'Guh nedin teoriyên komployê'
Yek ji vîrologên naskirî yê Elmanyayê Prof. Drosten bi tundî li ber îdîaya profesorekî xwediyê xelata Nobelê rabû ku digot, 'Vîrûsa koronayê li laboratûwarê hatiye afirandin." Drosten got, divê zanyar guh nedin teoriyên komployê
Vîrûsa SARS-CoV-2 ku bûye sedema şewba Covîd-19, gelo bi rengekî xwezayî derkete holê yan jî li laboratûwarê hate hilberandin. Nîqaşên li ser vê yekê dewam dikin. Hin kes û hêz di ser hevrikiya Çîn û Emerîkayê dibêjin, vîrûs ji aliyê Emerîkayê ve, hinek jî dibêjin vîrûs ji aliyê Çînê ve hatiye afirandin û belavkirin. Teoriyên bi vî rengî yên komployê hîn jî di rojevê de ne.
TEORIYA HERÎ DAWÎ JI ALIYÊ PROFESOREKÎ XWEDIYÊ XELATA NOBELÊ VE HATE BILÊVKIRIN
Ev îdîa herî dawî ji aliyê vîrologê Fransî Lûc Montagnîer hate bilêvkirin, ku Montagnîer sala 2008'an hêjayî Xelata Kîmyayê ya Nobelê hatibû dîtin. Di vê îdîayê de hatibû destnîşankirin ku bi vîrûs hatiye afirandin. Ji bo vê îdîaya xwe jî Montagnîer gotibû ku di avaniya proteîna bingehîn a vîrûsê de sekansên vîrûsa HÎV'ê heye ku dibe sedema AÎDS'ê û ev yek jî tenê dikare bê afirandin. Li gorî vê yekê, nepêkane ku ev sekans ji aliyê heywanan ve bên hilberandin.
VÎROLOGÊ ELMAN: XWEDIYÊ NOBELÊ JÎ EV YEK GOTIBE, DÛRÎ AQIL E
Piştî ku zanyar jî tevlî van teoriyên komployê bûn, nîqaş gihîşt asteke cuda. Vîrolog Chrîstîan Drosten ku li Elmanyayê bi afirandina testa teşhîskirinê kete rojevê, li ber van îdîayan rabû.
Drosten diyar kir, taybetmendiyên vîrûsa ji paşmêrkan tê û ya vîrûsa SARS-CoV-2 a ji mirovan tê ji hev cuda ye, lê belê her du jî gelekî dişibin hev. Drosten destnîşan kir ku ji ber vê yekê, îdîaya ku dibêje 'vîrûsa dibe sedema şewbê li laboratûwarê hatiye afirandin' ne cihê nîqaşê ye.
Drosten bal kişand ser 'zexta veguherînê' ya li nava xwezayê û anî ziman ku ev yek ji bo vîrûsan tiştekî erênî ye. Drosten ragihand ku 'zexta veguherînê' bi rengekî tesadûfî pêk hatiye û piştî gelek tesadûfan afiriye. Drosten destnîşan kir, vîrûseke di encama vê de derdikeve holê hem hîn baştir xwe nû dike, hem jî dibe xwedî derfetên nûbûneke xurtir.
Chrîstîan Drosten bal kişand ser îdîaya vîrologê Fransî Lûc Montagnîer û got, "Ji bo zanyarekî ku hîn jî bi rengekî çalak di vîrolojiyê de dixebite, ji bo kesekî ku xelata Nobelê wergirtiye ne hêsane ku mirov bêje 'nêrînên dûrî ji aqil belav dike'. Lê mixabin ev bi temamî dûrî ji aqil e."
Drosten diyar kir, tiştekî xwezayî ye ku hin taybetmendiyên avaniya proteînê ya vîrûsan bişibin hev û got, "Ev mijar êdî bi temamî hatiye vegotin. Ev mesele qediya ye; kesayetekî xwedî xelata Nobelê yê teqawît bûye vê yekê di Talkshowê de bîne ziman jî..."
'BI ASTA XWE YA NIZM A ZANISTIYÊ PIŞTA XWE DISPÊRE TEORIYÊN SIYASÎ YÊN METIRSÎDAR'
Chrîstîan Drosten işaret bi teoriyên komployê kir ku ji ber şewba Covîd-19 li tevahiya cîhanê belav bûye û tevlîbûna hin zanyaran a li vê yekê weke alîkariya ji bo xurtkirina teoriyên hin derdoran ên ji bo armancên siyasî pênase kir. Drosten destnîşan kir ku ev yek nêzîkatiyeke 'bêberpirsyarî' ye.
Drosten rexne li hin zanyaran kir ku 'rastiyên nîvco', 'şîroveyên şaş' û teoriyên komployê tînin ziman û got, "Tiştên ku ji hin kesên weke 'pispor' xuya dikin dibihîzim, ji aliyê zanistî ve tu bingeha xwe nîne. Ji xwe asta zanyariya van kesan ji ya xwendekarekî ku ji pirtûkê hîn dibe ne zêdetir e. Mixabin bi vê bingeha xwe dîmenan ji raya giştî re dikişînin, bi îdîayên xwe xwe dispêrin teoriyên komployê yên metirsîdar ku parçeyek ji armancên siyasî ye."
'MIROV DIVÊ JI ALIYÊ KESÊN RAST VE BÊN AGAHDARKIRIN'
Drosten anî ziman ku li dijî nîqaşên siyasî divê mirovên ku li nêrîna wan bên guhdarîkirin zanyarên rast bin û işaret bi girîngiya agahdarkirina rast a mirovan kir. Drosten ji bo vê jî got, nîqaşên têkildarî vîrûsan divê ji 'vîrolog'an bê pirsîn û destnîşan kir, nabe ku ev yek bi 'bakteriyologan' bê nîqaşkirin.
ANF