'Guhertina demografiya Kerkûkê gefê li aştiya herêmê dixwe'
Aktîvîstê Kerkûkî Ethem Cûma ku ji ber polîtîkaya "Erebkirinê" ya polîsê federal ê Iraqê, Heşdî Şabî û Waliyê Kerkûkê rexne kir hate binçavkirin, anî ziman ku ev polîtîka bi qasî ku hevsengiya herêmê ji holê rake, xetere ye
- EHMED KERKÛKÎ
- KERKÛK/ANF
Piştî ku artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî yên ser bi wê ve roja 16'ê Cotmeha 2017'an Kerkûk, Xurmatû û Daqûq bi dest xistin, hêzên Iraqê li herêmê giranî dan ser polîtîkayên bêkurdkirinê. Li dijî vê polîtîkaya ku polîsê federal ê Iraqê, hêzên Heşdî şabî û hin karmendên li herêmê hatine wezîfedarkirin ve tê meşandin, çend roj berê komek ji endamên rêxistinên civakî yên sivîl ên Kerkûkî daxuyaniyek dan çapemeniyê, lê belê hatin binçavkirin. Endamên komê bi kefaletê hatin berdan.
GEFÊ LI HEVSENGIYA HERÊMÊ DIXWE
Yek ji van aktîvîstan jî Ethem Cûma ye. Cûma der barê polîtîkayên li herêmê tên meşandin ji ANF'ê re axivî. Ethem Cûma anî ziman ku piştî 16'ê Cotmehê li Kerkûkê û navçeyên wê polîtîkayek ji bo derxistina Kurdan ji herêmê hatiye meşandin û got, "Piştî 16'ê Cotmehê pêkanîneke taybet li Kerkûkê kete meriyetê. Qanûnên leşkerî bi cih tên anîn. Ev konsept bi taybetî ji aliyê polîsê federal, Heşdî Şabî û kesê weke wekîl li Walîtiya Kerkûkê hatiye bicihkirin tê meşandin. Pêkanîneke ne hiqûqî di meriyetê de ye. Ev yek jî gefê li ewlekariya herêmê û jiyana bi hev re dixwe. Dikarin zerareke gelekî mezin bide hevsengiya jiyana hevpar û vê hevsengiyê ji holê rake."
PÊKANÎNÊN PIŞTÎ SALA 1975'AN DI MERIYETÊ DE NE
Cûma da xuyakirin ku karkerên Kurd ên li şîrketên petrolê dixebitin jî ji kar hatine derxistin û li şûna wan karkerên Ereb hatine bicihkirin. Cûma diyar kir ku ev pêkanîn, polîtîkaya 'Erebkirinê' ya piştî sala 1975'an kete meriyetê tîne bîra mirovan û wiha dewam kir: "Qanûnek hebû ku sala 1975'an hate derxistin. Li gorî wê qanûnê gelek Erebên ji herêmên cuda yên Iraqê hatin anîn li Kerkûkê hatin bicihkirin. Piraniya Kurdan jî ji cih û warên xwe bûn. Vê planê heta sala 2003'an dewam kir. Piştî 2003'an Kurd ji nû ve li Kerkûkê vegeriyan. Li axa xwe ya berê jê hatibûn derxistin vegeriyan. Niha jî em li rewşa beriya 1975'an vegeriyan. Hewl didin ku Kurdan ji nû ve ji cih û warên wan derxînin."
POLÎTÎKAYA 'EREBKIRINÊ' TÊ MEŞANDIN
Cûma bal kişand ser bûyerên dema dawî yên li bajêr diqewimin û got, "Polîsê federal ê Iraqê û Heşdî Şabî li gelek cihan zextê li Kurdan dikin ku ji malên xwe biterikînin. Ev tiştên em dibêjin li Palkane, Daqûq û herêmên din ên ku Kurd bi sedan salan lê ne diqewimin. Ji ber vê yekê jî li van herêman pirsgirêk derketin. Ereb anîn gelek gundan û li dibistanan, saziyên fermî, mizgeftan bi cih kirin û hewl didin wan lê mayinde bikin. Malbatên wan neanîne, tenê mêr anîne. Ev yek jî ji bo gelê li herêmê dibe sedema tirs û fikaran."
'HEWLDANÊN ME JI BO TÊKOŞÎNA QANÛNÎ NE'
Ethem Cûma da xuyakirin ku ya tê kirin nehiqûqî ye û destnîşan kir ku li dijî vê yekê ew dixwazin bi rêya qanûnî têbikoşin. Cûma anî ziman, kêmasiya herî mezin a Kurdan a berê, jinedîtîhatina têkoşîna qanûnî bû û got, "Em jî mirovên ji Kerkûkê dixwazin tevgereke bi vî rengî ava bibe û li dijî van têkoşîneke qanûnî bidin. Rewşeke nû heye. Lê belê ev yek divê ne weke partî, kom û tevgerên beriya 16'ê Cotmehê bin. Ji ber ku ew jî di nava gendeliyê de çikiya bûn. Dema ku tu bi xwe gemarî bibe, zehmet e ku tu têkoşîna qanûnî bide. Eger qanûnên piştî sala 2003'an hatin derxistin bi cih werin anîn, ev ê jî serketineke mezin be. Lê belê mijara qanûnîbûnê ji nedîtî ve hat. Diviyabû di qanûnên ku di Destûra Bingehîn de ji bo Kerkûkê hatin diyarkirin, israr kiribûna. Ji ber ku ew qanûnên hêja bûn. Mafê ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hate bidestxistin bû. Em dixwazin di wê çarçoveyê de têkoşîna hiqûqî bimeşînin."
'BERJEWENDIYÊN ŞEXS Û PARTIYÊ DERDIXÎNIN PÊŞ'
Cûma got, îdîa tê kirin ku Waliyê Kerkûkê ji ber helwesta PDK û Yekgirtû nehatiye hilbijartin û got, "Pirsgirêkeke din a li Kerkûkê jî pirsgirêka walî ye. Li vê derê niha wekîlekî walî heye. Ji bo hilbijartina waliyê nû, divê meclîsa bajêr li hev bicive. Lê belê endamên meclîsa bajêr ên ji PDK û Yekgirtû nayên. Eger ew bên û tevlî civînan bibin, dibe ku waliyê nû yê bajêr Kurd be. Lê belê her kes berjewendiyên şexs û partiyan derdixînin pêş. Ya jî berjewendiyên şîrketan didin pêş. Ji bo wan a girîng berjewendiyên şîrketên wan e. Karên ne li rê yên dema walîtiya Necmeddîn Kerîm de hatin kirin, niha ji aliyê Rakan Saîd ve tê kirin."