'Dikarin belgeselê qedexe bikin, lê nikarin mirovan bêdeng bikin'
Belgesela "Sûr: Ax û Welat" a ji aliyê Hîcran Urun û Zana Kîbar ve li ser 2 salên dorpêçkirina Sûrê hate amadekirin, wê Yekşema bihurî bihata nîşandan, lê belê polîsan bi darê zorê nehişt bê nîşandan
Belgesela "Sûr: Ax û Welat" a li ser dorpêçiya 2 salên li Sûrê, wê 3'ê Kanûnê bihata nîşandan, lê belê polîsên Tirk nehiştin. Ji Hîcran Urun û Zana Kîbar re bi prosedureke fermî qedexe nehat ragihandin.
Belgesel wê li Navenda Çanda Bajêr a Cemîl Candaş a li Şîşlî ya Stenbolê bihata nîşandan, lê bi hişyariya 'devkî' ya polîsan hat astengkirin.
EMNIYETÊ BI DEVKÎ HIŞYARÎ DA RAYEDARÊN SALONÊ
Ji dernêran Hîcran Urun ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku polîsan zext li Navenda Çanda Bajêr a Cemîl Candaş kirine û pêşî li nîşandana belgeselê girtine. Urun got, "Emniyetê bi me re bi ti awayî têkilî dananî. Yanî tiştek ji me re negotiye. Tenê çûne salonê û zext li rayedaran kiriye. Dema ku zext dikir jî ji rayedarên salonê re gotiye 'hûn çawa destûrê didin çalakiya HDP'ê'. Halbûkî ti eleqeya HDP'ê bi vê belgeselê nîne. Rayedarên salonê li pêşberî vê zextê, qaşo weke tedbîr pirsa 'Ala HDP'ê di nava belgeselê de qet nîne ne wisa?' li me kirin. Pirsên dûrî ji aqil li me kirin. Mîna ku HDP partiyeke îllegal e. Halbûkî em qala partiyeke siyasî dikin ku li Meclîsê ye. Ala xwe tê hebe wê çi be? Rewşeke bi vî rengî ya îllegalkirinê heye. Hem ji emniyeta bajêr hem jî ji emniyeta Şîşliyê çend caran diçi salonê û hişyariyê dikin."
'TANK Û TOP DAN AXAFTIN, LÊ DAYIK LI SÛRÊ HATIN BÊDENGKIRIN'
Urun anî ziman ku ji wan re nivîsek di vî warî de nehatiye şandin û got, ji xwe tiştekî bi vî rengî nabe ji ber ku prosedureke bi vî rengî ya qanûnî nîne. Urun wiha dewam kir: "Ji ber ku nikarin prosedura qanûnî bi cih bînin, serî li rêyên bi vî rengî yên absurt didin. Piştî ku ev rewş qewimî, rayedarên salonê ji me re gotin 'biçin destûrnameyê ji emniyetê bigirin'. Ev jî daxwazeke gelekî beradayî bû. Ji bo nîşandana belgeselê pêwîstî pê nîne ku em biçin emniyetê. Em jî neçûn. Ji ber ku cihê di vî warî de me serî lê bida Wezareta Çandê bû."
Urun da zanîn ku temaşevan dikarin di belgeselê de çîroka Sûrê ji mirovên bi xwe jiyane bibihîzin û destnîşan kir ku armanca wan a bingehîn jî ew e, derfetê ji wan mirovan re biafirînin ku karibin xwe îfade bikin. Hîcran Urun anî ziman, ji ber ku şêniyên Sûrê derfet nedîtin xwe li cihekî îfade bikin wan belgesel weke rêbaza vê yekê hilbijartine û got, "Mînak; dayika Rozerîn (Çûkûr) got, 'Li Sûrê tank û top axivîn, lê dayik hatin bêdengkirin'. Me xwestin bibin dengê yên li wir hatin bêdengkirin."
Hîcran Urun diyar kir ku li Sûrê gelek tiştên bên vegotin hene û bi qasî ku belgeselek têrê neke kûr û berfireh in. Urun got, "Bi rêya belgesela 'Sûr: Ax û Welat' wan yek ji hezarî yê vê rewşê berhev kirine."
Hîcran Urun da xuyaikrin ku ew ê kêmasiyên belgeselê temam bikin û ji nû ve nîşan bidin. Urun got, dibe ku careke din hewl bidin nîşandana wê asteng bikin, lê belê ev yek wê rastiya li Sûrê neguherîne û wiha dewam kir: "Dibe ku hûn karibin nîşandana belgeselê asteng bikin, lê belê dayikek wê ji Sûrê rabe û ligel astengiyan jî biaxive. Ew mirov hê li wir in û şahidên zindî yên her tiştî ne. Hûn dikarin belgeselê qedexe bikin, lê mirovên li wir nikarin qedexe bikin."