dikin. Em ê bi berxwedana xwe çavê wan vekin û bikin ku dengê me bibihîsin. Bi ya me ev berxwedan wê mezintir bibe û ji hevsengên ku diguherin bibin zemîn.
*We behsa têkoşîna diplomatî kir. Ji bo azadiya Efrînê asta hevdîtinên we yên dîplomatîk çiye?
Xebatên me yên dîplomatîk ji destpêka Şoreşa Rojava ve didomin. Lê piştî rewşa dawî ya li Efrînê zêdetir bûn. Em bi hemû derdor û welatan re didin û distînin. Welatên ku em bi wan re didin û distînin dibêjin ew li dijî dagirkeriya li Efrînê ne. Bi helwesta xwe dibêjin em li dij in. Lê mixabin bazarên ku li Efrînê kirin ji van gotinan pir wê de bûn.
*Beriya bi du rojan dewleta Tirk got wan ji bo Efrînê meclîsek ava kirine. We beriya niha ji vê meclîsê re ‘meclîsa xayinan’ gotibû. Li dijî vê avaniyê dive helwesta Kurdistanî çawa be?
Dema ku mirov dagirkerî dibêje hewceyî bi gotineke dî namîne. Her tişt li ber çavan e. Heke em dubare bikin ew çi avaniyekê datînin, çi navî lê bikin jî ew dagirker in, çete ne û xayin in. Her Kurdê ku bikeve nav wê meclîsê û dagirkeriyê rewa bike xayin e, ê ku destekê dide wê jî xayin e û dijminê gelê Kurd e. Çi kesê ku dibêje ez demokrat im, Sûriyeyî me, li ku dijî bila bijî dive li dijî vê derkeve û hevkarên dagirkeran qebûl neke. Dive her kes vê qebûl bike. Bi taybetî jî Kurd dive vê qebûl nekin.
Kurd dive li ti deverê nehêlin ku ev xwe wekî nûnerên Efrînê bin nîşan bidin. Her partî û hêza Kurd ku destekê bide van xayin û ajanan wê weke wan were dîtin. Ti hêzeke Kurd dive van xayinan meşrû nebîne. Dive gelê me jî li dijî van xayinan helwesta xwe nîşan bide. Jixwe helwesta gelê me zelal e.
*We got 3 ji 4’ên gelê Efrînê ji şûnwarê xwe dûr e. Li gorî destûrên navnetewî heke welatek li dijî dagirkirina welatekî dî dernekeve an nikaribe derkeve bi 100 hezar îmzeyê gel ê ku li herêma dagirkirî dijî mijarê mirov dikare bibe dadgehên navnetewî. Xebateke we ya bi vî rengî çêbû. Di serî de NY gelo çima heta niha camîaya navnetewî deng ji xwe dernexistiye?
Dema ku êrîşên dagirker ên li ser Efrînê dest pê kir, di serî de NY, bedengiya organên navnetewî, bê helwest mane wan a li bara Rûsya û Tirkiyê nîşan da ku bûne saziyên ji çav re. Me dît ku van pêkirinên mafê mirovan, zagonan ji dest dane. Li Efrînê çeka kîmyewî hate bikaranîn lê bêdeng man. Lê Ingiltereyê got Rûsya ajanek jehr daye. Di cih de 20 dewletan dawî li xebatên dîplomatîk ên bi Rûsyayê re anîn. Ev cotstandartiya wan e. Jixwe li dijî dagirkeriyê helwest nîşan nedan her wiha li bara gelê ku koç kirî peywira xwe ya mirovî jî bi cih neanîn. Hemû hewcehiyên vî gelî em tevger û Rêveberiya Xweser bi cih tînin. Qotiyek derman neşandin ji vî gelî re.
*Herî dawî li ser berxwedana Efrînê pirseke we heye?
Li Efrînê berxwedaneke mezin çêbû û ev berxwedan didome. Gelê me li ku be dive berxwedanê geş bike. Em dagirkeriya li Efrînê qet qebûl nakin. Li her qadê ji bo azadiya Efrînê dive em li ber xwe bidin. Em bawer dikin ku li ser bîranîna leheng û şehîdên Efrînê em ê serfiraziyê diyarî gelê xwe bikin.