1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Banga beşdariya mîtînga 'Na' ya fînalê
Banga beşdariya mîtînga 'Na' ya fînalê,banga,beşdariya,mîtînga,'na',ya,fînalê

Banga beşdariya mîtînga 'Na' ya fînalê

DIHABER/AMED - Mitînga HDP'e ya referandûmê ya dawîn di 15'ê Nîsanê de li Amedê tê lidarxistin

A+ A-


Dê di çarçoveya xebatên referandûmê de, mîtînga HDP'ê ya dawîn di 15'ê Nîsanê de li Qada 5'ê Hezîranê (Îstasyon) ya Amedê bi beşdarbûyîna Hevberdevkê HDP'ê Osman Baydemir û Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan bê lidarxistin. Ji bo mîtîngê, HDP bi rojane li navenda bajêr û navçeyan belavokan belav dike, xebatan bi rê ve dibe. 

‘DÊ DI MÎTÎNGA FÎNALÊ DE RENGÊ 'NA'YÊ DIYAR BIBE' 

Hevseroka HDP'a Bajêr Gulşen Ozer, ji bo beşdarbûyîna mîtînga fînalê bang li her kesî kir û got, çawa ku ew di 5'ê Hezîranê, di Newrozê de bi sedhezaran daketin qadan, ew ê careke din jî bi heman awayî dakevin. Ozer wiha axivî: "Ji bo mîtînga fînalê ya referandûmê em bang li hemû gelê xwe dikin. Em dixwazin her kes beşdar bibe. Dê mîtînga li Amedê referandûmê, rengê 'Na'yê diyar bike. Em wisa bawer dikin ku, dê gelê me careke din Qada Îstasyonê tije bike û biherika qadê. Amadekariyên me li ber temambûnê ne. Em ê heta kêliya dawîn jî xebatên xwe bi rê ve bibin."